عربي

 

 

K.binxetê-30.06.2005

 

 

   



 

Konê Reþ kîye

K.binxetê.24.12.05

 

Zeriya min !

Konê Reþ


Were Zeriya min were !

Bi kûve direvî ?!

Tê bi kûve herî û

 Vî dilê reben

Bi xwe re bibî ?!

Te nîvê bi evîn ji min

 Dizîye

Nîvê hîledarî,

 Ji laþê min re hiþtiye ?!

Were vî nîvê jî ji xwe re

 Bibe ..

Ne ev nîv dikare bi hilgirtina barê laþ

 Rabe û

Ne laþ dikare bi heza vî nîvê hejar û belengaz

 Bijî ..

 

Were, te ez di navbera jiyîn û mirinê de

 Hiþtime..!

Tu û mirin li bal min bûne

 Wek hev..!

Hêza we herdiwan

Wek heve

Her yek ji we min bi dûv xwe de

Di kiþkiþîne ...

Ez jî di vê navê de,

Bê çare û þaþomaþo

 Mame,

Serî li min hatiye

 Gerandin..

Êdî nema bakur ji baþûr

 Nasdikim,

Çiya û geliyan ji hev

 Derdixim û

Þev û rojê ji hev

 Di tefsilînim...

 

Were Zeriya min were !

Were û

 Herdû nîvên dil

Bi hev ve perçîm bike

Ji nû agirê dil

 Dade û

Bi ardiwê evîna xwe

Gur bike ...

 

Were !

Netebitîbûn û bêhedaniya min

Çareser bike

Kêmasiyên min

 Þanî min bide

Kilîta windayên min

 Bixe destê min..

 

Were ,belkî tu aveke sar

Bi ser agirê hinavê min de

 Dakî û vemirînî ..!

Penaberiya ku ez têde

 Dijîm,

Dûrbûn û cefaya ku ez di nav de

 Raketîme

Nêzîk bikî ....

 

Were Zeriya min !

Were , min li welatê min

 Vegerîne !

Hêjî pîne li þûna pîne

 Têne dirûtin

Di þûn daristanên þewitî de

Derfet heye ku em ji nû

 Daran biçînin,

Tenûra temirî careke din

Dadin ,

Xaka ku ji dehê salan ve beyare

Careke din bajon û

Tovekî nû di qata  vê jînê de

 Werkin.

 

Raste !

likumandina bi dûv likumandinê de

Westandine lê Zeriya min !

 Likumandin

 Nîþana berdewamî û

 Hezkirina  jiyanê ye

De were ,dem  dilovaniyê nake û

Vî dilê reben  rehet bike.

 

Qamiþlo
 

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien