عربي

 

 

K.binxetê-03.06.2005

 

 

   



 

Konê Reþ kîye


Pîroz be Qamiþlo !
Konê Reþ

Qamiþlo !
Vê nîvrojê piþtî min nûçe sehkirin bi kuþtin û dîtina termê þex Maþûqê Xiznewî,tenahî û aramiya min ji hev belawela bû ,spîbûna dilê min bi reþahiyê ve hat lewitandin...û xemgîniyê konê xwe di ser Qamiþloka evînê re vegirt..

Qamiþlo !
Çima tu evqasî xemgînî ?! Nizanim..
Tu dibê qey vê êvarê min tiþtekî xwe winda kiriye..Ez bûme mîna hîmekî kevirî,ku rih û can têde nemaye..
Tu dibê qey, ez xatir ji te dixwazim, û piþta xwe didim dost û yarên xwe ..

Qamiþlo !
Tu dibê qey, vê sibehê min qehwe venexwariye,tevî ku min du fincan vexwarine,û ew gul û çîçekên di hewþa xwe de avdane..

Qamiþlo !
Dibêjin : Þêx Maþûqê Xiznewî kuþtî dîtine !!!
Waweylê li vê sosretmayê ,kevok ne ya serjêkirinê ye,darzeytûn ne ya birandinê ye,þînahiya asman ne ya lewitandinê ye ..?!

Qamiþlo !
Xemgîniya me mîna halê ye,em tev jana halê dikiþînin.Þêx Maþûq hat, ku vê halê ji nav me hilîne,çareseriyekê ji vê halê re bibîne ..Wî jî mîna þêx Ehmedê Xanî,evê ku ji berî 300 salî ve hawar û gazî kurdan kiriye û gotiye :
Ger dê hebûya me ittîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hukmet..

Þêx Maþûq jî,bi bîr û bawerî,bi dûrdîtin û zanîn ,dengê xwe tevî dengê þêx Ehmedê Xanwî kir ,da ser þopa wî, û kêþeya gelê kurd ji xwe re kir armanc...Lê dengê wî di gewriyê de fetisandin,gurnijandina zarokên te,di kolanan de qurquçandin,lîlandina jinan beravêtî kirin,Þêx Maþûq revandin,kuþtin û nebedî kirin..

Qamiþlo !
Gelo ! Ev ji kêmasiya te ye..?!
An tu di daristaneke tijî teba re derbas dibî ?!
Tebayên wê bi te re digurnijin û destên xwe davêjin destê te,te ji dengê þalûl û bilbilên daristanê bi dûr dixînin...

Pîroz be Qamiþlo !
Tu jî kete rêza Bedîsa þex Þehabedîn û melle Selîm ,rêza Ameda þewitî û þêx Seîdê Pîran,rêza Dêrsimê û þêx Elî Riza...
Pîroz be Qamiþlo li te þêx Maþûqê Xiznewî.



Konê Reþ

Qamiþlo 01/06/2005
 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien