عربي

 

 

K.binxetê-04.05.2005

Azadkirina Girtiyên 12 ê Adarê û Vegerandina
Nasnameya Kurdan Gavek Erêniye..Lê
                        
                                                                                  Konê Reþ


Diroja 29/03/2005an de serok Sûriyê Biþar El Esed fermanek taybetî deranî bi azadkirina (312) girtiyên adara 2004 an ji zindanên Sûriyê. Ev girtî ji tev herêmên ku Kurd lê dijîn di Sûriyê de ji Dêrika Hemko,Tirbespiyê,Qamiþlo,Derbasiyê,Serê Kaniyê,Kobanî,Efrînê,Helebê ûTaxa Zorava li Þamê.Hin jî hêj nehatine berdan ,nemaze yên ku vê paþiyê bi eynî tawanê hatine girtin .

Wek ku diare,Ev kesane di adara 2004 an de hatin girtin,ji encamê yariya topapê de di stada qamiþlo de ,dema ku þerek di nav bera tîmê Elcîhad yê Qamiþlo û tîmê Dêra Zorê de qewimî û çend kes ji Kurdan hatin kuþtin...Ya dinî rojê(12/03/2004)rengê serhildanê stand û wiha serhildan li tev bajarên kurdan di sûriyê de belav bû ji Dêrikê ta bi taxa Zorava li Þamê di encam de dor 30 Kurdî hatin kuþtin ,bi dehan birîndar kirin û bi sedan zindankirin...

Bi azadkirina van 312 kesan ji zindanê kêf û þahiyek di nav Kurdên sûriyê de belav bû û rehetiyek li ser dêmê Kurdan hat dîtin û li her bajarekî bi siloganên :Bijî Qamiþlo,Bijî kurdistan Bijî serok Biþar û Bijî serok Barzanî pêþwaziya girtiyan hat kirin.Di rojên 31ê adarê û 1ê nîsanê de konên pîrozkirina girtiyan di taxên bajaran de hatin vegirtin û girtî ji rex cemawer ve hatin pîroz kirin ,di gel gerandina govendan û duriþmên kurdewarî û spasî ji serkê welat Biþar El Esed re ...

Di bin konê þahiyê de serokên tevgera Kurdî bi tev baskên xwe ve xuya dikirin û wan pêþwaziya cemawer dikir .

Ji bo rastiyê,hikumetê ti rêtengî an acizî an asteng ji cemawer re çênekir..

Di roja didwan de ango1ê nîsanê,Þêx .Dr.Maþûqê Xiznewî gotinek balkêþ di bin konê þahiya azadkirina girtiyan de  got:( ..Ez ji cihin bilind serwextim û va ez mizgîniyê didim we ku ji niha û heyv û nîvekê ve tev kesên ku bê nasname ne ,wê nasnameya wan li wan vegere...û êdî nema Kurd di sûriyê de dimînin ji welatiyên nemra didiwan...Qutabiyên ku ji zankoyan hatine qewirandin ,wê vegerin zankoyên xwe ..girtiyên ku mane di zindanan de ,nêzîk wê ew jî bêne berdan...)Þêx Xiznewî ev gotina xwe di nav siloganên :Bijî Kurdistan,bijî Barzanî û bijî serok Esed berdewam dikir..

Bi fermana azadkirina girtiyan re hat gotin ku wê nasnameyên kurdan jî li wan vegerînin,Þêx Maþûqê Xiznewî jî ev yek di bin konê þahiyê de çesipand û wiha di nav cemawer de hat belav kirin..lê tiþtekî fermî ji rex dewletê ve ta vê kêlîkê bi vê yekê nehatiye diyar û eþkerekirin kirin.Bi tenê hikumetê lîsteya navê xelkên  bê nasname ji daîreyên Nifûsê di parêzgeha Cizîrê de xwestine.Tiþtekî din ji bilî vê yekê pêve nîne.Tev gotinên ku têne gotin propagenda sikak û kolana ye.Belê tevî ku propagenda ye ,xelk pê kêfxweþ û dilþadin..

Hejmara kurdên bê Nasname:

Di roja 05/10/1962 serjimarek taybet di herêma Cizîrê de hat li darxistin,di encamê wê serjimarê de du nifiþ ji Kurdan ji welatîbûna sûriyê hatin bi dûr xistin.Nifþek di Nifûsê de bi navê (Biyanî) hatin tomar kirin,hejmara wan 120 hezar nefer bû ,û nasnameyên wan ji wan hatin standin,bi kertên sor yên biyaniyan guhertin.Roja îro hejmara wan digihêje nêzîkî 250 hezar neferî.

Nifþê din ,kertên sor jî nedan wan,û nav li wan kirin (Mektûm ) ango (Nebedî)hejmara wan dor 75 hezar neferî heye,bi tenê nasnameya wan kaxezek ji mixtarê gund yan taxê ye. 

Ez ne bawerim ku wiha bi hêsanî rêcîma suriyê nasnameyên kurdan li wan vegerîne,ji ber ku kurdên ku nasnameya wan ji wan hatiye standin,çi Biyanî û çi Mektûm,di navbera 43 salan de gelek zerer dîtine ,pêwîste bi vegera nasnameya wan re ,zerera ku li wan hatiye jî li wan vegere. Wek nimûne xaka ku rêcîmê dane erebên dervî parêzgehê li wan vegere,ew xaka ku ji sedê salan ve di destê bav û kalên wan de bû .Ev kîdarîþên nijadperestî akamek mezin li ser rewþa jiyana  kurdan ya aborî û civakî kiriye,nemaze yên bê kar û xak  man,wan ji neçarî berê xwe dane bajarên hundirê sûriyê yên mezin wek Þam û Helebê,û hina jî berê xwe dane dervî sûriyê wek Ewropa û deverên din ji dinyê ji bo pariyê nanê xwe û zarokên xwe .

Raste 312 kes ji zindanên sûriyê hatin berdan,lê gelo raste wê nasnameya kurdên Biyanî (Ecanib) û Nebedî(Mekûm) lê wan vegere,û zerera ku hatiye serê wan ji 43 salan ve çareser bibe  ? û gelo çareserkirina kêþeya gelê Kurd di sûriyê de di zîvirandina nasnameyan tenê de ye..?!

Em bi hêvîne ku rast be û wekhevî û aramî di herêmê de belav bibe.

Konê Reþ
Qamiþlo

 

 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien