عربي

 

 

K.binxetê-30.06.2005

 

 

   



 

Konê Reþ kîye

K.binxetê.22.11.05

Ji berî 73 salan ve Mîr Celadet Bedirxan bersiva wiha kes vegerandiye

Konê Reþ

Min jî, wek gelekan ji rewþenbîrên kurd ew gotinên megrûdî yên ku Dr.Ferhad Þakilî di derheqa mîr Celadet û Dr.Kamîran Bedirxan de gotine,seh kirin.Dilê min jî wek dilê wan hat guvaþtin û di nav mixabiniyek bê ser û ber de kûr û dûr çûm,û li bersivekê geriyam..Dawî min ji vê bersiva ku mîr Celadet Bedirxan ya di bin navê(Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )wek bersiv ji (Pîrût )re li ser gotara wî ya bi navê ( Eksî Sedayî Hawar ) çaktir û duristir nedî.Herdû jî di kovara HAWARê de hejmara 10 an sala 1932 an çap û belav bûne.

Pîrût di gotara xwe de (Eksî Sedayî Hawar ) ji Mîr Celadet Bedirxan di pirse û dibêje:

(..Le paþî erk û xerîkbonîkî çend saleyekîk le zeman þanase qîmetdarekanî kurd –Tewfîq Wehbî beg-li ser biney latînî tîpî bo zemanî kurdî helbejard,alfabêtîkî le ser ew tîpe dana û gelî lawanî kurdî iraq fêrî ew tîpe bûn wa istayehke lekî ehênin.Keçî le seriyekî terewe kar bi destanî xoþewîstî govarî Hawar çeþne tîpîkî tiryan helbijardeweke li gel heneke key Tewfîq Wehbî beg rêk nake wêt.Aya mimkin niye bo ewy rê be ser lê têk çûn nederêt.komelîkî þareza lem dû tîpeû werd bînewe,yayekîkîyan hel bijêrinû ya yekîkîyan bixine û biwe terme tîpîkîyek reng bo zemanî kurdî dabînin ?...)

Mîr Celadet Bedirxan jî di eynê hejmara Hawarê de (No:10 Sala1932an)di bin navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî )vê bersivê ji Pîrût re dibêje:

Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî

Le bo Pîrûtê xoþewîst

Gotinên xoyê benda (Ekis Sedayî Hawar )gelek rast û qencin.Di ser wan re tu gotin nînin.her weyî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê.Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî,divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene,zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.Ji hejmara pêþîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêþîn û bingehî eve:

Di Her Tiþtî De Yekîtî

Ev armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn,iro di çin,û di dawiyê de diçin.Wekî niho,kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantire.Lê Hawara ko di her tiþtî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko têde kurd hene wek hev kirine.Bi vî hawî li Hawarê jiyan dibe.Ji ber ko heqê postê ji bona sûriyê(10)santîm,lê jo bona Iraq û Iran û welatên Qefqasê (150)santîme.Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê de jî wek hev bibin.

Belê em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamoste yê giram  Tewfîq Wehbî beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye.Pêrar wekî me hev dû li Þamê dît elfabayên xwe ji hevre dan zanînû ew danîn ber hev.Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabayên xwe bigihînin hev û ji herdiwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê destbirayê min ê xoþewîst û giram di got ko hîn li ser elfabêya xwe di xebitim.ji lewra yek kirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.

Di pê re Tewfîq Wehbî çû Iraqê.Lê teþqelenin ne xweþ qewimîn ko ji bona her kesî nasin  .Di gel vê hindê min jêre çend caran nivîsand,lê li min venegerandibû.Vê paþiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.

Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de derket.Min rixseta Hawarê di bîst û þeþê çirya berê 1931 de girt û karên derxistina wê di pêþiya goçokê de (Þibat)pêk anîbû.Çar mehan ez li hêviyê mam,da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêþdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin.Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim.Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn.Iro di meydanê de tiþtekî çêkirî heye.Kovarek û elfabêyek.elfafêyek û kovarek.Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêþiyê û rê li me bigirêt,pêþve bibin.

Di gel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav mêldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtiye.Em bi gavinin bi vîn û hiþk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin.Ji ber ko di destpêkirina me de, ji xwe bi derengî ketiye.Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin.Gelek spasan li Pîrûtê delal di kim ko ev hînceta ha xiste destê min.

Xweyiyê Hawarê

Di baweriya min de, birêz Tewfîq Wehbî beg ji zikreþî bersiva mîr Celadet Bedirxan di wê hingê de venegerandiye,nexasim wî xweþ dizanî ku Mîr Hawar amade kiriye ji çapê re...Û wiha çavê wî bar nebûye ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê navê pêþîn be di berhevkirin û belavkirina elfabêya Kurdî latînî de . Zikreþiya Dr.Ferhad Þakilî ya îro ji zikreþiya Tewfîq Wehbî a berê tê...

Gelo ! Heger mîr Celadet û Dr.Kamîran Bedirxan casûsên impryalizmê bin ,gerek di pêþiya wan de Tewfîq Wehbî beg be... Û heger Tewfîq Wehbî beg elfabêya xwe berî a mîr Celadet belav kiriba ,wî Ferhad Þakilî îro roj bi gota Tewfîq Wehbî beg casûsê Ingilîzan e..?!

Ne wiha mirov zikreþiya xwe derdike birêz Ferhad Þakilî ? Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe berberiya Mistefa Kemal paþa dikir ... Bedirxanî ûcaxên kurdistanê ne bi agirê van ûcaxan ne lîze,tê xwe biþewitîne...Bedirxanî zêrin,çendî di nav tiravê de bimînin zêrin,qet zingar nagirin...Bedirxanî ji Kurdan re, çemê Dicle û Ferat in,û ava van çeman bi devê zikreþ û kînokan nayê lewitandin...  Ne tenê em li ser Bedirxaniyan dixeydin,belê em kirasê xwe li ser wan diçirînin,û bi navê wan sûd dixwin.

Dr.Ferhad Þakilî, mîna kesê ku ji devê ketibe û hop hop wî be
 

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien