|
|
|
10.11.2009 |
Jiyan û Xebatên Dr. Celîlê Celîl
Di 70 Saliya Temenê wî de
Konê Reş
Pêşgotinek pêdivî:
Di havîna 1982 an de, li Qamişlo, ez çav bi Dr. Celîlê Celîl
ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kudên sûriyê. Ji Heleb û
Efrîne dihat û kalemêrekî Ezîdî ji Efînê di gel wî bû. Di vê
carê de, min ew nas kir û bûm wek rêberekî pêre, di gel çend
navdarên Qamişlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re
komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta
bi kalemêran ...Wî jî bê westan, şev û roj dikin yek, û wek
zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi şahiyek bê pîvan gotinên
wan di nivîsandin û tomar dikirin...
Di sala 1985 an de, careke din di gel kebaniya xwe Gulîzarê hat
Qamişlo. Di vê carê de jî, gelek pêmayê bav û kalan, ji
windabûnê dahev û bi xwe re bir .. Di vê hatinê de, min jê pirsî,
gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît ?
Li min vegerand û got: Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez
tî vedigerim...
Di sala 1988 an de, careke din ew û xwîşka xwe Cemîla Celîl
hatin nav kurdên Binxetê/ Cizîrê. Di vê gerê de jî, gelek stran,
metelok, nifir, û destnivîs bi xwe re birin...Di pey van hatinan
re, me gelek carên din jî hev dît... Di van hersê caran de, ez
pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha
bi saya wî, hezkirina zimanê kurdi bi min re mezin bû..Roja îro,
ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim di warê eşq û danheva
folklorê kurdî de û her dem ez vê yekê tînim zaman.
Bi helkeftina ku di roja 26/11/2006 an de Dr. Celîlê Celîl
derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe, kefxweş dibim ku van gotinan
derbarî jiyan û xebata wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim
ber çavan. Ji ber ku ev nivîsandin ji min tê xwestin, berî gelek
kesên din. Ez ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî
me û ji hingê ve pêwendiyên min di gel wî hene ...
Fermo hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20/11/2006 ji min re
hatiye:
(( Konê Reş, birazî ! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure,
apê te xwe kêm nekirye. Maşalla rewşenbîrên me li Sûryayê jî,
îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka
me bi xurtî kar dikin.
Xûşk û birayên hêja ji Kurdistana rojava "Biçûk" !
Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya
helal li ber xwe vekirye. Ez meşa we li ser wê rîya ronak pîroz
dikim.
Celîlê Celîl / Wîena 20/11/2006 ))
Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û
serhildanên xelkên xwe navdar e...Û tevî qedexebûna zimanê kurdî,
perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng,
di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û
weşandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine xuya
kirin...
Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêşengan têne jimartin, belê
gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin şert û mercên çetîn û
dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan
de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê
Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di
sirgûnê de, 70 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok,
zargotin, çand û medya kurdî de kiriye..û hejî neferên wê, bi
berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..
Mebesta min ji van gotinan; Eve ku di 26/11/2006 an de Dr.
Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê, derbasî temenê xwe yê 70
salî dibe.
Evê ku bi dehan pirtûk li dor kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi
sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok,
yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û
çapkirine ...
Ji mafê wi ye ku em di saxiya wî de, vê 70 saliya wî lê pîroz
bikin, û pêre beşdariya vêxistina 70 mûmî bibin, hem jî pêre wan
mûman bi temirînin..Di gel ku em jiyaneke xweş, geş û dirêj di
bextiyariyê de jêre bixwazin.
Dr.Celîlê Casimê Celîl Kiye ?
Prof.Dr. Celîlê Celîl kurê Casimê Celil e:1908-1998, (Yê ku ji
rewşenbîrên sereke bû di nav kurdên Sovyêta berê de û tê
hejmartin ji ronakbîrên pêşîn, yên ku bingehê rewşenbîriya kurdî
di Sovyêta berê de danîne. Ew di roja 24/10/1998 an de, li
Yerîvanê, komara Ermenistanê çûye ber dilovaniya Xwedê).
