.

 


 
 
K.B.X-14.04.08.10.00.EU

Sînema Kurd û Şerê Tirkî
Yan jî, çîroka nu a filmê Davîdê Tolhildan

Carek din rejîma Tirk di riya Qunselisên xwe de mudaxele dike, ku filmê kurdî „Davidê tolhildan“ were qedexekirin.
Filmê derhinêrê kurd Mano Xeli „ Davîdê Tolhildan“ carek din ru bi ru li ber çavsoriya rêjima Tirk ma.
Rejîma ceneralên tirk bi rengeki vekirî şer li dij vî filmî dike. Her ki çiroka filmê Davîde Tolhildan hate sînema, lê çîroka duemîn a fîlm û ceneralên tirk dest pê kir.

Festivala 21an a filma li Singapor, ji çend mehan de beriyar stand ku filmê Mano Xelil di festivale de, di bin beşê Sînema cîhanê de bê şani dan.
Bo wilo film rengeki fermi di kataloga festivalê û di rojnama festivalê de hat qeyd kirin û hat naskirîn ku roja 5.4. were şani dan û bîlêtên fîlm jî hatin firoştin. Berî vê deme û di roja 29 Adarê de li Goethe-Institut Singapur film ji bo gelek dîplomasiyan li Sîngapor hat pêşkêşkirin, di nav wan de, çend mirov ji Qunsilisa Tirkî li Sîngapor jî hazir bun.
Roja 5. Nîsanê, namak ji dîrektorê festivalê Berêz Philip Cheah hat, têde dibêje: mixabî bê ku ew razî be, fîlm û ji sebebên „meselên navnetewî“ film ji festîvalê hat kişandin. Zor lê hat, ku eu qerarek wilo bistine.
Di wê rojê de, hemu mediya tirk, çi a xwendinî, çi jî erînî nivîsandî ket dawet û govendê de, ku festîvala Sîngapor „Filmê PKK“ qedexe kir. „Filmê PKK?“
Ji min re gelek bê maene hat, ku tirk kêfa xwe dikin û dibêjin filme PKK, ji ber ku film ne filme PKK ye, film ji PKK nehatiye finans kirin, û ti kontrola PKK li ser derhênana film nîne, ma gelo bo çi Tirk ji kêfa direqisin? Di rojekê de, mi di Internête de dît ku li Tirki zêdî ji 865 rupelan li ser filmê min di axiven, dibêjin, ku Singapora filme“ terroristan“ qedexe kir....!! Û bi regekî serkeftinê diaxivin weke ku derbasî Ewropa bun...wh, ma gelo mesele çi ye..!
Ji bo wilo mi ji nuvre namek ji dîrektorê festîvale re Berêz Philip Cheah re şand, min jê pirsî ma gelo mesele çiye? Ev film hate qebul kirin, meane wê ewe, ku komîsîona festival film baş dît, ma gelo bo çi carek din film ji festîvalê derket...?
Piştî du rojan Berêz Philip Cheah, dîrektorê festîvalê ji min re namak şand û têde wilo hat nivîsandin:

Berêz Mano

Erê, qerar hat standin ku filmê te „Davîdê Tolhildan“ ji festîvalê bê kişandin ji ber ku Qunsilisa Tirkî li Singapor protestek mezin li ber humumeta Sîngapor da şani dan.
Filmê te filmekî delale û lazime ku her kes wî bibîne, lê mixabin ev diniya ku em têde dijîn diniyak xemgîne...

Min ji tere kataloga festîvalê sand.

Bimine di xweşî de
Silav
Philip
!!

Ez jî weke Berêz Philip Cheah, direktorê Festivala Singapor dibêjim erê, çi dinyak xemgîne û bêzare ku em têde dijîn, ev dinya dinyaya xwînxwarên bi qewete, yen ku di dest de maşîna kuştina mirova heye, diniyak xemgîne, gava ku qapana asayê di destê xwînxwara de be, dinyak xemgîne ku mirov ji bo nivîsekê bê kuştin, dinyak xemgîne ku hunermend ji welatê xwe bireve, ji ber ku karekî hunerî kir, dinyak xemgîne gava ku rêjîmek bi qeweta xwe û bi diplomasîa xwe şerê filmekî bike, filmek ku beşek ji rastî ye dide şanî dan...Xemgîne ev cîhan...Xemgîne, gava ku gur bibin şivanên berxan...
Xemgîne gava ku 20 milîon kurd di bin destê Tirkan de bijîn û nikaribin zimanê xwe bi kar bînin, xemgîne ku Ereb kurda dukujin, jiber ku kurd stranan bi kurdî dibêjin... Xemgîne ev dunya, xemgîne duniya Kurda.
Dibe hinek bêjin, bavo bo çi ev şer? Ma ne tev filmeke, û qediya...?Lê mesele ne wilo ye, di filmekê de rastiya jiyanê tê şani dan, rastiya dinyaya Kurda tê şani dan...

