k.binxetê.05.10.09.11.55.GMT


HELBESTÊN SASÛNÎ DI KOÇIKA QAMIŞLO DE

Di êvara 29 / 9/2007ê de koçika qamişloya çandeyî şevbêrka xwe ya mihane bi mêvandariya mamoste yê parêzer helbestvanê kurd xelîl sasûnî re bûrand .
Bi amadebûna hin helbestvan û nivîskaran û gurûpek ji keç û xortên xwendevan
Şevbêrkê dest pê kir bi gotina xêrhatin û danasînê bi mamosteyê helbestvan ji alî mamoste rif,et endamê koçikê tevî kêfxweşiyê bi amade bûyan , û di peyde mamoste xelîl sasûnî dest bi xwendina çend helbestên xwe yên bijartî û corecor kir( netewî siyasî civakî û evînî û wergerandî) .
Ûpaş xwendinê dergihê gotû bêjeke ber fereh vebû û li ser gelek xalan rawestihan ji wana :
1=Cudabûna di navbera helbesta nûjen û ya azad û kilasîk de.
2= giramatika kurdî di helbestê de .
3= rikberiya di navbera rêzbendê û belavde .
ûhin pirsên dîtir yên taybet girêday bi mamoste xelîl ve mîna :
1 = çima ta îro tu berhemên wî çapkirî nînin .
2= kengî helbest êrîşî hizrên wî dikin .
3= kîjan ji helbestên wî mezintirîn bandorli wî heye.
Bersiva van pirsan bi geşî û berferehî hate dan ji bal mamoste xelîl ve û li dawiya êvarê sê şîretên taybet arasteyî nifşên bê kirin ew jî :
1= miqtebûn li foliklor ê gelêrî ê resen û parastina wî .
2= toreya kevnareyan û bi taybetî cegerxwîn û ciîrî , ji ber ku em suxteyên cegerxwînin û cegerxwîn suxteyekî melayê cizîriye .
3= ya herî giring ser xweve neçin ji ber ku serxweve çûn derdekî kujeke û lezê liçapkirina berheman nekin ji ber berhemên we nûnerê şaristaniya milletê wene li nav kesên biyanî.
Û şev bi dawî hat bi kêfxweşiya amade bûyan û ta şeveke dîtir vexwendî nûyên koçika qamişlo bin .

Koçika qamişloya çandeyî
29/9/2007
 







 

 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien