.

 


 
 
K.B.X-19.03.08.18.35.EU

KURTEPISTEK DI GUHÊ TE DE
Konê Reş

1
Di welatê min de;
Dema ku xerab di govenda şerê te de
Biraqisin..
Zikreş di bin simbêlan re
Bikenin..
Dîkên şinik li ser tingê mala te
Bi qud - qud bin
Hingê xweş bawer be ku tu bi serketiye.

2
Madem çolistana fireh û bê deng,
Gir, hêrik û qelaçên ker
Bi aso re dirêjî asman dibin û
Têkiliyan pêre datînin..
Pêwiste tu biaxifie..

3
Dema ku kêlîkên dijwar û çetîn,
Bîstikên xweş û şêrîn û
Salên dirêj derbas dibin
Çima tê li hespa demê siwar nebe..

4
Di welatê min de;
Şêrên birçî di hêrik û geliyan de
Xwe di qurmiçîn in û
Gurên har li ber tava heyvê
Diraqisin.

5
Bixwîne bê çi dinivîsim;
Ev buyera ha carekê li Qamişlo
Qewimiye..

6
Warê şah û melekan
Ji xwe re neke war
Bawer be gelek kesên
Li dor wan
Di xemgîniyê de
Dijîn.

15/03/2008
 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien