|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-01.06.08.16.00.EU |
Min wiha Rewşen Xanim Bedirxan naskir
Di got:*Malê kurdan malê mine…*
Konê Reş
Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera Celadet.com
çend pirs ji
min
re şandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê mixabin, di wê hingê de,
ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal min nebû ku
bersivê bidim..
Va îro, bi helkeftina derbasbûna 16 salan di ser koçkirina
Rewşen Xanim Bedirxan re, eva ku di roja 01/06/1992 an de çûye
ber dilovaniya Xwedê, kêfxweş dibim ku bersiva kak Zekî Ozmen a
duwemîn bidim û Rewşen xanim Bedirxan bi bîr bînim..
Pirsa wî jî ev bû: Pêwendiyên we yên xweş bi Rewşen Bedirxan re
hebûn. We kengî û çawa ew nas kir?
Di biçûkaniya xwe de min li çîrok û serpêhatiyên çîrokbêj û
dengbêjan guhdarîdikir. Di nav wan çîrokan de, gelek caran
çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin.. Û wiha sal derbas
bûn, ez mezin bûm.. û di nav salan de ew çîrok û serpêhatiyên
mîrekên Botan, di huş û xeyala min de man û mezin bûn… Min kes
ji wan mîrekan mezintir ne didît..
Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê. Li wir min ji
kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye
Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan
de.. Xweş tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran
Bedirxan kiye ?! Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye..
Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya
xwe de min ew sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got:
Dêmek Dr. Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Bota ye.. Ewên ku ji
biçûkanî ve min li çîrokên wan guhdarî dikir.. Û wiha ji wê
hingê ve, bi evîndariyek mezin min daye ser şopa Bedirxaniyan bi
tevayî û vê paşiyê mîr Celadet Bedirxan bi taybetî..
Di adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi
navê (Gurzek Gul:1989-1992) li Qamişlo weşand, bi weşandina vê
kovarê re, ez li mîr Celadet Bedirxan û pêmayê wî geriyam, ta ku
ez rastî wan çend hejmarên kovara wî HAWARê hatim, ewên ku
rehmetî Heme Reş Reşo, ji (1-24), di sala 1976 an de ji nû ve li
Almaniya dabûn çapkirin… Hem jî, ewên ku rehmetî Mihemed Bekir
Axa, ji (1-9), di sala 1987 an de dabûn hev û ji nûve çapkiribûn..
Di wê navê de min sehkir ku kebaniya wî Rewşen xanim Bedirxan
sax e, li bajarê Banyas, ser derya Spî jiyana xwe derbs dike..
Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra telefona wê
ji Dilawer Zengî stand. Yê ku dostaniya wî bi Rewşen xanim re
gelekî gur u xurt bû û gelek kes di rêka wî û rêka apo Osman
Sebrî re diçûn mala Rewşen xanim Bedirxan. Bi taybetî ji kurdên
bakur û ewropa... Belê nizanim çima Rewşen xanim ji rex kurdên
Suriyê ve dihat veşartin..?!!
Rojekê, min nav dixwede da û telefon jêre vekir:
- Elo, ev mala emîre Rewşen xanim Bedirxan e?
- Belê, ez im Rewşen Bedirxan tu kiyî..?
- Ez kurdek im, min xwest silavekê li te bikim..
- Tu ji kûye, ji kû xeber didî..?
- Ez ji Qamişlo bi te re me Emîre Rewşen, gelo ez dikarim carekê
bême nik te..?
- Çima na kurê min, berî tu were xeberê bide min, telefonê veke…
Û wiha me xatir ji hev xwest…
Piştî dor du heyvan ango di payîza 1989 an de, ez çûm bajarê
Banyas, mala Rewşen xanim Bedirxan. Li gor irf û adetên kurmancî
min hin diyarî, ji mal danehev û bi xwe re birin wek: Qetirmîzek
Hingiv, yek rûnê malê, yek penîrê malê û hin savar û nîsk..
Li Banyas, ji hotêlê, min telefon jêre vekir, soz jê stand û
dawî ez çûm mala wê. Me ji nêzîk ve hev dît û hev naskir.. Gelek
gilî û gazin di wê navê re derbas bûn.. Berî ez xatir jê
bixwazim min jêre got: Dayê! Min hin penîr, hingiv, rûn, savar û
nîsk ji te re anîne, bi hevîme tu wan ji dest min bigire.. Li
min vegerand û got; Te kirîne an te ji mal anîne ? Min
lêvegerand û got: Dayê min ji mal anîne.. Ji min re got; ma tu
ne kurdî, ku tu kurd be, ew malê min in, malê kurdan malê mine…
Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê sîrika ye..? min got
na.. Li min vegerand û got: Xwezî penîrê sîrika ba.. Min soz
dayê ku ezê careke din penîrê sîrika jê re bibim..
Ji wê çûna pêşîn ve nivîsandina pirtûkekê ket serê min de li dor
jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan, hingê jî, min gelek pirtûk
bi zimanê erebî û hin nûçe li dor Bedirxaniyan û mîr Celadet
dabûn hev.. Di çûna din de li bal Rewşen xanim Bedirxan, min
projê xwe bi nivîsandina pirtûkekê li dor jiyan û xebata mîr
Celadet Bedirxan jê re got, hem jî min penîrê sîrika ji penîrê
mala Mihemedê Nayifê Paşê jê re bir… Wê jî bi dilekî fireh projê
min pejirand û pîroz kir..
31/05/2008
Qamişlo
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|