.

 


 
 
K.B.X-03.04.08.18.00.EU

Nizar Yosif: Nizar Yosif bûye Rêwîyê xewna efsûnî


Ji hestên hunermend û helbestvanê Kurd Nizar Yosif, Pirtûkeke din li pirtûkxaneya kurdî zêde bû, pirtûk ji 30 helbestî hatiye amadekirin û ji weşanxaneya
Bafet û bi arîkarî û derhêneriya Edîrs Omer çapbûye, gava xwêner rûpelên berhevokê ji ser hev radike ,rastî helbestên evînî, civakî, netewî ku bi hestên pir nazik hatine hûnan din.

Nizar Yosif helbestvanekî hest nazik e, û stiranbêjekî dengxweşe di stirana kurdî ya nûjen de û hem jî şêwekarekî ji asta herî bilind e.

Gava yek hunermend van hersê beşên hunerê li ba xwe bicvînê bêguman wê karibê helbesteke xurt bi afirîn ê.



Nizar di vê berhevoka xwe de ya bi navê Rêwîyê xewna efsûnî,

geh li têlên berxwedana 12 ê avdarê dixe

Geh bi evîdaran re di govenda evînê de sergovendiyê dike. Û û û

Yê din jî ezê ji were bihêlim xwendevanên hêja gava ku hun helbestên Nizar Yosif bixwîn in hûnê bi xwe xurtiya helbestên wî bibîn in.

Navê dîwanê : Rêwîyê xewna efsûnî
Helbesvan: Nizar Yosif
Çapxana: Bafet

Hûn dikarin vê berhevoka helbestan ji helbestvan Nizar Yosif bixwazin
Li ser vê Emaila li jêr.

Nizar-Di@hotmail.de

Xebat Şakir
03.04.2008
 
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien