|
Dildar
Ismail
AX DAYÊ
Ax lê dayê te ez lorandim
Hejandim nav kul û derda
Gerandim nav êşa dunyayê
Bar neke û min nehêle…?
Neyariya jiyanê zore
Jînek ber dewame
Ji rojê dipirsim
Diçim li ber pêlên derya
Xewneroj û dema dînbûnê
Ar disincire dayê
Kelemên evdaliyê dibarînin
Çerxa bê rûmet…peyda dibe
Miryên bin axê.wê rabin
Li ber hêstirên winda
Ji Kelkela hinavên min
Parçe dibin hestî
Winda dibe rastî
Dayê te ez hiştim
Li dora min ar û sînor
Kevirên şahîk û ava gemar
Kêra tûj û nanê sar
Hate min xezeba dunyayê
Berî ez bêm…xaka jînê
Ax lê dayê………Ax..?
Navê te dimîne gul û bax
HEY JIYAN
Tarya pencera dûrbûnê
Windadike hebûna min
Li ber jiyanek arzan
Dibarin hêstirên çavên ziwa…
Ser dengê sazên xemgîn
Mijûl dibim hey jiyan
Tarya şevê………sare
Nale nala rojê……are
Bêhna azadiyê û warê min
Tênê der ramanên winda
Li ser agirkî sincirî
Parçe dibe dil û can
Hey jiyan…
Her dem tû diweşînî
Pelên zer û tûfila pûç
Çavên min miştin ji hêviyê
Û hêvî ji pêlên derya
Sed ax û sed tîr têne min
ji çavên teyên sor
Kor bibin ew çav
Digrîm û di barînim
Hêstirên winda
Nema karim bidim pesnê te
Roj bû wekî şev
Û şev tariye..û..tarîdibe
Her brîndar û bê zarim
Bê war û dil jar..
Di kanya rewşa te de
Bê vîn û bê evîn dimrim
Rojê sed car
Li ber kindalekî bê dar
Yek ji te û yek ji min
Xweşbike carek mirin…?
Hey jiyan……..
Hey jiyan………………?
Elmaniya 2005
dildarismail@hotmail.com
|