|
Ji berî 107 salan ve çavê me li rojnameyeke rojane ye
K.binxetê/16.05.05
ema ku mirovek bixwaxe pêþketin, û þaristaniya miletekî nas
bike, û bizanibe bê çendî ew gel pêþketî ye,berî her tiþtî çavê
xwe li rojnamegeriya wî digerîne,çavê xwe li desthilata çaran
digerîne.Bi rêka vê desthilata çaran/ rojnamegeriyê/ dikare
hikum bike li ser þaristanî û pêþketina wî miletî ..Mixabin ta
roja îro em miletê kurd ji her sê desthilatên bingehîn yên ku
miletan radigirin û di þaristaniyê re derbas dikin bê parin.
Qey ew jî qedera me kurda ye,me jî ew her sê desthilat ji bîr
nekirine û her û her em bi dûv qezenckirina wan dene..
Belê va 107 sal di ser desthilata me ya çaran re derbas dibe û
hêj rojnameyek me ya rojane nîne,tevî ku rojnamegeriya me di
sirgunê de(Stenbolê)avis bûye û di sirgunê de(Qahîre)
zaye û di sirgunê de(Þamê)tîpên latînî jêre hatine dîtin.
Ma gelo çima rojane nehatiye weþandin û nayê weþandin..? Tevî ku
hejmara me gelê kurd bûye di ser 40 melyon nefer e..û wek ku me
diyar kir rojnamegeriya me di sirgunê de çavê xwe vekiriye û
hêjî ew sirgun cih û warê wê ye ku em rojnamegeriya baþûrê
kurdistanê ji vê mijara xe bidin alîkî ..Bê guman sedem eþkere û
diyarin wek ku hûn tev dizanin...
Heger em bên ser rojnamegeriya kurdistana baþûr,ewa ku ji sala
1992 an de piþkivî û pêþket ,ew rojnamegerî hem di nav car
dîwarên têlbidirî de dîlkiriye,hem jî tîpên ku pê tê nivîsandin
ne li gor daxwaza bêtirî 70% ji gelê kurd de.
Û em bêjin ne bêjin cudahiyek di navbera þêweyê zimanê me û
birayên me kurdên soran de heye û tevî ku ji çend salan ve du
rojnameyên wan (Xebat û Kurdistanî niwê) rojane bi zimanê
kurdî têne weþanadin,û em bi wan serbilindin ,lê kela dilê me
kurdên bakur û baþûrê rojavayî welat hênik ne kirine,me
kesayetiya xwe di wan rojnameyan ne dîtiye..
Çiko em zarokên Melayê Cizîrî ne ,zarokên Ehmedê Xanî
ne, Zarokên mîr Miqdad ,mîr Celadet, Dr.
Kamîran û Ebdulrezaq Bedirxan in,em zarokên rojnameya
Kurdistana dayik in,em zarokên kovara Hawar ,Roja
Nû,Ronahî û Stêr in,em Zarokên wan tîpên ku mîr Celadet
Bedirxan ji me re danîne ...
Em zarokên wan kesane, ewên ku rojnameyeke rojane bi zimanê
kurdî ,tîpên latînî ji wan re xewn û xeyal bû wek:Enwerê
Mayî,Mûsa Anter,Adîp Karahan,Salih Elyûsifî,Husên Deniz,Qedrî
Can,Cegerxwîn,Osman Sebrî,Goran,Tewfîq Wehbî ..hwd
Îro roj em dilþad û bextiyarin ku piraniya kurdan berê xwe dane
nivîsandina bi zimanê kurdî tîpên latînî...û bi vê helkeftinê ev
gotina Mîr Celadet Bedir Xan bi xurtî xwe tîne ser zimanê min:(
kuro ! Eybe ,þerme ,fihête an hînî xwendin û nivîsandina
zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in..)
Di vê derheqê de, ez ji dil û can spasiya wan kesan dikim ewên
ku xwe di ber ziman de di westînin û bi saya serê wan ,piþtî 107
salan va bi dehan kovar û rojnameyên me bi tîpên latînî têne
weþandin,lê mixabin hêj rojnameyeke me ya rojane,bi tîpên latînî
xwe di holê de bi nav nekiriye..Em bi hêvîne ku vê yekê jî
bibînin û hêvî dikim ku bi berdewamî ev karê pîroz bê
þopandin,þert û merc di berdewamiyê deye.
|