Celîlê Celîl, di roja 26 ê meha yanzdan, sala 1936 an de, li
bajarê Yêrêvanê Ji dayika xwe çêbûye. Ji ber ku dê û bavê wî,
sêvî bûn û li sêwîxanê mezin bibûn, wan xwandina xwe a pêşin li
wir girtibûn, ji ber wê jî jîyan û karê wan bi bajarê Yêrêvanê
ve hatibû girêdan, ango bibûn bajari û zarokên wan bajarî xwedî
bûn.
Mala Casimê Celil ji şeş kesan pêk dihat: Casimê Celîl û
kebaniya xwe Xanima Celîl û her çar zarokên xwe: Ordîxanê Celîl,
Celîlê Celîl, Cemîla Celîl û Zîna Celîl. Ji ber ku kurdîtî li
bal wan gelekî xurt bû, mala Casimê Celil li Yêrêvanê, di nava
behra ermenîyan de wek dibistanek kurdî bû.. Û wiha jî xwe
parastîye. Ji destpêkê ve karê Casimê Celil bi jîyana
rewşenbîriya kurdî ve girêdayî bû, dergehe mala wî her dem li
ber çûn û hatina kurdan, vekirî bû.
Vê malbatê ji roja roj de, Kurdîbûna xwe eşkere kiriye,
veneşartiye û kêm jî nekirye. Ew pirtûkên kurdî yên pêşîn, ewên
ku di salên 30-î de li Yêrêvanê çap dibûn, li ber destê Casimê
Celil amadeyî çapê dibûn û di pirtûkxaneya mala wî de cî
digirtin.
Casimê Celil, evîndarê pirtûkan bû. Bi taybetî pirtûkên ku qala
kurdan dikirin, yan jî ku bi zimanê kurdî bana...
Û wiha Celîlê Celîl di gel birayê xwe yê mezin Ordîxanê Celîl û
hedû xwîşkên xwe Cemîla û Zînê, di vê mala kurdperwer de hatin
xwedî kirin, mezin bûn û di jîyana xwe de li ser rîya xizmeta
çand û zanistiya kurdîtiyê fêrbûn û xwe ji vê rêkê dûr nexistin...
Celîlê Celîl di dibistana seretayî de, deh salan li Yêrêvanê
(1944-1954) bi zimanê ermenî, xwendiye, di pey re, di navbera
(1954-1959). Li ûnîvêrsîtêta dewletê, a Yêrêvanê di fakûlta
dîrokê de berdewamî kiriye.. Li ûnîvêrsîtê, di konfêransên
komala zanistiyê a xwendekaran de li ser dîrok û çanda kurdan
wek lêkolîner gelek axaftin kirine...
Di sala 1959 de, piştî xwandina bilind, berê xwe daye bajarê
Lênîngradê, înstîtûta Rohilatnasîyê, ji bona xwendina li
aspîrantûrayê û wiha têza xwe a doktorayê bi navê (Serhildanên
kurdan yên azadarîyê di salên 1850-1880 an de), di sala 1963 an
de wergirtiye. Di sala 1964an de, vegeryaye Yêrêvanê û li
înstîtûta rohilatnasîyê heta sala 1992 an, wek kurdzan kar kirye.
Di Sala 1991 de li Moskvayê têza profêsoriyê (hebîlitation)
parastiye. Çend salan li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye ser navê Davît
Anhaxt dersên kurdologîyê daye wek: Dîroka kurdan, Dîroka
rojnamagîrya kurdî, êtnologîya kurdî û yên mayîn. Ji sala 1992
heta niha, li Awstryayê cîware. Ji sala 1994-a heta niha li
Ûnîvêrsîtêta bajarê Wîenayê wek kurdzan, ser ziman, dîrok, çand
û edebyeta kurdî kar dike û dersan dide. Di Akadêmîya zanistiyê
de, çend salan lêkolînên xwe li ser kurdzanîyê bi berdewamî kar
kirye. Di înstîtûta Pêdagogîyê de, ji bona amadekirina
mamostayên zimanê kurdî, wek kurdolog û dîroknas du sêmêstran
dersan daye...
