Binxetê:11.12.2005


Peyva tazî    6                 DILDAR ISMAIL

 Civyan li hev çend serokên patiyên kurd bi tenê (bê milet) Û çend erebên ku xwe dibînin xwediyê dîmuqatiyê û Wekheviyê li hember rêjîma sûriyê ew wiha dibêjin . Civiyan li paytexta sûriyê Li bajarê şamê û weke hûn Dizanin civîn gerim û nerim dibû  dunya dibirin  û tanîn û Çawa guhertin dixistin welatê sûriyê û çawa peymana bi Hevre imzedikin û her wiha dibêjin em qet qebûl nakin ku Tû destê ji derva bên hundirê welatê me û rêjîmê bidin Erdê  û miletê me birçîbikin ( ji ber milet gelek zengîn û Dolmende ) weyî lolo delal lolo  û pirs ji xwe dipirse an ji We dipirse : hûn kîne  hûn bixwe ji hev ketîne …..û pirs Dîse dipirse çawa li hundirê bajarê şamê paytexta bê Bextan hûn li hev dicivin û dixwazin rêjîm xwe bughere . Guhertinek nuh bê kuştin û miştin bê şêr û bê rovî û bê ken Bê ken …de bikene ………ey kenê ji hev ketî ……

Kê maf daye we hûn xîza sor derbas bikin mafê çarenûs Windabikin ji ber çi .pirs dipirse dema gel li pêşe û hûn Xwe divezîlênin  li paş ..maf mafê gele ..gel çi Dixwaze ….ev ji alîkî ji aliyê din ,pirs dipirse civîn çawa Hat li hunderê paytexta Bê bext û Teroristên rêjîmê li we Dinêrin û çepkên gerim ji bona we didin.

Hûn yên ku milet rizgarbikin . li gor tê xwiyakirin ku hûn û Rêjîm di yek mijarêde li daholê dixin .ew mêjiyê ku 50 sal Hatiye xwedîkirin li bin destê partiya baas  de . ew erebên Ku xwe dibînin pêşvero …… an paşverû…. dîmuqratî ……û Bê bextî hê ramanên wa dûrî nerîna çavên   wa Nabîne….mixabin serokên bê ol bê sitreh …an kol… zik Mezin..û  Serî pehn ….ji hevre dibrêjin goştê sor…….

Çawa bi hilfet em li benda daxwiyana helebê man ku wê bi Çi rengî bê

Ji ber bûye leystika çirê bi kurmanciya gewir ,welatê sûryê Her yek li gora xewna xwe pîvana dipîve nerînên ew Mêjiyê ereb ewe û wê ew bimîne…li … şamê  an …halebê  An barîsê û an  li dojeha dawî û an………û an…………..xwîn sore û laş Birîne …kêferate ..hûn çi dixwazin ……..

Bêjin bê fedî bê tirs …..carek tenê ….carek tenê………….,,,,

10.12.2005 dildarismail@hotmail.com
 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien