|
|
|
05.10.2009 |
CEGERXWÎN SEMYANEKÎ SEMBOLÎYE JI
FERHENG Û WEJEYA GELÊ KURD RE...(Di 22 mîn biranîna Seydayê
Cegerxwîn de)
Konê Reş
Di destpêkê de dixwazim bi helbesteke xwe derbasî jiyan, kar û
xebatên Seydayê Cegerxwîn bibim, ev helbesta ku min di roja
22/04/1994 an de, li ser gora seydayê Cegerxwîn, di bîranîna wî
a
dehan de xwendiye:
Di axbeyareke Kurdistanî de
Sinbilek şînhat
Bi navê Cegerxwîn,
Bi ba re dixilîya
Lê qet ne tewiya;
Di zivistanî de,
Tevî bef û bahozên
Ku dihatin,
Pişkivî, zîl da û
Bû kat,
Di buharî de
Bû şîndar,
Lê bi tenê,
Bê dost û heval..
Ta ku bi ser de hat
Havîna gerim
Hingê ji nû
Hişk bûn libên;
Sinbilên zer..
Ne pûç ne kwîrik,
Xurû genimê zerik
Çaxa dem xîvirî û
Bû payiz,
Ba leyist fîze.. fîz
Hingê ji nû,
Ji wî sinbilê genim sor
Lib pekiyan;
Yeko.. yeko
Dor bi dor û
Tev di wê axbeyarê de
Belavbûn,
Tovekî nû..
Di xakê de
Hat werbûn,
Ji wê libê, ji wî sinbilî
100 libî zîl dan, pişkivîn û
Bûn sinbilîn genim sor,
Dema ku bayê nû hat
Ew sinbilên nû
Bi wî bayî re
Xilîyan û gotin:
Cegerxwîn.. Cegerxwîn..
Ji ber tarîbûn û bê ronahiyê, stêr di asmanan de diçirisîn in,
ji hêza baran û şilahîyê, xak di buharî de dikene, mirovên çak,
rind û leheng jî, ev kesin, ku ji nebûnê, hebûna xwe di nav gelê
xwe de diyar dikin, di şert û mercên dijwar û teng de li ber xwe
didin, di nebûna mêran de, mêranîya xwe berz û eşkere dikin, ji
ber ku di firehîyan de her yek dibêje: ez lawê bavê xwe me.. Lê
ez heyranê wî mirovê bim, ewê ku di asteng û dijwarîyan de, li
ber xwe bide û ji mêranî nekeve, û dawî welatîyên wî pesnê wî
bidin û li ber ronahîya kiryarên wî, pîş û hunera wî pêşkevin û
reş û sipî ji hev derxînin...
Cegerxwîn jî yek ji vî terzê mirovan bû, her dem û gav bi kul,
êş û janên gelê xwe ve girêdayî bû, bi refên pîşengên gelê xwe
re bû, ew refên ku bingehê rewşenbîriya Kurdî li Binxetê danîne.
Erê.. Cegerxwîn; semyanekî sembolîye ji rewşenbîriya Kurdî re,
ji ramanên Kurdî yên pêşverû re.. Ta radeyekê ku hêj jî pêdevîya
me bi kesên weke wî heye û wê bimîne wek semyanekî ji afirandina
helbesta Kurdî re.
Li ser pêvajoya wî ya bi ronahî, wê xortên Kurdan hêvîyên bilind
û berfireh ji xwe re ava bikin.
Ew pêvajoya ku ji rewşenbîran re bûye jêdereke bingehîn; tevî ku
ez ne di wê bawerîyê de me ku rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û
pêşerojê li trazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di serboriya
Cegerxwûn de, ji xortan re heye, gelekî giring û pêwîste.. û
weha ez ne bawerim ku rewşenbîrên Kurd karibin pêşkevin,
biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêk bînin bêyî serborîya
Cegerxwîn ya zengîn û bi sûde.
Ma wê çi buhayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî wek
Cegerxwîn re ?! Cegerxwîn çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî
bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî
poz bilind û bi heybet û saw bû.
Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî
bahozên dijwar û ne babîsokên gur û tund.
Wek ku me got, Cegerxwîn çiya bû, û çiya namirin...
Ew ji nifşekî bû ku ji berî 22 salan ve çavê me bi gotineke wî
ya nû neketiye.Wek ku her tişt bi koçkirina wî re hatiye
guhertin. Ji ber ku nimûneyên weke wî pir kêmin.Vêça wek hûn
dibînin, va em bîranaînên xwe derbarî wî, bi ser hev ve pîne
dikin, da ku em wî û kesên weke wî bi bîr bînin, û jiyana ku em
tê de dijîn, bi bakî nû û xunavî re, bi ser me de bibare, û em
di navbera serboriya gotinên wî, awir û nerînên wî, ewên ku xweş
dibistan bûn ji me re, di warê jiyan, rewşenbîrî û gotina resen
de milevaniyê bikin, ewên ku ji dil û canê wî dihatin der, da ku
em sûdekê ji xwe re jê wergirin.
Ew Cegerxwînê Hesarî bû, ewê ku pêmayekî zengîn ji helbestan ji
me re hiştiye û em bi helbestên wî ta roja îro, xwe paye û
serbilindin dibînin.
Hêjî ew bi rewşenbîriya xwe ya jiyanê, ewa taybetî pê di nav me
de amadeye. Navê wî, bi saya helbestên wî ji nav gel nayê
jibîrkirin. Ew helbestên ku rojên çetîn û dijwar derbas kirin, û
hêj jî di nav me de amade ne, wek ku ew nemiriye. Ne xasim dema
ku em li gotineke Kurdî ya resen digerin, hingê em wê gotinê di
nav helbestên wî de dibînin û bi taybetî, di nav helbestên wî
ewên ku dengbîjan kirine stiran û li ser zarê her mirovekî Kurd
in.
Cegerxwîn ji malbateke xizan, nezan û belengaz bû. Bavê wî
cotkarekî Hesarî bû, ev gundê ku di destpêka çerxê 20 an de,
cîgehê kuştin, talan û berberîyê bû.
Di wî heyamî de, cehalet û nezanînê konê xwe di ser Hesarê re
vegirtibû, ji 20 gundên wê herêmê mirovekî xwendevan peyda
nedibû ku nameyekê bixwîne...
Cegerxwînê xort ji Hesarê destpêkir, û berê xwe da xwendina olî,
di nav re xwe dît ku bê hemdî xwe ber bi hûnandina helbestê ve
diçe, û weha bi toreyî li pêşberî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û
feqehê Teyran sekinî, destê xwe ser hev danîn û ji pêmayê wan
tûrikê xwe dagirit.
û bi dûv xwendina olî de li her 4 perçeyên welat geriya, êş û
janên gelê xwe ji nêzîk ve naskirin...
Dawî şaşik û cibe avêtin rih birî û şortê Firansîzî li xwe kiri
û xwe berda sikakên Amûda şewitî,
bangkir û got:
Kurdino merdino pir xweşe serxwbûn
Da bikin bo welat yan mirin yan hebûn
Hingê xelk di çarşîya Amûdê de lê kom bûn, dilê xwe pê
şewitandin û ji hev re gotin: mêzekin Mele Şêxmûs dîn bûye ?
Şaşka xwe avêtiye, riha xwe qusandiye, cibê xwe dirandiye û
cilên gawiran li xwe kiriye û hinan digot: heyfa kurê bavan çi
xortê bedew dînbûye ! Xwedê neyne serê kesî..?!
Cegerxwûn yek ji wan mirovên ku hez jiyanê bi tev hûrikên wê ve
dikir û gelek caran gotinên wî
wek helbestan bûn bê ku bêne nivîsandin, wek:
1 – Carekê çûye oda Evdî Axa yê Xelo, derbasî odê bûye û gitiye:
merheba Axayê Kera...Hingê gundiyên di odê de rûniştî behitî
mane ,devê wan maye jihev û li Axê mêze kirine, çawa Cegerxwîn
ji Axê re dibêje Axayê Kera ?! Hingê Cegerxwîn li wan
vegerandiye û gotiye:Hûn kerin law, ez we re dibêjimûn...
2 – Careke din ew di gel çend û berpirsyarên Partî li çayxaneke
Qamişlo rûniştîbûn,yekî ji wan ji Cegerxwîn re gotiye: Seyda,
tev berhemên te bi zimanê kurdî ne û birayên me yên Ereb tê
nagihêjin bê tu çi dixwazî ,de hela bi zimanê erebî jî binivîse
da ku ew kêşeya me nasbikin û mafkê me bidine me...?! Hingê
Cegerxwîn lê guhdarî dikir û di pencerê re li kolanê dinerî û
didît ku yekî Ereb pêxwas derbas dibe, hema di derhal de
lêvegerand û got: Mêzeke li evê Ereb, nikare mafê lingê xwe bidê,
wê çawa mafê me bide me... ?!
Gelek lêkolînvan li dor helbestên Cegerxwîn rawestiyane, gelekan
ji wan pesnê wî dane ku ew tekane helbestvan bû di heyamekî de
hat yên weke wî pir kêm bûn, hem jî ku wî bi xurtî li tev
deriyên toreyê daye û derbas bûye ta pileyekê ku tê gotin:
Cegerxwîn polîtîk û tore bi hev ve girêdane, tevî ku maye
mêldarê hûnandina helbestê û tev his û hestên xwe di vê rêkê de
xerc kirine û vê yekê hiştiye ku piranîya helbestên wî ta roja
îro li ser zimana bin...
Cegerxwîn xwe berdaye nav tev bûyerên welat û welatiyên xwe, ew
xwedî gotin bû û gotina wî cihê xwe digirt. Ew yek bû ji wan
kesên sereke ku bi berhemên xwe kovara ( Hawar ) ê ya Mîr
Celadet Alî Bedir"Xan dixemiland, û ta rojên xwe yê dawîn ma li
rex welatiyên xwe bi tev kul, êş û xemên wan, hem jî wî ji tev
şoreşên Kurdan re helbest gitine û rojekê pênûsa xwe nekir bin
xizmeta şêxekî olî an axayekî zordar de, bi tenê pênûsa wî wek
şûrê azadiyê bû di dest de, bi wî şûrî şer dikir ku xwe bighîne
azadiyê.
Helbestek ji helbestên Cegerxwîn yên pêşîn ku di sala 1927an
de, piştî kujtara Alaqemşe nivîsandiye bi navê Pîra Torê:
Hilkişîme çûme jorê, herdû rex min bend
û rez
Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem
Pirebî bû, por spî bû, taqî reş bû rû gewez
Min ji pîrê xweş di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez
Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin
Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:
Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.
Kurtiyek ji jînenîgeriya Cegerxwînê Hesarî
1903 – 1984
Cegerxwîn bi navê ( Şêxmûs ) ji dê û bavekî Kurd yê gundî,
cotkar û belengaz di sala 1903 an de li gundê Hesarê çêbûye, ji
11 xuşk û bira, tenê 3 ê mane: Xelîl, Asya û Şêxmûs.Di zaroktiya
xwe de wek karker di danîna herdû şivên hesin de kar kiriye, di
navbera Nisêbînê û Amûdê de ewa ku Almanan di cenga cîhanî a
yekemîn de bingehê wê danîn.
Di sala1918 an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê çûye ber
dilovaniya xwedê, piştî mirina wî bi salekê, ango di sala 1919
an de diya wî Eyşanê ya ku temenê wê 70 salî bû li gundê ( Bêdir
Memo ) çûye ber dilovanya xwedê. Û weha Cegerxwîn pêlekê li bal
xuşka xwe Asya û birayê xwe ( Mele Xelîl ) jiyaye.
Jiyan û xebata Cegerxwîn di nav Kurdên Binxetê de :
Cegerxwîn di sala 1920 an de berê xwe daye xwendina olperstî, bi
dûv xwendinê de li her çar perçeyên Kurdistanê geryaye û rewşa
gelê xwe baş naskiriye.
Di sala 1927 an de, keçxala xwe ( Kehla Selîm ) ji gundê Hesarê
ji xwe re anîye û li Amûdê bi cih û war bûye.
Di sala 1928 an de, xwendina xwe qedandiye û îcaza xwe
wergirtiye û bûye Melayê gundê ( Hasda Jorî ) li nav hoza
Mêrsîniyan, nêzîkî Amûdê.
Di sala1932an de, helbestên wî di kovara(Hawar)ê de hatine
weşandin, ewa ku Mîr Celadet Alî Bedir “Xan li Şamê çap û belav
dikir .
Di sala 1936 an de, Cegerxwîn bi çend malan ve 2 gund ji xwe re
li beriya Mêrdînê ava kirine, bi navê ( Çêlekê û Cehnemê ), bi
alîkariya Haco Axa.
Di sala 1937 – 1938 an de, Cegerxwîn û çend hevalên xwe
komelayek li bajarê Amûdê ji xortan re vekirine...
Di sala 1946 an de, Cegerxwîn mala xwe ji gund biriye Qamişlo, û
ketiye nav siyasetê de û di wê salê de ( civata Azadî û yekîtiya
Kurd ) hatiye damezirandin di bin serokatiya Dr. Ehmed Nafiz û
sekretêriya Cegerxwîn de...
Di sala 1948 an de, Cegerxwîn bûye hevalê partiya ( Komonîsta
Sûriyê ).
Di sala 1949 an de, cara yekemîn bû ku Cegerxwûn hatiye girtin.
Di sala 1950 î de, Cegerxwîn bûye endam di civata ( Aştîxwazên
Sûriyê de ).
Di sala 1954 an de, ji hêla Komonîstan ve bûye namzadê perlemana
Sûriyê di gel hevalê xwe Ibrahîm Bekrî...
Di sala 1957 an de, ji Komonîstan dûr ketiye û di wê salê de di
gel çend hevalên xwe rêxistina ( Azadî ) damezirandine û piştî
pêlekê tevî paritiya ( Demoqratî Kurdî ) li Sûriyê bûne...
Di sala 1959 an de, Cegerxwîn ji neçarî revyaye Îraqê û 3 ê
salan li wir bûye mamostayê zimanê Kurmancî di zanîngeha Bexdayê
de .
Di sala 1962 an de, hikometa Îraqî bera Cegerxwîn dane,
Cegerxwîn vegeryaye Sûriyê û li Sûriyê hatiye girtin lê piştî
pêlekê hatiye berdan ...
Di sala 1963 an de, careke din Cegerxwîn tê girtin û dikeve
zindana ( Mezê ) de li bajarê Şamê, piştî pêlekê ji berdana wî,
wî sirgûnî bajarê Siwêda li nav Dirzîyan dikin.
Di sala 1969 an de , careke din Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê
û dor salekê bi Pêşmergan re dimîne.
Di sala 1973 an de, ji neçarî berê xwe dide Libnanê û li Beyrûtê
dîwana xwe ya 3 yan ( Kîme Ez ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) çap
dike.
Di sala 1976 an de, ji Libnanê vedigere Sûriyê bajarê Qamişlo û
lê dimîne ta sala 1979 an ku diçe Swêdê.
Li Siwêdê:
Di sala 1979 an de, Cegerxwîn berê xwe dide Siwêdê bajarê seqem
û sermê, û her 5 salên xwe yên mayî li wir derbas dike .
Di roja 22 / 10 / 1984, li bajarê Stokholmê serê xwe datîne û
diçe ber dilovaniya xwedê ...
Di roja 05 / 11 / 1984 an de, termê wî gihişt bajarê Qamişlo û
bi beşdarbûna cemawerekî zor mezin termê wî di hewşa mala wî de
veşartin.
Zarokên wî :
2 u kur û 4 keç in:
Keyo(Kesra), Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye û Selam. Ta roja îro
di ser 30 neviyên wî hene....
