عربي

 

 

K.binxetê-30.06.2005

 

 

   



 

Konê Reþ kîye

K.binxetê.22.11.05

Hemza Begê Miksî
Qehremanek ji pêþengên rewþenbîrên gelê kurd bû

Konê Reþ

 Hemza begê Miksî  qehermanekî pêþeng bû di nav gelê kurd de. Heger navê vî lehengî hinekî di nav tariya salan de mabe jî ,lê her ew wek zêrê zere , çendîn sal di ser navê wî re derbas bin ,navê wî nayê zingar kirin, her û her wê bi nirx û biha di nav dilsoz û wefadarên gelê kurd de bimîne.

Hemza Beg yek bû ji rewþenîrên kurdî li Stebnbolê di destpêka çerxa 20 an de. Wî tev jiyana xwe bi dilsozî di rêka kurd û Kurdistanê de terxan kir, ciwaniya xwe di miþextî û zîvariyan de derbas kir ,dûrî xizm ,dost ,heval û hogirên xwe buhirand,ji bil ku çend salên giring ji ciwaniya xwe di zindananên Kemalîstan de  xerckir...

Hemza Beg yek bû  ji rojnamevanên kurd yên sereke ,gelek kar û barên giran ji gelê xwe re pêþkêþ kirine.Di destpêka sala 1918 an de yekemîn rojnameya kurdî/tirkî bi navê JÎN li Stenbolê  weþandiye,hem jî dîbacak bi nirx û biha di gel Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap û belav kiriye..Hin dibêjin ji bo çapkirina vê pirtûkê hatiye girtin û hin dibêjin ji bo rojnameya Jîn e û hin dibêjin ji bo doza wî bi dûv pêkanîna prensîbên serokê Amerîkî Welson de hatiye girtin..

Di baweriya min de Hemze begê Miksî di sala 1928 an de ji zindanê derdikeve û yek ser berê xwe dide nav kurdên Binxetê, mîna Dr.Ehmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Zaza, Arif beg Abas ,Osman Sebrî,Qedrî beg û Ekrem beg Cemîl paþa...û li suriyê bûye endam di civata Xoybûn de ,ewa ku di sala 1927 an de li Beyrûtê hatibû damezirandin û ji encamên wê, þoreþa Agirî bi serkatiya Ihsan Nûrî paþa ala kurdistanê li ser çiyayên Araratê bilind kiribû ..

Di sala 1930 î de, piþtî têkçûna þoreþê, li ser daxwaza hikumeta tirkiyê, hikumeta Fransî ya ku desthilat bû li suriyê dest datîne ser Hemza beg jî di gel Mîr Celadet Bedirxan ,Dr.Ehmed Nafiz,Memdûh Selîm,Nûredîn Zaza,Osman Sebrî,Qedrî Can,Qedrî û Ekerm beg Cemîl paþa,Haco axa,Mustefa û Bozan Þahîn ...û tev li Þamê xistine  bin rûniþtina zorê de.Di sala 1932 an de,ji rex desthilatdarên fransizan ve Hemza beg dibistanekê li Eyndîwerê,di binya bajarê Cizîra Botan de vedike û zarokên kurdan fêrî ilm û zanînê dike,ew yekemîn dibistan bû ku di wê herêmê de tê vekirin,hem jî di wê hingê de Dr. Ehmed Nafiz pêre kilînîkekê li wir vedike...û di nav kurdên Cizîrê de dibe wek gerînendayekî ji kovara Hawarê re û propagende jê re dike..

Di sala 1940 an de dibe edîtorê yekemîn dibistana fermî ya herî bilind di bajarê Hesekê de li parêzgeha Cizîrê,di sala 1943 an de dibe berpisyarê dibistanan û zanînê di tevî parêzgeha Cizîrê de û di wê salê de gelek mamostayên kurd ji Þamê têne Cizîrê dibin mamostayên zarokên kurdan ,(hêjî hin ji wan saxin)..

 Di van çend rojan de min gelekî da ser þopa vî lehengê kurd,min ji gelek kesan pirsî ,belê mixabin ,kesî tu nûçeyên wiha hêja nizanîbû.Bi tenê ji min re hat gotin ku jina wî tirk bû, zarok jêre çênedibûn,bi gelek zimanan dizanîbû. Bêtir bi van kesan re dida û distand: Memdûh Selîm , Dr.Ehmed Nafiz,Dr.Nûredîn Zaza,Qedrî û Ekrem beg Cemîl paþa bûn..û hin xiristyan û ermen hebûn..

 Ew di roja 15 Remezana 1377 an koçî de, li bajarê Hesekê ,di mala xwe de çû ber dilovaniya Xwedê,ango roja (05/04/1958),li ser dazwaxa wî,ew li gundê Dugirê hatiye veþartin,di nav goristana welatparêzên kurdan de.

Gundê Dugirê li bareþî qamiþlo dikeve bi dor 27 K.M,ji welarparêzên kurdan yên ku têde hatine veþartin:Hacî Mûsa begê Xuwêtlî,Dr.Ehmed Nafiz,Arif beg Abbas,Haco axa yê Hevêrkî,Dr.Qasim Miqdad Cemîl baþa,Ebdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hesen axa Haco...

Wek ku diyare, Hejarê Mukiryanî yek ji helbestvanên komara Mehabad bû,piþtî herifandina komarê reviya bû, xwe li suriyê ,mala Haco girtibû ,û li gundê wan Tirbespiyê dijiya,nêzîkî gundê Dugirê  bi dor 4 KM, di sala 1958 an de dema ku Hemze begê Miksî çû ber dilovaniya Xwedê rehmetî Hejarê Mukiryanî ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsand:

 

Mamose Hemza beg
Rehberê fidakar !
Pir kes ji xew te kirine hiþyar
Raze bi xoþî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Roj ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xo bo te bînim

15ê remezana 1377 Koçî

05/04/1958 Zayînî

 

Konê Reþ

Qamiþlo


 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien