|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-16.05.08.11.30.EU |
Di Yadîvegera 76 Saliya Kovara HAWAR ê De
Konê Reş
(Dema
ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan
e, ne tenê ji bo Kurdên başûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû
perçên Kurdistanê zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih
bigirin, ezê jî piştgiriya wê xebatê bikim...)*
Serok Mesûd Barzanî
Ezbenî ! Cihê şanaziyê ye ku em 76 saliya yadîvegera yekemîn
kovara kurdî, bi tîpên latînî bibîrbînin. Ev kovara ku yekemîn
hejmara wê di 15 gulana 1932 an de, li Şama şerîf, ji rex mîr
Celadet Alî Bedirxan ve dihat çap û belav kirin.
Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan xwediyê
Hawarê, û giringiya weşandina wî ji vê kovarê re, ev bû; Ku
zimanê kurdî bê parastin û kurdiya latînî di seranserî
kurdistanê de belav bibe.. Hem jî ku kurd wek tevayî xelkên
cihanê bibin xwedî elfabeyeke xweser…Mîr Celadet xweş bawer bû,
ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman
ji yekîtiya tîpan destpêdike û wek ku gotiye: Herwekî me çend
caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête
pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî
ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî
miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke
di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne
nivîsandin.))
Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg
xwe ji ber projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî..?! Li kovara
Hawarê hejmara (10an, Sala 1932an) Vegere, gotarê Mîr yê bi navê
(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ), hem jî ku bersive ji Pîrût re
li ser gotarê wî (Ekis Sedayî Hawar ). Hingê wê xweş ji we ve
diyar bibe..
Erê Ezbenî, ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe
tevî dengê mîr Celadet Bedirxan kiriba û piştgiriya wî ji weşana
Hawarê û tîpên ku wî ji zimanê kurdî re bijartine, bi erênî
pejirandiba, îro roj, ev problema ku li Kurdistana azad, di warê
standardkirina zimanê kurdî de heye, çê nedibû..Ev problem
gelekî xerabe wek ku hun tv dizanin, cudabûnê dixe nav kurdên
bakur û başûr de.
Ev problem di roja 28/ 4/ 2008an de, di heftnameya Rûdaw,
hijmara 4 an de hat diyar kirin, dema ku wezîrê perwerdeya
Kurdistanê birêz Dilşad Abdulrehman piştiriya xwe ji wan 53
kesên soranîaxêv re bi erênî pejirandiye, ewên ku beyannameyek
di rojnameya Rûdaw de belavkiribûn, ku şêwezarê (Soranî) bibe
zimanê standard li Kurdistanê. Tevî ku ev yek qet nayê
pejirandin ji rex rewşenbîrên resen ve.. Belê me çend dengên bi
hêz di vî warê de seh kirin wek, birêz Hesen Silêvanî, serokê
yekîtiya nivîskarên kurd tayê Duhokê ku wî di hevpeyvîneke
taybetî de ji bo Avesta bal kişandiye ser vê pirsgirêka di
navbera rewşenbîrên Kurd de li ser pirsa soranî, kurmancî û
alfabeya kurdî û wiha gotiye: Tu kes li herêma Behdînan naxwaze
soranî bibe zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min
kurmancî bihêlin û biçin tenê bi soranî perwerde bibin. Tu kes
vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê yekê ne. Em tu caran qebûl
nakin soranî bibe zimanê perwedeyê yê standart... Em qebûl nakin
kesek li ser zarokên me soranî feriz bike.. Riya herî baş ewe ku
hem li herêma Soranan hem jî li herêma Kurmancan, bi her du
zaravayan perwerde çêbibe..."
Her wiha birêz Mihemed Ebdela cigirê serokê yekîtiya nivîskarên
kurd li Duhokê, wî jî wiha gotiye: Daxwazê ji hemî zimanzan,
pispor, nivîser, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdperwer û dilsoz
li devera kirmanciya xwarê dikin ku mafê yê beramber biparêzin û
palpiştên binemayên dîmokirasiyê bin û ji zimanê sepandinê dûr
kevin û evê biriyarê ji bo me û zarokên me bihêlin, ku her li
qûnaxa yekê seretayî ta qûnaxa dûmahiyê ji zankoyê bi şêwezarê
dayika xwe bixwînin û binivîsin û perwerde bibin, eve jî mafê me
yê rewaye, eger we bawerî bi mafê mirovî, dîmokirasiyê û bîr û
boçûnên cuda cuda hebe...
Belê ya herî xweş ku van hersê şareza, pispor, zimanzan, dilsoz
û kurdperweran ku bi şêwezarê (Soranî), kirmanciya xwarê
dipeyvin, (Dr. Emîr Hesen Por, Dr. Rêbiwar Fetah û Hesen Qazî),
wan jî beyannameya wan 53 nivîskarên xwarê red kirine û daxwaza
wan nepejirandine..Ji xwe ez nayêm ser gotinên nivîskarên bakur
û rojava.. ew kirasê xwe diçirînin..Belê ezbenî wek ku hûn mêze
dikin, va piştî 76 salan careke din em li mîr Celadet Bedirxan
vedigerin û li kovara wî Hawarê vedigerin û mêze dikin, bê ew
çendî di vî warî de, dûrdîtî, şaraza û zana bû..Ji berî 76 salan
ve wî berhemên piraniya nivîskarên kurdan bi şêwezarê Soranî û
Badînanî di kovara xwe Hawarê de belav dikirin..Mixabin, ku roja
îro, nivdewletek me çêbûye nikare kovarekê wek Hawarê bi herdu
şêwezaran biweşîne..
Kovara Hawarê, ev kovara ku yekem car di dîroka kurdan de zimanê
kurdî bi kurdiya latînî, herdu şêwezar, di nav rupelên wê de cih
digirtin... Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi
herdu şêwezarên, bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêşîn ji
vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weşandin, ango ji berî
76 san ve, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye.
Ev kovar li bajarê Şama şerîf, dihat çap û weşandin û li nav
Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta
Mûsil û Bexdayê belav dibû..Cihê mîr Celadet Bedirxan buhişta
rengîn be.
* - Ev gotina serok Mesûd Barzanî ye, ya ku wî li Duhokê, di
civînekê de gotiye, dema pirsa ziman hatiye rojevê, min jî ev
gotin ji hevpeyvîna ku Avesta bi birêz Silêvanî re kiriye
girtiye.
Qamişlo 15 gulana 2008
|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|