|
Berî 14 salan
Rewşen xanim Bedirxan koça dawîn kir
Konê Reş
Di roja (01 î 06 î 2006)an de 14 sal di ser koçkirina emîre
Rewşen Bedirxan re derbas bûn.
Rewşen Xanim tekane jine ji malbata Mîr Bedirxanê Botî mabû sax
û naskir di nav gel kurd de.
Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi
taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr
Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di
eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê
ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weşandina kovara
HAWARê, RONAHÎ yê û weşanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û
razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên
kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Şamê, digel wan jî kurdenasên
biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê
xwe yê mamostetiyê di dibistanê Şamê de dikir...
Rewşen Xanim eva ku îro em di dabaşa bîranîna 14 saliya
koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî
nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (xuhên min ên
delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar
nezaniye. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne…) Hawar, 27-
1941.
Vê jina kurd di 16 salan de, şev û rojên xwe bi mîr Celadet re
derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr
Celadet ji nav me revand. Hingê Rewşen Xanim jiyana xwe di nav
rûpelên Hawar, Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê
Caran rondik li ser perîşanî û derbideriya xwe û neferên malbata
xwe baran dine … îro Rewşen Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên
kurd re di warê zanîn, kurdperwerî, nivîskarî û kebanitiyê re,
ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê li keçên xwe kirine.
Di pêşgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (min çi kiribû,
ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji
zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min
canê bavê wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe
di ber kêşeyekê de xerc kir, baweriya wî pê dihat …)
Belê, ji mafê wê ye ku îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi
bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr bîne.
Rewşen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye,
dema ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya,
xwendina xwe di mamostetiyê de li welatê Şamê bi dawî aniye û lê
mamostetî kiriye. di sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr
Celadet Bedirxan re zewiciye, kur û keçik ji wan re çê bûne, kur
Dr. Cemşîd e, berî du salan li Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê,
kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî wek bavê xwe bijîjke û li
Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane kebaniya nivîskarê hêja
Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piştî koçkirina Mîr
Celadet, ji nû Rewşen Xanim ketiye ber pêlên şek û pekên giran
de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî
di sala 1972 an de, mala xwe ji |amê Barkiriye Banyas li ser
peravê derya Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine … ta ku
di berbanga 1-6 – 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor
jor … li ser daxwaza wê, berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi
rûmet, termê wê di eynê rojê de hat guhestin |amê û ew di kêleka
bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de hat veşartin. Hingê
min jî ev çend gotin li ser gotin:

Erê Mîro Felek çex û dewrane
Rewşen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
îri şere li Herekolê Banî
li Cezîra bavê Têlê li |ernex
gelê Kurd mil dane hevdû bi yek rex
şiyar bûne, êdê nemaye ew xew
berxwedan û serxwebûne û hew …
Em jî gelê xwe serwextî vê rojê dikin da ku navê Rewşen Bedirxan
neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev neferên
malbata Mîr Bedirxan bin.
|