|
Dildar
Ismail PEYVA TAZÎ 5
Hebû nebû çîroka (siwarên bizina) li hev civiyan û dane ser riya
Şamê û gelek şev û roj derbasbûn û sal buhirîn û hê birêve ne ,em
gelek dirêj nakin ji ber çîrok pir dirêje...... nêzîkî çil sal
Derbasbû û hê ew diranên ji hevketî li ber xwe didin ne guhertin
Û ne ketin lê hêdî hêdî va gihan şamê , şamê ti çi şamî , lê
dawî Gihan û bi silavên gerim civyan...........Civiyan li hev li
vir li wir Li şama alasad, weke tê gotin an weke ew dibêjin ku
sûrî hemî ya waye , ji ber tiştek têde nehiştine hemî talan
kirine (xelik dizî Bi şev dikin lê rêjîma bahsa sûryê bi roj
dike, ji bahsiyê piçûk Heya ê mezin tev didizin ji ber di
hundirê rêcîma partya bahs Hatiye nivîsandin ,û ê nedizê wê
şevên wî tarîbibin Lê qedera Xelkê ji azmanê jore qedera me ji
axa hore,de binvîse ey dîroka Zêrîn ,roj wê vegerin û dizên
mêjiyên tev diz wê li kû bimînin .lê Emê vegerin mijara xwe ser(
rapora şamê ) an civata şamê çawa Siwarên bizina amzeyên xwe
avêtin , bê raman, an ji ber tirsa ne Tirs an ji ber pirsa ku jê
westiyane ji ber ev 45 westiyan ji ber Vî karê zêrîn ku bi sala
di xebitîn wey li min gelek maf anîn ser Hev di paytexta
rojavayê kurdistan de , çawa amzekirin tevan bi hevre weka şêrê
bi tolikê ve girêdayî ,ji eşqa amzeya xwe wê Şevê nerazan ,lê
nizanim ji eşqa an ji meşqa.çawa civîn hate ser Hev , an kê
birêxist an kê xwest ev dimîne pirsa tazî an peyva Tazî .weke ew
dixwazin civîn berdewam bû kî di axivî kî ne di Axivî ew
birsgirêkeke dine, gotinên mezin û gotinên biçûk tev li Hev
vegerandin ,û bi ser hevde guvaştin û netewa kurd ber bi Tava
heyvê xistin.li ber sira hînik kû ji şama şerîf difûre, û
Siwarên bizina di rûniştina xwede çawa xwe divezîlandin , û ava
Zelal divexwarin û bera dunya li hev bizîvire,û amzeyên bi
Pênûsa heyî arzan bê amzekirin . next û rexte guhdarên peyva
Tazî ,destek tenê çepka nadê . û dengek tenê qîrê naghênê,lê
Zivistan baranê di barîne û gulên nûjen buharê dixemlîne . û
Siwarên bizina wê vegerin û berdewam dibe çîrok .
22.11.2005
dildarismail@hotmail.com
|