|
Bi helkeftina ku di 22ê nisanê de 107 sal,di ser deçûna yekemîn
rojnameya kurdî bi navê (Kurdistan) derbas bû, kêfxweþ dibim ku
ez vê panorameyê li dor weþangeriya kurdên Binxetê ji
xwendevanan re berhev bikim,di gel ku cejna wan pîroz bikim.
Bê
guman di wiha xepartin de li dor weþangeriya kurdî di Binxetê de
, mirov nikare çavê xwe ji çalakiyên weþangeriya destxetî ya ku
þêx û melayên kurdan di binxetê de pê radibûn bigire.Bi saya
destnivîsên wan,gelek berhemên helbestvanên navdar,ji windabûnê
hatin parastin,mîna dîwana melayê Cizîrî,Nehcelenama Mele Xelîlê
Sêrtî,helbestên Feqehê Teyran ,Mem û Zîna Ehmedê Xanî..hwd
Hem jî em nikarin çapxaneya ku Bihiþtî Hisên Hiznî mukiryanî di
sala 1915 an de li Helebê damezirandibû di ser guhên xwe re
bavêjin..û ya herî giring ,em nikarin di ser kovara Hawarê(1932-1943)û
weþanên wê re biqevêzin-(Ev weþana ku yekemîn û dawîtirîn
kovara kurdî ye di nav kurdên Binxetê de ku bi destûr hatiye
weþandin,di pey re ziman û weþanên kurdî bûne qedexeye ta roja
îro..)-Hem jî em nikarin di ser kovara Ronahî
(!943-1945)re derbas bin..Bi saya Mîr Celadet Bedir-Xan
weþana kurdî destpêkiriye û wiha kerwanê weþangeriya kurdî
dûrêzî hev bûye ta roja îro..Belê gelek kelem û asteng di pêþiyê
de hatine danîn,nexasim piþtî ku Firensî ji sûriyê hatine
deranîn di sala 1946an de ,ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe
ye,nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye ta hu nivîsandinên bi
zimanê erebî li ser kêþeya kurdî qedexe ye..û wiha ev qedexebûn
berdewame ta toja îro..lê tevî van qedexeyên dijwar rewþenbîrên
kurdan li ber xwe dane,ji desthilanîn neketine û di sala 1954an
de dîwana melayê Cizîrî weþandine ,di sala 1956 an de dîwana
Apo Osman Sebrî (Bahoz)hem jî (Derdên me),di
sala 1954 an de (Çend rûpel ji wêjeya kurdî)ya rehmetiya
Rewþen xanim Bedir Xan,hem ji di wan salan de
bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di
heman kat de hatin qedexe kirin,di gel dîwana Cegerxwîn ya
didiwan..û wiha heyamekî bê dengiyê di wan çend salan re di ser
weþangeriya kurdî re derbas bû,ji bilî belavokên rêxistinan yên
bi dizî..Ta ku di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara (Gulistan)belav
kir û di sala 1973 an de dîwana xwe ya sisiyan (Kîme Ez)li
Beyrûtê çap û belav kir...Di sal 1979 an de kovara Gelawêj
hat weþandin,di sala 1983 an de kovara Stêr,di sala
1983an de Xunav,û her wiha Gurzek Gul di sala 1989
an de,Zanîn di 1991ê de,Aso do 1992 an de,Pirs
di 1993 an de,Bihar di 1994 an de û di pey wan re
Rojda,Deng,Newroz,Delav,Xwendevan,Jîn..hwd .
Ji
sala 1990 û bi virde,hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi
zimanê kurdî hat girtin.Di wan salan de gelek dîwan ,kovar
,pirtûk hatin weþandin ,ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin
cezayê wê mezin bû,lê ji berî çend salan ve ,nexasim piþtî
yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket ,ew rêka çûk jî ji ber me
hat girtin,tevî ku di wan salan de me li Þamê çapdikir û me li
ser datanî li Beyrûtê çap bûye ,xwediyên çapxaneyan jî gelek
pere ji me distandin ,bi behana ku ew tiþtekî qedexe ji me re
dike..
Vêca em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana baþûr û dervî
welat (Eurûpa û Stenbolê)ku em li wîr berhemên xwe çap bikin,hem
ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...
Di baweriya min de evin asteng û arîþeyên ku di pêþ weþangeriya
kurdî de li Binxetê hene ,ango weþangeriya me bi qedexebûna
zimanê me ve girêdayî ye,çendî qedexebûna ziman rabe wiha wê
weþangeriya me bi pêþ keve .Em li hêviya wê rojê ne.Ew roj nêzîk
dibe.
Konê Reþ
Qamiþlo
|