Lê belê ji ber ku di mala wan de evîndarîya mezin ser çanda,
ziman, folklora kurdî, dîyanet û êtnologîya kurdî bi firehî hebû,
wî karê xwe ya lêkolînê li ser van mijaran jî berfire kirye.
Li akadêmîya zanistîya Ermenistanê dema ku karê xwe li ser
dîroka kurdî ya sedsalîya 19 û destpêka sedsala 20 dikir, rastî
gelek astengan hatiye. Hebûna zanîyarên ermenîya, yên ku
lêkolînên xwe li ser bûyarên wan sedsalîya dinivîsandin, bi çavê
dostanîyê li ser dîrokan kurdan nedinerîn. Ji ber wê jî, rê li
ber dihat digirtin û tim rexne lê dihatin kirin... Nedihîştin
lêkolînên xwe li Ermenistanê bi weşîne. Li pişt wan kesan çend
kurdên hesûd û zikreş hebûn, ji nivîskarên ermenan re bibûn pal
û pişt. Ji ber vê jî nivîsarên wî yên dîrokî li dervî
Ermenistanê dihatin çapkirin, û bi taybetî li Moskvayê û
Lênîngradê, ango Sankt-Pêtêrsbûrg. Û vê yekê ew aciz dikir, û
gelek bele jêre çêdikirin, ta ku hina êrîşî wî dikir... Wî jî ji
bona ku nêrvên xwe biparêze, heftê du rojan; Şemîyê û yekşemê
diçû gundên kurdan; Çîrok, stran û destan didanhev û
dinivîsandin... Paşê, di salên heyştêyî de, dema rê li ber vebû,
sê caran (1982, 1985, 1988) bi demên dirêj, berê xwe daye nav
kurdên Sûryayê û lêkolînên xwe li ser çand û folklorê wan
berdewam kiriye...û wiha wî li ser matêryalên civandî li Sûryê,
sê cild amade kirine. Akadêmîya Ermenistanê, bi tenê cildek ji
wan berevokan bi navê (Zargotina kurdên Sûrîyê) çap kiriye û hew..
Prof. Celîlê Celîl gelek lêkolînên li ser dîroka kurdan wek
pirtûk weşandine ji wan: Serhildana kurdan li sala 1880, Kurd li
împeratoriya Osmanyê di nava sedsalîya XIX ya pêşinda“, Ji
dîroka jîyana kurdan a gelêrî û sîyasî di dawîya sedsalîya
XIX-despêka sedsalîya XX“, Dîroka têkoşînên kurdan li sedsalîya
XIX –XX (tevî çend dîroknasên sovêta berê), „Rewşa têkoşîna
kurdan li dewra nûda“ (tevî çend dîroknasan).Ev pirtûk vekirî
nehate firotin, her tenê dayîre û îdarên zanistî û sîyasî li
hemû komarên Sovyêtê û wezarata wergirtin). Ji sedî zêdetir
gotarên zanistî li ser cure-cûrên pirsên dîroka kurdan di
kovarên zanîyarîyê de li Sovêtê çap û belav kirine.
Ji salên 70-î de, dest bi civandin û lêkolînan kiriye, li ser
qewl û beytên êzîdîyan. Di vî warî de jî, bi ser ketiye. Wî dor
200 nimûneyên qewl, beyt û duayên êzîdîyan civandine û cildekî
kamil ji 700 rûperî amadekirye. Dor 50 qewl û beyt di du
berevokan de weşandiye. Li ser vê jî hinek “Rewşenbîrên” kurd
eciz bûne...?! Wekî „Celîlê Celîl bi propaganda dîyanetê mijûle“...
Li ser ola êzîdîyan çend gotarên zanistî, çap kirine û di
kovarên zanistî de belav bûne. Baldarya wî li ser sûfîzmê jî
heye wek: Hûsêînî Helac, Îbrahîm Edhem, Huceta di navbera erd û
esman de û yên mayîn. Du sê nivîsarên wî yên din jî hene hêj çap
nebûne. Dema wî li Sûryayê lêkolînên xwe dikirin, destnivîsên
kurdî bala wî dikişandin ser xwe, û wiha wî çend destnivîs dane
hev wek: (Şêxê Senan) a Feqîyê Teyra, ku bi hunera nezîrîyê (Munazere)
hatibû nivîsandin, wî ew destnivîs bi şertên zanistî û
berhevdana sê destxetên nû çap kiriye. Ya dinê (Seyfelmulukê) bû
a Sîyahpûş, ku nivîsara wî heta hingê nehatibû çapkirin. Wî ew
destnivîs ji ser asasê çar nimûneyên cuda-cuda kamil kir û çap
kir.
Di gera xwe de, ew pêrgî destnivîsên gelek hilbestên
hilbestvanên kurdên ku hîn nehatine naskirin bûye, wî helbestên
wan civandine û di berevokekê de, bi navê (Keshkûla kurmancî)
weşandine. Têde 70-80 hilbestên nû hene yên 30î zêdetir
hilbestvanên kurdan. Pêre jî sê poêm: (Hespê reş ), (şerê
Sîsêbanê)û (Dimdim), ku şaxine nû bûn, wî ew ji arşîva
destnivîsên lênîngradê peyda kiribûn, û di vê berevokêda belav
kirine.
Berevokek (Sêzde rûpelên balkêş ji dîroka kurdan) weşandiye, ku
ji her 13 nivîsar-lêkolînên wî ava bibû. Bingehê van nivîsara
dokumêntên nû yên balkêş in, ji dîrok û çanda gelê kurdin.
Di karkirina Dr. Celîlê Celîl a zanyarîyî de, zargotina kurdan
cîhekî berfire girtye û karê wî bi pêşde biriye, wî tevî birayê
xwe profêsorê ûnîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl û
xûşka xwe a mûzîkar Cemîla Celîl li ser vê bergehê dora bîst
pirtûk-berevokên zargotina kurdan çapkirine, yên ku li ser
bingeha zanistyê hatibûn civandin û derskirin û çend pirtûk bi
wergera xûşka wî Zîna Celîl hatine wergerandin ser zimanê rûsî û
lîtvanî û çap bûne.
Hêjayî gotinêye ku Dr. Celîlê Celîl li ser bingeha bîblîotêka
mala xwe, li ser navê bavê xwe, Casimê Celîl Bîblîografîyekî
stûr (ji 535 rûpera) ji weşanên kurdên Ermenistanê amade kiriye.
Pirtûkên Dr. Celîlê Celîl bi gelek zimana hatine wergerandin wek:
soranî, kurmancî, erebî, turkî, farisî, ermenî, rûsî, lîtwanî,
almanî û hin ji wan du car û sê car hatine çapkirin.
Ji pirtûkên herî şîrin ber dilê wî, pirtûka ku li ser serhildana
Sêx Ubêydûllayê Şemdînanî ye... Ev pirtûka ku pêşmergên
Kurdistanê di salên serhildanê de, di şikeftên çîyayên
Kurdistanê weşandibûn û di nav xwe bela di kirin û di xwendin.
Pirtûk-lêkolînên wî yên nû, ku amadene ji çap kirine re gelekin.
Di van salan dawîn de, çalakiyên wî yên zanyarî bi berdewamî, bi
zimanê kurdî, rûsî û almanî têne weşandin.
Dr. Celîlê Celîl dibêje: (Karê min yê kurdologîyê belkî zêde bi
berhem nebûya, heger atmosfêra mala me ser evîndarî û parastina
dîrok, ziman û çanda kurdî nebûye. Di karê me yê zanîyarîyê da
dewra mezin a dê û bavê min Casimê Celîl û Xanima Celîl,
piştovanîya birayê min Ordîxanê Celîl û xûşkên min Cemîla Celîl
û Zîna Celîl gekekî hebû..)
