عربي

 

 

K.binxetê-30.06.2005

 

 

   



 

Konê Reþ kîye

K.binxetê.07.12.05

Þêx Ehmedê Þêx Mihemedê Cizîrî
( Melayê Cizîrî ) 1407 - 1481


Konê Reþ

Þêx Ehmed bi navê (Melayê Cizîrî) di nav gelê kurd de hatiye naskirin,ew  helbestvanekî zor bi nav û denge. Helbestên wî mîna ayetên Quranê ne di kûrbûn û firehbûna wateya xwe de.Hezkirin û evîndariyek bilind ji nav gotinên helbestên wî difûre,hevgirêdana gotinan di helbestên wî de mîna libên tizbiyê, bi dûv hev de rêz dibin,û wek ava çemê Dicle diherikin.

 Sebaretî me kurdan û zimanê kurdî, dîwana helbestên Melayê Cizîrî ji me re mîna dîwana helbestên (Hafizê Þîrazî )û dîwana (Fazilê Camî) ye di zimanê farisî de,û dîwana (Kurê Farid) di zimanê erebî de û dîwana (Fidalî )di zimanê tirkî de,ji ber huner,pîþ û saziya herî bilind  ku têde bi kar aniye û bêjeyên ji çend zimanan di nav zimanê kurdî de bi rengekî profîsyonale hunandiye,û bi rengekî qubebilind hestê xwe yê giyanî ji evîna Selma yê ,ji evîna Xwedayî û sofîtiyê deraniye...

Belê mixabin ji ber ku dîwana wî zû nehatiye çapkirin,gelek destan pê lîztiye,û her yekî li gor kêfa xwe gotin û hevokên wê guhertine,û wiha di ser 350 salî re dîwana helbestên Cizîrî, toþî pêlîstin,guhertin û talanê bûye, ta ku di sala 1958 an de Mele Ehmedê Zivingî (Miftiyê Qamiþlo yê berê)  û bi alîkariya mele Abdulselam Nacî yê Botî, ji nû dîwana wî bi þirovekirineke bedew berhevkiriye û daye çap û belav kirinê bi navê(Ristika Cewheran di Þirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî de).

Navê wî Þêx Ehmed e,hem jî bi naznavê (Nîþanî) di hin helbestên xwe de diyar kiriye,Bi wateya (Nîþan) ango ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re.Navê bavê wî þex Mihemed e bi koka xwe ji hoza Bextiyan e di herêma Botan de.

Gelek dîrokzanan jiyana wî û heyamê ku têde jiya ye ne wek hev nivîsandine,belê mele Ehmedê Zivingî yê ku dîwana wî di sala 1958 an de çap kiriye,vê yekê zelal dike ku ew di sala 1407 an de li bajarê Cizîra Botan ji dayik bûye,di destpêkê de li ber destê bavê xwe þêx Mihemed xwendina seretayî di Qurana pîroz de xwendiye ,û di pey re xwendina bilind li Amedê,Hekarê û Amadiyê xwendiye û wiha ta ku teza xwe di warê zanîna olî de li gundê (Strabas) nêzîkî Diyarbekirê, li ser destê mele Taha wergirtiye.

Di pey re bûye melyê  gundê (Serba)di eynê herêmê de,û paþê li bajarê Eskîfê (Hesenkêfê) akincî  bûye û gelek mele ji ber destê wî derketine..Hin dibêjin li Eskîfê evînek Xwedawendî pêre çêbûye û dûrî mijûbûna zanîna beyan(Zahirî)bûye,û tev mêla wî ketiye ser zanîna nebeyan de(Batinî),û di rengê dînekî de vegeriya ye bajarê Cizîra Botan û lê bi cih û war bûye,ta ku çûye ber dilovaniya Xwedê .

Bi texmîn di sala 1481ê de,û ew di qebokê de,di rex medeseya Sor de hatiye veþartin.Roja îro gora wî cihê serdana keç û xortên bajarê Cizîrê ye û bi navê ziyareta þêx Ehmed tê naskirin.

 Hin dibêjin ku, ew hevçerxê mîr Þeref Xan e kurê mîr Evdalê Azîzî bû ewê ku mîrê Cizîra Botan bû ,li gor ku Þeref Xan Bedîsî di Þerefnameya xwe de behis dike di sala 1596 an de ,û mîr Þeref Xan e yê ku Medreseya Sor di rex sûra Cizîrê de, ji baxerb ve  avakiriye ,û gelek gund û zevî ji vê medreseyê re terxan kirine ji bo xerciya mamostayên Medresê û þagirtên wê.Çiko xwendin, razan,xwarin,û vexwarina wan ji kîsê medresê bû.Bê guman ,piþtî ku Melayê Cizîrî ji Eskîfê zîvirîye Cizîrê, bûye mamoste di wê Medresa Sor de,û gelek melayê pehlewan ji ber destê wî derketine.

 Tê gotin ku, li wir hez keçekê kiriye bi navê (Selma)an(Sitiya bisk kesk)ji malbata Azîzan û gelek helbest di evîndariya wê de nivîsandine,û dibêjin ku her roj diçû nav goristanê, reserî koçka Selmayê ,piþta xwe dida kêlekê û helbest di pesnê Selmayê de di hûnandin. Dibêjin, ew kêl ji heyecana evîna di hinavê Melayê Cizîrî de disincirî, pîrejinek jî ferî wê kêlê bibû her ku mela dizîvirî wê hevîrê xwe  bi wê kêlê ve vedida...Hêjî ew kêl diyare li ber çavan di hewþa medreseya Sor de,di serdanekê de þanî min dan..

Di van çend malikên xwarê de, ji nizma malayê Cizîrî di pesinê mîrê Cizîra Botan Mîr Þeref Xan de, xweþ diyar dibe ku Cizîrî di mederseya Sor de mamosteyî

 kiriye hem jî ku navê Kurdistanê bi kar aniye:

Xef wan reþandin dilxweding

Teþbîhên tîrên mîr Þeref..

Di cihekî din de wiha dibêje:

Ne tenê Tebrîz û kurdistan li ber hukmê te bin

Sed wekî þahê Xurasan defrewarê te bin..

Hem jî wiha gotiye:

Tenha ne kurdistan didin

Þîraz û Yeng û Wan didin

Her yek li ser çehvan didin

Ji Espehan têtin xerac..

Min ev helbest ji dîwwana wî bijartiye wek diyarî ji evîndarên helbestên wî re bi hêvîme ku cihê razûbûna wan be.

Xelkno li min kin þîretê            Ew dilbera zêrîn kemer

Min dî di halê xifletê                 Hat der ji burcê wek qemer

Hat der ji burc û penceran       Dil girt û da ber xinceran

Ev renge halê dilberan              lew aþiqan xûn bû ceger

Qelb û ceger min bûne xwîn     Lora ku nû derbûn birîn

Ay can were halêm bibîn          Wer rûh ji qalib bîne der

Canê min erba ser cesed           Mizgîn bi afaqan resed

Alem hemî pê bin hesed            Însan û cin û canewer

Alem hemî têk bûne sef             Seyrên li þahê min bi xef

Hatin temaþa car teref               Þatir xumar tayên diber

Hat patîþahê pir sipah                Qamet elîf dêm þibih mah

Dad û meded sed ah û ah            Zilf û eqarib têne ser

Gez tême xelkno eqrebê              Mestim ji þewqa xebxebê

Îro eqarib hate xwar                    Çû nêv baxê guledar

Ew bexçeya her lê buhar              Lo bilbilan lê qal û þer

....       ......     ......    ......                   ......       ......     ......   .....

Konê Reþ

Qamiþlo
 


 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

Kurdistan Syrien