Tirk dibêjin ev film „ terorîste“ ma gelo bo çi li festîvalên cîhanî, ên bi nav û deng weke Krakov film festival, weke Split film festival, weke Solothurn film Festival,weke Orient film festival û festivalên din hat şanî dan, ma gelo bo çi televizîona Swîsrî du caran ev fîlm şani da? Ma gelo welatek weke Swîsra filmekî terrorist tucari di televizîona xwe de dide şanî dan??? Ev pirs ji bo TIRKAN ne!!!

Mudaxela Tirkan li welatên ku filmê Mano Xelîl Davîdê Tolhildan şani didin ne her dem dighê ermancên xwe, bi dehan name hatin bo hukumeta Swîsra ku film ji Sînema bê wedexe kirin û li televizîone neyê belav kirin. Lê hukumete swîsra namê wan herdem tavêt çopê.
Tirkî heta roja îro du caran bi serket, lê serkeftina wê dibe bela li serê wê. Film deng distîne û xelek meraq digirin wî bibînin. Cara yekemîn li festîvala filmên Emîrata erebi bun, wê demê film hatibu hilbijartin ku di festîvalê de bê şanî dan, lê çend seatan berî dema ku bê temaşekirin, dîrektorê festîvale Berêz Masoud Umralla Al Ali, xeber da berpirsiyarê film ku wezareta kare derve a emîrata erebî, ji ber mudaxela Turkiye, namak jêre şandine ku dibêje „ ji ber biratiyê di nav tirkiye û Emîrata erebi de, û ji bo karên navnetewî divê ev film bê rawestandin“.

Erê mamuste Masoud Umralla Al Ali, karên navnetewî û Dolar girîngtirin ji şanîdana filmekî li festîvala we, ma ne tenê filmeke...û karên navnetewî û dolar girîngtirin ji gengeşiyê li ser kuştina deh hezarên Kurd, yan jî milîonên Ermen, yan jî sed hezarên Yunanî, erê mamuste Masoud Umralla Al Ali, karên navnetewî girîngtirin ji dizîbuna dîrokek Yunanî li Qunstntînopolis ku tirkan kirin dîrok bo xwe û Agia Sofia yunanî guherandin bi mizgefta Suleyman...
Gelo bo çi Tirk harbune li dij vî filmî?

Hesane, ji ber ku cara yekemîne ku filmek bi rengekî rast, qewet, durust û hunerî zulm û zordariya tirkan li dij miletê kurd tîne ziman û zelal şani dide,
cara yekeme ku teorîa terrorîzmê ku tirkan bi şoreşa kurdî ve gerêdabu tê şikandin û li derew dikeve...bo wilo tirk şerê vî filmê dikin..
Heta roja îro di dîroka tirkî de hê şerek li dij tu filman wili nehatiye wek li dij Filmê Davidê tolhildan, ji ber ku film bi zimanên beyaniya rastiya şoreşa kurdistan tîne ziman.
Tiştek dawi: çiqas zordariya tirkan li dij miletê Kurd mezin bibe, wilo wê şoreşa Kurdî fireh bibe, çiqas zilm û zordariya Tirkan fireh bibe, wilo Tirkiye weke welat wê bihele, dawiya wê tê, û wê ji hev perçe bibe...
Û dawî dixwazim di quhê ceneralên Tirkan de bibêjim: QERDASIM eger hun dixwazin bighên tirêna Ewropa, divê ku hun mala xwe ji nijadperestiyê, şofenîzmê û faşismê paqij bikin, ji ber ku mala we bêhna genî jê difure, ji ber ku di mala we de, hê xwîna Ermen, Ynanî û Kurdan ziwa nebuye. QERDASIM!
Mano Xelîl - Derhinêrê :Davîdê Tolhildan.
Genêv 12.4.2008

http://www.filmfest.org.sg/screening-schedule.php?date=2008-03-29

 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien