K.binxetê.03.02.06
Ez keçeke biçûk im
Konê Reş
Ez keçek e biçûk im
Navê min kirine Zozan
Keçek wek tev keçam e
Ji Japan ta bi Espan
Pirtûk tevde dibêjin
Welatê te Kurdistan
Ez jî,paye dibêjim
Bijî dayika niştiman
Di xewnan de dibînim
Siyabend , Memê Alan
Xanî, Koyî, Bedirxan
Babab, Simko û Barzan
Ewin bav û kalên min
Keçek im ji Kurdistan
Paye, serbilind im ez
Bi vê dayika niştiman
Konê Reş
Qamişlo
|