Dr. Celîlê Celîl, salên dirêj li Ermenistanê, li hevalbendîya
zanistiyê ya, rex sêntral komîtê a partîya Ermenistanê
berpirsyarê para kurdzanîyê bû. Hem jî salên dirêj li (Hevalbendîya
evîndarên pirtûkê), bûye serokê beşê kurdî. Bi alîkarîya vê
hevalbendîyê wî pirtûkeke bîblîografîyayê ya biçûk, bi
sernivîsara (Pirtûkên kurdî li Ermenistanê) çap kirye.
Di sala 1979 de, bi pêşnîyara beşa kurdî a akadêmîya
zanîyarîyêyê li Bexdayê, ji bona karên wî yên bi nirx û
giranbaha di pileya kurdzanîyê de, navê endametiya şerefê (Andam
miqaledarê akadêmîya Zanistîya Îraqê) dane wî û birayê wî
Ordîxanê Celîl. Hem lî ew andemê PEN klûbê ye û çend salan li
serkirdatyia wê de cî girtiye...Her wiha ew andamê înstîtûta
kurdî ya Parîsê ye, û andamê hevalbendiya nivîskarên Ermenistanê
ye.
Di sala 1994an de, li Vîenayê, tevî çend hevalên xwe înstîtûta
kurdzanîyê ava kirine û ji roja damezirandina wê ve û ta roja
îro ew serokê wê institutê ye...înstîtûtê heta niha dor 10-12
pirtûkan li ser dîrok, edebyet û çanda kurdî weşandiye.
BIBLIOGRAFIYA PIRTÛKÊN DR.CELÎLÊ CELÎL
1. Serhildana kurdan li sala 1880: Moskva 1966. (Bi zimanê rûsî).
Her wiha di sala 1979 de bi zimanê erebî û sala 1987. (Bi
kurdîya soranî li Bexdad, di sala 1992 an de li Stokholim û di
sala 1998 an de li bi Tirkî
2. Çîr û çîvanokên kurdî: Yêrêvan 1971. (Bi zimanê ermenî).
3. Mesele û metelokên kurda: Tevî Ordîxanê Celîl. Moskva 1972.
Bi zimanê kurdî û rûsî. Û li Zürixê 1976. (Bi zimanê kurdî).
4. Gulçin. Tevî Ordîxanê Celîl: Yêrêvan 1972. (Bi zimanê kurdî).
Her ew. Dihok 1985. Bi tîpên erebî.
5. (Kurdên împêratorya Osmanîyê li nîveka pêşîn ya sedsalya
XIX.). Moskva 1973. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Kurdekanî
împêryatoryatî Osmanî. Bexda 1987. (Bi kurdîya soranî). Her ew.
Min tarix el-emarat fi el-embiryetoryet al-Osmanîyet. Dumişiq
1987. (Bi zimanê erebî) Her ew. Anqara 1992. (Bi zimanê turkî.
Her ew. Kurdekanî împêryatoryatî Osmanî. Swêdên1996. (Bi kurdîya
soranî). Her ew. Kurdehayî Empêryatorî Osmanî. Têhran 1381. (Bi
zimanê).
6. Çîrokê cimeta kurda.Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan 1974. (Bi
zimanê kurdî).
7. (Sîyarê bahozê). Amadeker û werger Zîna Celîl û Algîrdas
Alyonîs. Vîlnîûs 1977. (Bi zimanê Lîtvanî).
8. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I, II. Moskva
1978.
9. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 1. Yêrêvan 1978.
10. Kirdakan gîrki Hayastanûm, 1930-1980. (Pirtûkên kurdî li li
salên 1930-1980). Yêrêvan 1981. (Bi zimanê kurdî, ermenî).
11. Qisaed min el-folklor el-kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl Beyrût
1982. (Bi zimanê erebî).
12. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda 2. Yêrêvan 1982.
13. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-qewmîyet (Nihayet el-qurn
el- eşir bidayet el-qurn el-eşrîn. (Dumşiq) 1984. (Bi zimanê
erebî). Her ew. Jîyana rewşenbîrî û sîyasî ya kurdan (Di dawîya
sedsala 19-a û 20-ada). Swedên Ûppsala 1985. (Bi kurmancî). Her
ew. Nehzet el-ekrad el-siqafîyet we el-. (Fî el-qurn el-tase
eşir bidayet el-qurn el-eşrîn). Beyrût 1986. (Bi zimanê erebî).
Her ew. Hendê sîmayî jîyanî û sîyasî û kultûrî kurd le kotayê
sedeyî nozdeyem û seretayî sedeyî bîstemda. Stokholm 1993. (Bi
kurdîya soranî). Her ew. Îz îstorîî 351;çestvênno-polîtîçêskoy
jîznî kurdov v kontsê XIX- naçalê XX vv. Sankt-Pêtêrbûrg 1997.
(Bi zimanê rûsî). Her ew. Bujaneweyî roşenbîrî û neteweyî kurd.
Kotayîyê sedeyî nozdeyem-seretayî sedeyî bîstem. Suleymanî 2000.
(Bi kurdîya soranî). Her ew. Kurd aydinlanmasi. Stenbol 2001.
(Bi zimanê turkî).
14. Gulançkzêrîn. Zargotina kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan
1984.
15. Zargotina kurdê Sûryaê. Poêzîya. Yêrêva 1985. Her ew. Bi
tîpên latînî. Swêdên, Uppsala 1989.
16. Têkoşîna kurda li dema nû û nûjenda. Tevî hevkara). Moskva
1987. (Bi zimanê rûsî). Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt
hereketî. Swêdên 1991. (Bi zimanê turkî). Her ew. El-hereket
el-kurdîye fî el-etr el-hedîs. Beyrût 1992. (Bi zimanê erebî).
Her ew. Yênî ve yakin çaxda kürt sîyaset tarîhî. Stenbol 1998.
(Bi zimanê turkî).
17. Avsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna Celîl. Vîlnyûs
1987. (Bi zimanê lîtvanî).
18. Kurdên Ermenistana Sovêtîyê. Bîblîografîya 1920-1980).
Yêrêvan 1987. (Bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî).
19. Çîrok lêgênd û efsûnên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl û Zîna
Celîl. Moskva 1989. (Bi zimanê rûsî). Her ew, (parçek). Mixtarat
min asatîr û hikayat şerqîye. Heleb 1996. (Bi zimanê erebî)
20. Mesele û metelokê gelê kurda. Tevî Ordîxanê Celîl. Yêrêvan
1991.
Her ew. Wîen 2005. (Bi tîpê latînî).
21. Çîrokên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Frankfûrt 1993. (Bi
zimanê almanî).
22. Destanên kurdî. Tevî Ordîxanê Celîl. Stenbol 1994.
23. Zargotina kurdan. Tevî Ordîxanê Celîl. Cilda I. Swêden,
Bromma 1995.
24. Dîwaro terame – bûkê, tu guhdar be. Hewlêr 1999. Her ew
2000. (Bi zimanê turkî û kurdî).li Stenbolê.
25. Avtobîografîya Ebdulrizaq Bedirxan. Berlîn 1999. Her ew.
Dihok 1999. Her ew. Biqet zu’e min mezkerat Ebdulrizaq Bedirxan.
Bêrlîn 2000. (Bi zimanê erebî). Her ew. Abdulrizaq Bedirxan
Otobîyografya.
Îstanbûl 2000. (Bi zimanê turkî û kurdî) ,Her ew Bîrewerîyê
Bedirxan. Hewlêr (2001). (Bi kurdîya soranî).
26. Sîyapûş, Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên latînî).
27. Sîyapûş, Seyfulmuluk. (Dastan). Wîen 2000. (Bi tîpên erebî).
28. Sêzde rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd. Wîen 2002.
29. Feqîyê Teyran şêxê Sen’anîya. (nezîrîye). Wîen 2003.
30. Keşkûla kurmancî. Sedsalîya X-XX. 2004.
Konê Reş
Qamişlo 21/11/2006
|
|
. |
|
|