Berhemên Cegerxwîn yên çapkirî:
Dibêjin dîwanek Seydayê Cegerxwîn bi navê( Xweşxane) heye,di
sala 1927 an de berhevkiriye, lê ne hatiye çapkirin.
1 – Pirîsk û Pêt, 1945 – Şam, bi
pêşgotina mîr Celadet Alî Bedirxan
2 – Cîm û Gulperî ( çîrok ), 1948 – Şam.
3 – Sewra Azadî, 1954 – Şam, bi pêşgotina Osman Sebrî
4 – Reşo yê Darî ( çîrok ), 1956 – Şam.
5 – Gotinên pêşîyan, 1957 – Şam.
6 – Destûra zimanê Kurdî, 1961 – Bexda.
7 – Ferheng, perçê yekem û duwem, 1962 – Bexda.
8 – Kîme Ez ?, 1973 – Beyrût, bi pêşgotina Hemîdê Derwêş
9 – Salar û Mîdya, 1973 – Beyrût.
10 – Ronak, 1980 – Stockholm, bi pêşgotina Kemal Burkay
11 – Zend – Avesta, 1981 – Siwêd, bi pêşgotina Qenatê Kurdo
12 – Şefeq, 1982 – Siwêd, bi pêşgotina Casimê Celîl
13 – Hêvî, 1983 – Siwêd, bi pêşgotina Ordîxanê Celîl
14 – Aşitî,1985 – Siwêd, bi pêşgotina Têmûrê Xelîl
15 – Tarîxa Kurdistan ( 1 ), 1985 – Siwêd.
16 – Tarîxa Kurdistan ( 2 ), 1987 – Siwêd.
17 – Folklora Kurdî, 1988 – Siwêd.
18 – Jînenîgeriya min, 1995 – Siwêd.
Her weha çend pirtûkên wî yên din jî hene.
Cegerxwînê dest zêrîn..Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya
afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn..
Cegerxwûnê ku 60 salî, xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê
Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne
da alî.. Bi saya gel ew çêbû û bi saya wî şagirt çêbûn, di
navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêşket û afiriandinê cihê
xwe di nav berhemê me de dît...
Erê, Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji ferheng û wejeya gelê
Kurd re, ji mafê her zimanhez û kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê
wî paye û berz bike, di nav gelên cîha nê de.
Hem jî min ev helbest, di sed saliya seydayê Cegerxwîn de li
bajarê Amedê(Diyarbekir) xwendiye, bi hekeftina sedsaliya wî:
Gelî dost û hevalan, vaye em dibin civîn
Bîranîna 100 salî, ser nemiryê Cegerxwîn
Sala du hezar û sê, meha çêriya pêşîn
Li van şar û gundên me, hunerên wî tên kirîn
Em zor spasin ji we, êvara we tim bi xêr
Hûn dilxwaz û partîzan, em guhnadin yên bê kêr
Govend xweşe bi sazê, ne giringe komên zêr
Pesnê wî va em didin, Şahê mêrgê ewe şêr
Şêrê kultura kurdî, bavê Keyo yê me dî
Mîrê helbestvanên kurd, dengê çiyayê Cûdî
Hevalê mîrekên mêr, wek Bedirxan û Qadî
Bi dengekî pir bilind, her wî dixwest azadî
Ji gel re xwe kir nîşan, ji êşê re bû derman
Wî jana miletê xwe, bilind kir li nav însan
Yek jê ew û yek Yelmaz, du qehremanên bi şan
Bikin spas û bijî, Kurd nema dibin talan.
Ji xwendina li ser kêla gora Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamişlo:
Meyger tu binê, ez li dinê her wekî fîl im
Şûva ko me ajotiye, tovê xwe biçênin
Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetê kurd in
Dê pişt me re, ew di civatan de bixwênin
Doza ko me kir ew bi xwe, Mûsa ne gihiştî
Kurdên me dizanin, bi xwe rêça me bibênin
Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev
Mizgîn ji welat, bo me di gorê de bişênin
Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn
Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werênin
Konê Reş / Qamişlo
|
|
. |
|
|