Binxetê:02.11.2005

Şînname ji birêz Elî Qazî re
Mîrzayê bi rûmet Elî Qazî Serokê malbata Pêşewa Qazî Mihemed

Silav û rêz
Ezbenî ! Bêguman di heyamê Komara Mehabad de,bav û kalên me ji pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî re,di lîlandin û li çepkan didan...Va dor 60 salî di ser wî heyamî re derbas dibe...Lê hêjî dengvedana navê pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di guhên me de li hev vedigere..Her ku em navê (Qazî) seh dikin,di derhal de navê pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî têne bîra me ...
Di van rojan de,dema me sehkir ku,Fetahxanê Seyfî Qazî,kurê Mihemed Hisênxanê Seyfî Qazî,yê ku wezîrê cenga komara Kurdistanê bû li Mehabadê û şêwirdarê serokê komarê bû ,di qezayeke tirafîkê de canê xwe ji dest berdaye ..
Em bi vê nûçeya diltejîn re,gelekî li ber ketin û pêre pêre gelek tişt li dor komara kurdistanê û pêşewa Qazî û hevalên wî hatin bîra me ...
Yezdanê dilovan tevan di buhişta xwe de şad bike..
Em jî sersaxî û serxweşiyê ji malbata Qazî,ya bi nav û deng di kurdistanê tevayî de,di xwazin û ji Yezdanê gewre hêvî dikin ku wan ji belayan bi parêze ..
Ezbenî ! Heger bav û kalên me,di danîna binghê komara Mehabadê de govend gerandin û lîlandin..di sêdarkirina pêşewa Qazî û hevalên wî de şîn kişandin,va îro em jî,bi we re beşdariya şînê,di koçkirina Fetahxanê Qazî de dikin...
Serê gelê Kurd sax be ,serê malbata Qazî sax be ,yên mayî her dem di xêr û xweşiyê de bijîn ..

Konê Reş
Qamişlo 04/11/2005
 

 
 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي     ©      Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

   

   كردستان سوريا

 Kurdistana Binxetê

 Kurdistan Syrien