K.binxetê.21.08.06
Bi(TÎR)ek xwe beþdariyê bi me re bike ..
Konê Reþ
Îro 12 tebaxê ye. Ez li buroya mamoste Rezo Osê bûm. Careke din
ez û wî ketin giftûgoyê de li ser biryara perlemana kurdistana
baþûr. Li dor ku wê bi tenê þêweyê zimanê soranî bikin zimanê
fermî û perwerdeyê di seranserî kurdistana azad de...Ji Zaxo ta
bi Xanqînê, Zemar û Þingal ..
Piþtî ez hatim malê, min posta xwe vekir, min dît ku gelek name
ji min re hatine, di nav wan de, du nameyan huþ û mejiyê min
tevdan. Bi yekê re þadiya dil bilind bû, û bi yekê re þînê û
mixabîniyê konê xwe di ser xeyalên min re vegirt..Bi nameya
yekemîn re min lîland û li çepkan da, ku vaye wê rojnameyek me a
rojane, bi navê Azadiya Welat ji Amedê derkeve.. Ez dibêjim
rojane, ango em kurd jî bûn wek xelkên cîhanê xwedî rojnameyeke
rojane.
Ev pîroziyeke mezine ji gelê Kurd re. Bi vê gava dîrokî re
xewnên Mîr miqdad Bedirxan, mîr Celadet, Cegerxwîn, Musa Anter,
Adip Karahan û Huseyin Deniz di bin rastî...Hem jî xewnên me
dibin rastî..Em jî ji dil û can ji vê gava dîrokî re dilîlînin û
þabaþ dikin...Û pêre pêre kurmanciya me bi me þêrîntir dibe ...Tevî
ku li baþûrê welat zimanê dewletê bûye Soristanî..
Bi nameya duwemîn re, Hawara ku mir Celadet Bedirxan ji beri 74
salan ve di sirgunê de li Þamê, di bin þert û mecên dijwar û
çetîn de di weþand, hat bîra min. Ew kovara ku mir naveroka wê
bi berhemên kurmanci û soranî, bi tîpên latînî, tîp bi tîp
berhev dikir, bê ku ev teknelojiya nû û hêsan ber dest be û
rewþa wî a aborî pêre alîkar be... Wî Hawara xwe di nav Kurdan
de belav dikir..Va îro di bin navê wê kovarê de kovareke din bi
navê (Hawara Nû ), li Hewlêrê paytexta Kurdistana baþûr, bi
tîpên erebî hem jî bi zimanê erebî derdikeve. Ji sedî 30 kurdiya
latînî têde nîne..!! Hejmara 19 an di Tebaxa 2006 de derketiye.
..Ma gelo ev heyamê ku em bibêjin: Sal bi sal xwezî bi par...?!!
Xwezî navê wê ne Hawara Nû ba...Bi rastî vê Hawarê û nûbûna wê
di vî heyamê azad de li Kurdistana azad, ez gelelkî aciz
kirim...Nexasim
ku ji çend rojan ve me seh kiriye, wê zimanê fermî û perwerdeyê
di baþûrê welat de bibe zimanê soranî...
Lê bi bihîstina ku wê Azadiya Welat rojane bê weþandin, ez
geþbîn bûm û hinekî bêhna min fireh bû û derket. Û di nav re
gelek tiþt û miþt hatin bîra min û min ji xwe re got: pêwîste ku
wêneyê mir Celadet Bedirxan, Mûsa Anter, Adip Karahan, Salih
Elyûsifî, Huseyin Deniz ..li ser rûpelê pêþîn, ji hejmara pêþîn
bin. Hem jî ku silavek wefadarî ji mîr Miqdad Medhet Bedirxan,
bavê rojnamegeriya Kurdî re hebe...Û xwezî ev roj, berî mehekê
ba, di roja 15 tîrmehê de ba, roja koçkirina mîr Celadet
Bedirxan ba. Da ku wî ji gora xwe li Þamê bang xelkê dinyê û
alemê kiriba û ji wan re bigota: mêzekin; vane zarokên min di
hawara min de hatin, va Azadiya Welat rojane li
Amedê(Diyarbekirê), derdikeve û di nav welatiyên xwe de belav
dibe...
Pîroz be gelê kurd li we Azadiya Welat. Mijde bo we þehîdên
peyva kurdî a resen, va zarokên we xwe ji dûv doza we a pîroz
nedane alî, xewnên we kirin rastîn...De ka apê Mûsa Anter bi TÎR
ek xwe beþdariyê bi me re bike û pê dilê xwarziyê xwe Huseyin
Deniz xweþ bike !!!
Heger Hawara Nû þînî bi ser me de rijand, Azadiya Welat þadî bi
ser me de barand.
Konê Reþ
Qamiþlo 12 /08/2006
Ev wêneyê Konê Reþ, bi rîþa karekatêrê Kurd Serdar Kêsteyî
hatiye çêkirin û di roja 15/07/2006 de, li Kurdistana baþûr di
rojnameya Gep de hatiye belavkirin.
|