|
DEWLETEK Û ZIMANEK
Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê radibû
Konê Reş
Kelkela germa havînê ye. Xwêdan ji bedena mirov tête xwarê, kes
nikare xwe li ber tîrêjên roka vê havîna Qamişlo bigire. Çûk û
çivîk li asman têne birajtin...Ji bil ku hin tişt û mişt di
hinavê mirov de di kel e, difûre û wek pêlên deryayê di ser hev
re diqulipe.. Û bi demê re di perpite. Dawîya dawî, tev ji mirov
re dibin bîranînên wek xewn û xeyalan. Wek, palgehekê ji
pêşerojan re.. Dibe ku mirov hin caran pala xwe bide wan sûdeyê
ji wan bigire û sebra xwe bi wan bîne.
Di vê germê de bûyerek, bîranînek, wefadariyek tu çi navî lê
dikî bike, bi xurtî li dergehê huş, mejî û dilê min dide, ew jî
eve; Bîranîna 55 saliya koçkirina rehmetî mîr Celadet Bedirxan
e.
Mîr Celadet Bedirxan, Evê ku ji berî 74 salan ve hawar û gazî
Kurdan kiriye û gotiye :
( Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di
yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona
nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî
bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî
zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.)
Hawar, hejmar 10, sala 1932 an
Belê, wek ku diyare, ji sala 1991ê ve, em vê bîranînê li Qamişlo
bi bîr tînin. Lê îsal 2006, du gotaran, hevpeyvînekê û çûna min
a Kurdistanê pêtir ez hejandim û livandim; Ji ber ku tev li dor
zîlanekê digerin, ew jî zîlana zimanê Kurdî ye. Gotara pêşîn a
romannivîsê Kurd Laleş Qaso bû, bi navê ( Gelo ev Hikumeta
Kurdistanê ye yan a Soristanê ye ? ), di rizgarî.com de, roja 28
June 2006 belav bûye. Romannivîs Qaso di gotara xwe bi
kezebşewatî dibêje, dibilîne û dipirse: ( Gelo bi rastî soran û
hikûmeta wan nizanin ku di vê dewra kominîkasyona pir hêlî de,
heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku
zimanê kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî
re jî wî çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av
here ?
Gelo soran pê dizanin ku gava kurmanc asîmle bûn ew ê nebin
soran, bibin tirk, ereb û faris, hi? Bila soran û hikûmeta wan
ji xwe re li asîmlasyona xelkê Mereşê, Meletyê, Dêrsimê, Rihayê
û herwekî din binerin û bihejmêrin bê ka çend kes ji wan bûne
soran yan gelo tirk? Kurdekî Serxet û Binxetê xwezîka bûba soran
û neba tirk û ereb; lê rastî ne wilo ye.... ).
Gotara din a rojnamevan û xwediyê malpera Avestakurd.net e kak
Dilbixwîn Dara ye, bi navê ( Zimanê Medyayê ), di Peyama Kurd,
hejmara 92 de, roja 29 June 2006 hatiye weşandin, Birêz Dara di
gotara xwe de dibêje; ku Soranî û Kurrmancî herdû bûne
standart...û pêwîst dibîne ku Kurd bi Kurmanciya ku piraniya
Kurdan pê diaxêfin bibe standart ...Ne ku her yek li gor devoka
herêma xwe an navçeya xwe TV yan veke û rojnameyan biweşîne ...
Hevpeyvîn jî, kak Yeko Ardel bi Dr. Yekta Uzunoglu re li
darxistiye û di malpera Celadet.com de, roja 30 June 2006 belav
bûye..Dr. Yekta di bersivên xwe de wiha dibêje: ( Başûrê
Kurdistanê hêdî hêdî dibe koloniya tirkan. Alek dane me, serokê
me kurd e, helbet baxtewari ye. Ez ditirsim serpêhatiya welatên
efrîkî yên salê 50 û 60 î were serê Başûr jî...) Hem jî tiştin
nû şanî me dide di warê aboriyê de ....Bi rastî van hîmenên
şînşad * (ŞÎN Û ŞAD), ez êşandim û dehifdam ku van gotinan
durêzî hev bikim û serê we jî bi xwe re biêşînim, di vê bîranîna
55 saliya bavê zimanê kurdî yê Latînî, mîr Celadet Bedirxan de.
Di nîsana 2006 an de, ez hatim vexwendîkirin bo (Festîvala
Bedirxan) a sisyan li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û
serbixwe li Başûr. Wek ku diyare, ev festîval her salekê li
bajarekî Kurdî ye. Sala pêşîn li Silêmaniyê bû, sala diwem li
Duhokê bû û îsal jî li Hewlêrê bû. Min jî, kar û barê xwe kir,
berhema xwe ji bo xwendina di festîvalê de, li dor navê
Festîvalê û Bedirxaniyan amade kir. Bi kêf, şahî û eşiq, mîna
sofîyekî ku here Hecê, tevî asteng û dijwariyên sînor, min xatir
ji zarok, xizm û karên xwe xwest û berê xwe da Kurdistanê.
Kurdistan: Ev gotina mezin, ev xewna şêrîn a ku bi mijandina
şîrê dayikê re, bi me re mezin bûye, û piçik piçikên wê ketiye
xwîna me de. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta bihistek axa
wê a azad bûn. Mirin û ev azadiya ku îro lê heye nedîtin..Ez jî
çûm, di Zaxo, Duhok, Şeqlawa û Selahedîn re derbas bûm. Li
Hotela (Burca Hewlêr) bûm mêvan û dor heftiyekê li wir mam.
Li wir, min ji herçar perçeyên Kurdistanê, ermenistanê û sirgunê
nivîskar û rewşenbîrên Kurd yên bijarte dîtin. Ji
Amedê(Diyarbekir), Batmanê û Stenbolê, ji Mehabad, Sine û Ormiya,
Ji Qamişlo, Efrîn û Şamê, hem jî, ji Silêmaniyê, Kerkûkê,
Hewlêrê, Duhokê û Zaxo...Di gel emîre Sînem Xan keça mîr Celadet
Bedirxan, xanima yekem di Îraqa federal de ( First Lady ) Hîro
Îbrahîm Ehmed û Serokê hikumeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan
Barzanî. Em tev xêliyên Mîrê Botan bûn. Her yekî ji me diviyabû
ku dewla xwe di bîra Bedirxaniyan û mîrnîşiya Cizîra Botan de
dake û qurtek ava sar û cemidî ji bîra wan vexwe ...Her yekî
dixwest kevirekî, latekê an hîmekî herifî ji Burca Belek li cihê
wî vegerîne...Her yekî ji me dixwest; Memo û Zînê vejînin û Beko
bimirîn in û bikujin...
Li Hewlêrê, me sihbetên bedew bi hev re derbas kirin û me ji
nêzîk ve hev û din nas kir, li rewş û halê hev pirsî...li wir
min gelek tiştên xweş dîtin û ji kêf û şahiyan re, xew razî nebû
ku bibe mêvanê çavê min ..lê bi tenê tiştekî giring, gelekî
giring çavên min lê neket..!! Tevî ku çavên min lê digeriyan;
min zimanê Kurdî bi tîpên latînî nedît; min kovarek, rojnameyek
nedît ku em tev di bin sîbera wê de xwe bidin hev, û bi rêka wê
nûçeyên festîvalê, Hewlêrê, Kurdistanê û Cîhanê bixwînin ..Mixabin
û sed carî mixabin me ew rojname nedît...Ev Kurdistana azad ku
ji 15 salan ve bingehê wê hatiye danîn, ji 15 salan ve gelê Kurd
li wê herêmê, desthilatiya xwe bi xwe dike. Bi al, hikumet,
perlemento û wezîre...
De ka careke din em li nîrê zêrîn vegerin, û li xwediyê gotara (
Zilamek û Zimanek ) vegerin, li mîr Celadet Bedirxan û dûrdîtina
wî ji yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî re vepexêrin.. Mîr
Celadet Bedirxan, evê ku ji berî 64 an ve gotarek di kovara xwe
HAWARê de belav kirye bi navê (Zilamek û Zimanek), Kovara Hawarê:
1942, hejmara: 40
Di vê gotarê de bi têr û tesel li dor vejandina zimanê ibranî
radiweste û rola Elyêzer bin Yehûda di vejandina vî zimanê mirî
de şanî me dide. Di sala 1922 an de gava Elyêzer bin Yehûda mir,
zimanê ibranî yê ku berî 30-40 salî ji wê hingê ve zimanekî mirî
bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî. Îro ev ziman di Felestîn û
Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye. Elyêzer
bin Yehûda xortekî cihû bû ji welatê Ûris, bi zimanê ibranî qet
nizanîbû, li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ku halê
miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihû ne bi tenê bê
welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê
xeber didin. Qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê cihû jî
weke xelkê zimanekî wan hebe û tevde pê baxêvin. Yehûda bi xwe
hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû... Niha hewildan hene ku
zimanê Îbranî di nav civata miletan de belav bibe...Di sala 1932
an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawar li Şamê, bi
tîpên latînî weşand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên
kurmancan û soranan xemiland. Hingê ew li yekîtiya Kurdan
digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de
didît, û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan de ye..Li
Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û
nebûna zimanekî standard, ku gelên wê tev xwe di bin sîbera wî
zimanî de bidin hev, yekîtiya Afganistanî têk diçe..Pakistan jî
mîna wê, ji ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku
zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re..
