|
|
|
05.10.2009 |
Şeceret Eldilib (
Dara Çinarê):
Dîwanek Helbestên Konê Reş a Nû ye
Di van rojên dawîn de, ji rex Dar Elzeman a weşan û belavkirinê
li Şamê, dîwanek helbestên Konê Reş bi navê( Şeceret Eldilib:
Dara Çinarê) hatiye çap û belav kirin. Ev koma helbestan ji rex
helbestvan Imad Elhesen ve hatiye wergerandin ji bo zimanê erebî.
Ev cara didiwan e ku helbestên Konê Reş têne wergerandin ji bo
zimanê erebî. Di sala 2004 an de jî, komek helbestên Konê Reş ji
rex mamoste Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin bo zimanê erebi,
di bin navê (Cûdî Cebel Elmeqasid: Cûdî Çiyayê Miradan)de, û
dezgeha Dar Elyenabii li Şamê, bi çap û belav kirina wê ve
rabûye...
Ev koma helbestên nû, Şeceret Eldilib ango Dara Çinarê: 30
helbestî di nav 96 rûpelan kom dike. Wergervan Imad Elhesen, ev
dîwan bi pêşgotinek bedew û rexneyî xemilandiye û têde diyar
dike ku; karekî gelekî zor yê ku karibe bi duristî, his û hestê
mirovekî hestvan ji zimanekî biguhêze zimanekî din...Em bêjin ne
bêjin. Mirov nikare mafê helbestvan yê rastîn bine zimên...
Nemaze ku helbestvan di zimanê dayika xwe de milevan ve, wek
mamoste Konê Reş..
Helbestek ji helbestên ku di dîwanê de hatine wergerandin:
Bela bimire..
-1-
Bela bimire yê ku;
Ji bavê xwe fedî bike
Li kul û xemên xuşka xwe
Guhdarî neke
Li diya xwe ne pirse
Adet û teqalîdên bav û kalên xwe
Jibîr bike
Zimanê xwe di ser guhan re
Bavêje û
Deriyê xwe ji ber dost û hevalan
Bi qepitîne
Bela bimire jêre çêtire
-2-
Bela bimire yê ku;
Ji ronahiyê bi tirs be
Di tariyê de bi live
Wek kund li ser şikêran
Bi lûse
Di tengayiyê de
Kirasê neyaran li xweke
Di firehiyê de
Wek dîkê şinik
Bi qud-qud be..!
Serê xwe ji Partiyan re deyne
Berî çiyayên welatê xwe û
Di her çax û demî de
Di her civat û eywanê de
Karibe bistirê û biraqise
Bela weke van kesan bimirin
Mirin ji wan re çêtire
-3-
Cerê ku av têde
Nesekine
Yê şikenandinê ye
Beriya ku xezal
Lê neçêrin
Ne warê koçeryê ye
Çiyayê ku Pêşmêrge
Lê neyên parastin
Ne cihê piştdanê ye
Hevalê ku zikreş be û
Bi hewildan be ku
Li ser pişta hevalên xwe
cihekî ji xwe re
Di civatê de ava bike
Megrûdî û eware ye
Qet lê nebe ewle ye
Bela bimire, mirin jêre çêtire
-4-
Xincera ku ji kalan neyê der
Ya avêtinê ye
Tivinga bê berik be
Mîna şîşa tenûrê ye
Kum û kolozê ku
Serî gerim neke
Ne yê danînê ye û
Mirovê ku sinc û wijdan
Wî ne hejîne
Mirin jêre çê ye..
|
|
. |
|
|