|
|
|
05.10.2009 |
Mihemedê Seîd Axa Deqorî lehengê Sînema
Amûdê
Konê Reş
Wek ku diyare di roja 13/11/2006 an de, 46 sal di ser şewata
sînema(Azadî)re li Amûdê derbas dibin. Ew sînemeya ku di roja
13/11/1960 î de, 280 zarokên kurdan têde hatin şewitandin û ku
ku îsal 78 sal di ser roja jidaykbûna lehengê wê sînemê re,
Mihemedê Seîd Axayê Deqorî re dibuhire.
Bi vê helkefti nê,
pêwîste ku em wî bibîr bînin, çiko mirov nikare li dor bûyera
sînemê raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa (Bavê
Fehed) ji bîr bike .
Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye. Di eynê
salê de, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de
hatiye danîn, û fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine. Di sala
1937 an de Amûdê bi firokên Fransîzan hatiye şewitandin û bavê
wî Seîd Axa ji Amûdê revyaye, xwe li çiyayê Şingalê girtiye û
xelkên Amûdê derbiderî mane...ji wê hingê ve ji Amûdê re tê
gotin (Amûda Şewitî) an Amûda Bavê Mihemed ..
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê
derbaskiriye, û çîroka evîndariya wî bi ciwneke Kurd re, bûye
perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja 13/11/1960 î de, ango ji berî 46 salan ve, li
çayxaneyeke Amûdê rûniştî bû, jêre gotin: Agir bi sînema Azadî(
ya ku tekane sîneme bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem
bû û berê xwe da sînema malwêran, êrîşî nav rivîna agirê sînemê
kir û zarok derxistin...hina jêre got:Va kurê te Fehed ji sînemê
derketiye, tiştek pê nehatiye... wî li wan vegerand û got: Tev
zarokên min in....û bê hedan, zarok ji nav rivîna agirê dojeha
sînemê rizgar kirin... ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û
canê wî jî tevî canê wan 280 zarokên kurdan çû buhişta
rengin..Hêjayî gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê tev şehîdên Kurdistanê bibare .
Konê Reş
|
|
. |
|
|