Sebaretî me Kurdan, ne xeme ku Kurd dû celebên tîpan bi kar
bînin, dû celeban standard bibînin, wek ku birêz Dara tîne zimên...
Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs
bibe... Wek ku birêz Qaso di gotara xwe de bi wêrekbûn dipirse û
baweriyên xwe li ber xwendevanan radixîne...
Xuya ye ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 74 salan ve, bi tena xwe,
bê dewlet û hikûmet, bîra vê rojê dibir û ne divîbû ku di
pêşerojan de du alfabêyên standard ji zimanê Kurdî re werin
bikaranîn. Dema dibêje : ( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya
zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî
yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî,
divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe
elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar
hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..) Hawar, hejmara 10 an sala
1932 an.
Gelo roja îro, çilmisandin, ne avdana û ne guhdana zimanê kurdî
bi tîpên latînî li herêma Kurdistana azad û federal, gunehê kê
ye.. ? Gelo gunehê nivîskar û rewşenbîrên Badînan e ku zimanê
latînî pêşnaxinin û guh lê nakin an bi wê rola ku ji wan tê
xwestin ranabin ..?! Gelo rola rewşenbîr û nivîskarên Soran ji
yên Badinan aktivtire û rê nadin wan..?! Çima hikumeta herêma
Kurdistanê û rewşenbîrên wê bi çavê ku tê xwestin li birayên xwe
di perçeyên din de na nerin yên ku bi latînî dixwînin û
dinîvîsînin..?! An tiştin din hene û hêj dem nehatiye ?!
Ev tiştana tev, di vê bîranîna 55 saliya koçkirina mîr Celadet
Bedirxan de, gotarê wî (Zilamek û Zimanek), li dor Elyêzer bin
Yehûda tîne bîra mirov. Hem jî giringî û dûrdîtina wî; bê çendî
di pêşerojan de diponjî û nedivî bû ku kurd têkevin wiha gengeşe
û alozî de..Lê sed heyf û mixabin ku Xwedê jê razî Tewfîq Wehbî
Beg, di vî warî de, warê standardkirina alfabêya kurdî latînî û
belavkirina wî di nav Badînan û Soran de, xwe ji dûv da paş û
alîkarî pêre nekir, wek ku mîr Celadet dixwest...Ji bo vê yekê
mirov dikare li kovara Hawarê hejmara 10 an sala 1932 an vegere.
Berî ku ez mijara xwe bi dawî bînim, çav bi gotarê kak Zekî
Ozmen xwediyê malpera Celadet.com ketim. Hêjaye ez çend hevokan
ji gotara wî, yê ku îro di eynî malperê de hatiye weşandin li
dor van yekan ji xwendevanan re raxînim. Birêz Ozmen bi
kezebşewatî di vê bîranînê de, vê nûçeya nû belav dike û bibêje:
( Van rojan nûçeyên behsa Windowsa kurdî tên kirin pêrgî mirov
tên. Mixabin tikes ne di ferqê de ye û tikes nabêje ku ev
Windows wê ne bi alfabeya Celadet afirandî be.
Bêgoman xebata Windowsa kurdî ya di navbera Hikumeta Kurdistanê
û Microsoftê de tişteke girîng e lê belê mixabin ev xebat wê ji
bo standartkirina zimanê kurdî û standartkirina alfabaya kurdî
ti xizmetê neke û ev xebat wê bibe sedem ku hewlên standarkirina
zimên û alfabeyê pêrgî zehmetiyên mezintir werin.
Erdal Ronahî, ku digel çend hevalên xwe pergala xebatê ya bi
navê Linuxê diwergerîne kurdî, li ser van nûçeyan wisa got:”
Ecêb e, hemûkes bi xweşbînî pêşwazî vê xebata Windowsa kurdî
dikin lê belê tikes nabêje ku piraniya kurdan wê ji vê Windowsê
bêpar bin. Windows wê bi zaravayê soranî be û wê bi alfabeya
erebî be...”)
Di vê kelkela germa temûzê de, di vê bîranîna mîr Celadet
Bedirxan de, min gotara wî (Zilamek û Zimanek), li dor vejandina
zimanê ibranî û Elyêzer bin Yehûda xwend pêre pêre jî, min ji
xwe re got: Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê
radibû.
Ziman mîna alê ye, pêwîste zimanekî me yê netewî hebe, em tev li
dor kom bibin, pê biaxivin, pê binivîsin û bi gotin û bêjeyên wî
zimanî hestên xwe derînin û hez hev bikin...
* Şîn û şad: Min ev herdû gotin bi yek gotinê bikar anîne (
Şînşad ), ango di navbera şîn û şadiyê de. Wek goyina erebî (Elmuteşaeel:
المتشائل ).
Konê Reş
Qamişlo 12/07/2006
|