Binxetê:22.03.2006


Konfiranas salane yê hefteya çandî despêkir

Kurdo Brîmko

Ev roj Sêşemê li katijmêr 5 êvaran li Hotêla Xanzad li Hewlêrê û li jêr çavdêrîya Nêçîrvan Barzanî, kombenda Kawa yê çanda Kurdî konfiransa salane yê hefteyî rewşenbîrî li jêr dirûşma (Berve bi hêzkirina çanda netewî li rojava) despêkir.
Despêkê birêz Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê di gotinekê de bixêrhatina beşdaran kir û rola kombenda kawa di warê rewşenbîrîde bilind nirxand, pişt re birêz Serbaz Hewramî rawêjkarê rêzdar Nêçîrvan Barzanî gotina serokê hikûmetê xwend û têde balkişand ser çalakîyên rojavayê Kurdistanê di warê rewşenbîrî de û got: "Kurdistana Rojava li Sûrîyayê li gel guhartinên despêka sedsala bûrî, kete tevgereke ber fireh, rêxistin û belavokên wan taybet hebûn û li wê parçî roleke wan rewşenbîrî girîng hebû, wek; Cegerxwîn, Osman Sebrî û Nûrî Dêrsimî, herwiha hunermend Mihemed Şêxo, ew rewşenbîrên wê serdemê bûn û divê nûfşên îroj li gor vê serdemê dirêjî bi peyama wan bidin"
Herwiha birêz girîngî da kesayetîyê vê serdemê niha li rojava û got: "Navê Şehîd Meşoq Xeznawî bi nemirî di dîrokê de dimîne"
Birêz Hewramî ronahî da ser pêşkeftinên Kurdistana Îraqê û got: "Ezmûna Kurdistana Îraqê ku îroj gihîştîye asteke bilind, destkeftineke mezine bo her Kurdekî li hemû dunyayê"

Pişt re birêz Fazil Mîranî sikirtêrê nivîsgeha sîyasî yê Partîya Demokrata Kurdistanê ronahî da ser çalakîyên kombenda Kawa di warê rewşenbîrî de û di gotineke sîyasî de balkişand ser rewşenbîrên Kurdistanê û got ku rewşenbîrên me jî weke welatê me Kurdistanê hatine dabeşkirin, lewre em hewceyî hevgirtinê ne û karê hevbeşin.

Pişt re birêz Dr. Mihemed Mihdî Xoşnav serokê zanîngeha Selehedîn û birêz xato Şêrîn Amêdî serokê Yekîtîya Afretên Kurdistanê heryek ji wan gotinek xwendin, û li dawîyê birêz Seleh Bedredîn çavdêrê kombenda Kawa gotinek xwend têde bi xêrhatina hemû mêvanan kir ku zehmetîya hatinê kişandinine û herwiha ronahî da ser kar û çalakîyên Kombenda Kawa yê Çandî li dirêjahîya kar û xebata rewşenbîrî û herwiha rola hikûmeta herêma Kurdistanê bo alîkarîya wan û hesan kirina çalakîyên wan bilind nirxan.

Hejî gotinê ye ku Ev konfiransa ji berwara 18.04 ta 24.04 berdewam dibe, têde çend çalakîyên çandî encam dide, ji roja despêkê de pêşengehek li bergeha Kombenda Kawa yê hunermendan (Înayet Dîko, Şiwan Helebçeyî, Mihemed Behcet, Osman Heme Seyîd) vedibe û roja dawîyê bi ahengekê dawîyê konfirasê dihêt.


 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien