K.binxetê.19.11.05
45
saliya þewata sînema Amûdê
û 77 saliya zayîna lehengê wê( Mihemedê Seîd Axa)
Konê Reþ
Wek ku diyare di roja 13/11/2005an de 45 sal di
ser þewata sînema(Azadî)li Amûdê derbas bû,ew sînemeya ku di
roja 13/11/1960 î de 280 zarokên kurdan têde hatin þewitandin li
bajarê Amûdê,hem jî ku îsal 77 sal di ser jidaykbûna lehengê wê
sînemê Mihemedê Seîd axayê Deqorî re dibuhire.
Bi vê helkeftinê pêwîste ku em wî bibîr bînin,çiko mirov nikare
li dor bûyera sînemê re raweste bê ku navê lehengê wê Mihemedê
Seî d
Axa (Bavê Fehed)ji bîr bike .
Ew di sala 1928 an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye ,di eynê
salê de sînor di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn,û
fransîzan Cizîr bi tevayî dagir kirine ,di sala 1937 an de bavê
wî Seîd Axa (Hatiye þemtandin)û Amûdê bi firokên Fransîzan
hatiye þewitandin û xelkên wê derbiderî mane ,ji wê hingê ve ji
Amûdê re tê gotin (Amûda Þewitî)an Amûda Bavê Mihemed ..
Mihemed biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tevî xelkên wê
derbaskiriye ,belê çîroka evîndariya wî bi (Zerga )re,bûye
perçak ji folklorê kurdî ..
Di roja 13/11/1960 î de ,ango ji berî 45 salan ve,li çayxaneyeke
Amûdê rûniþtî bû,jêre gotin: agir bi sînema Azadî( ya ku tekane
bû li Amûdê)ketiye ..Hingê ji cihê xwe çem bû û berê xwe da
sînema malwêran ,êrîþî nav rivîna agirê sînemê kir û zarok
derxistin ,hina jêre got :Va kurê te Fehed ji sînemê derketiye
,tiþtek pê nehatiye wî li wan vegerand û got : Tev zarokên min
in....û bê hedan zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemê rizgar
kirin ta ku stûnek agirî bi serde hat xwarê û canê wî jî tevî
canê wan 280 zarokên kurdan çû buhiþta rengin..Hêjayî gotinê ye
ku Fehed kurê wî yê tekane ye.
Rehmeta Xwedê li canê wî û canê tev þehîdên Kurdistanê bibare .
Konê Reþ
Qamiþlo 14/11/2005
|