.

 


 
 
K.B.X-28.05.08.13.45.EU

EZBENÎ ! – 9 –
HISARGEH!

Konê Reş
 

Ezbenî!
Hisargeh, têwerandin an rexûrûgirtin tev bi yek wateyê ne. Belê ezê gotina hisargehê bi kar bînim. Ev hisargeha ku roja îro konê xwe, bi dijwarî di ser te re vegirtiye. Hisargeh ne tenê eve; ku tu di şeran de, têkçûbe, bi devê tivingên dijminan hatibe dorpêçkirin, dijminan çarçoveke bi mayîn û têldirî li dor te çandibin an mafê te yê netewî û rewa li te hatibe qedexekirin.. Na ezbenî na.. Lê tu di hisî ku tu di hisargehê de ye. Hêt li dor te têne hev.. Banê mala te, hin bi hin nizim dibe.. û tu li dergehekî digere, li rêka çûk digere ku tu karibe têre bifire û ji vê hisargehê rizgar û azad bibe..

Belê ezbenî tu mîna ewê ku li balafirekê siwar bûbe, wê balafirê rêka xwe winda kirbe û li ser kêlîka be ku di deryayê de werbe.. Ne cihê wê li asman heye û ne erd û derya karin wê biparêzin..

Erê ! Mal li te teng dibe, heyam li te teng dibe û tu di rêzê de sekiniye, xelkên li pêş te, te ber bi paş ve dehif didin û xelkên li paş te, bi pahînan li te didin…Û tu nikarî li ber xwe bide.. Bervedêriya xwe bikî..

Ezbenî tevî ku welatê te fireh e, ji çiyayê Kurmênc, Kobanî ta bi Cizîra mîr Şeref dirêj dibe… Lê gavên te bi qeyd û lelan girêdayî ne..Tu ne serbest û azadî û nema tu dizanî berê xwe bide kû..!!

Ezbenî! Ne nasnameya te fêdê li te dike û ne serokên rêxistinan fêdê dikin..Tu bûye mîna tûmê kelemperê, li ber bayê payîzê dixindirî..Tu nema dizanî kî werîsê te sist dike û kî dişidîne..

Tu dixwazî bikî hawar û bangkî: Ta kengî emê wek berikên Domîno û Şetrencê bin.. Ta kengî..?!! Ta kengî emê di welatê xwe de ji mafê xwe yê netewî û rewa bê parbin..?! Ta kengî wê her 12/13 rexistinên vî miletê birçî û penaber, şerê hev bikin û li ser çi?!!!.. Û va her 12 bendên nîjadperestan bi hêsanî pêk tên..Du kevirên te saxlem li ser hev nema ne?!! Gelo ev hisargeha ku li ser te dimeşe bi plane..?

Erê Ezbenî eger ev hisargeha ji derve, te têşîne, ta pileyekê te dixenqîne.. lê li dor xwe mêze bike, li dor te çi diqewime..?!
Xelaye ezbenî xelaye..! Xezeba ebdan ne bes bû, xezeba suriştê jî daye pey.. Saleke kesî nedî, dibuhir e.. Biharek bi toz û ecacok, bê gul û kulîlk derbas dibe... û dem rehmê nake.. Birçîbûn bi rex te ve bazdide û milet di penaberî û mişextiyan de ji hev belawela dibe.. Bi sedan mal koçberî metropolan dibin.. Ne çemê Ferat di hawara te de hat û ne çemê Dicle li ser te giriya.. û zîhayê bihabûnê serê xwe rakiriye, bihabûneke bê pîvan di hundirê mala te de digere.. Destê xwe li qirika te dişidîne..û tu nizanî kengî wê ev dînbûn, ev hisargeh bêguhertin, welî bibe û nemîne.. Belê, ez bi vê hisargehê hisyame û dihisim ku, dengê min tê dizîn û êdî nema dizanim, çi di nav qerebalix û xirecira sikak û cadeyên vî bajarî de dibe û çi bikim.. Bajar xerîb xuya dike û dêm xerîb xuya dikin.. Ka ew bajarê ku ez di sikak û kolanên wê de dimeşiyam..?

Erê ezbenî! Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê û deşta Hesinan birîndarin.. Di vê hisargehê de rojane bi dehan mal koçber dibin..

Qamişlo 26/05/2008
 

.

 

 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien