K.binxetê.09.05.06
Mijde bo we Kurdistaniyên bi rûmet !
Mijde bo te Ehmedê Xanî !
Va herdû îdareyên kurdan yekgirtiyek danîn,Kurdistanek ava kirin,
Ehmedê Xanî ! Êdî bes bibêje :
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet..
Di roja (07.01.06) dema ku polîtbîroyên herdu partiyên me (PDK û
YNK ) gihiþtin biryara yekkirina her du hikûmetan…di wê rojê de
serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelê kurd pîroz kir û got:
“Ez gelê Kurdistanê, malbatên þehîdan û hemû partiyên siyasî û
Kurdistanî bi vê gavê pîroz dikim… cejna we pîroz be”
Va îro (07 / 05 / 2006 ), kak Nêçîrvan Barzanî,serokê hikûmeta
Kurdistana yekgirtî, navên wezîrên kabîneya xwe diyar kirin.
Bi vê helkeftinê, ez wek nivîskarekî kurd, wek xemxurekî zimanê
kurdî, vê gava dîrokî di jiyana kurdan de bi tev hestê xwe pîroz
dikim.Jêre di lîlînim, û bi heyecan dibêjim :
Kak Nêçirvan Barzanî Serokê Civata Wezîran !
Kak Omer Fettah Cîgirê Serokê Civata Wezîran !
Tev wezîrên kabîneya yekgirtî di hikûmeta Kurdistanê de !
Ezbenî !
We xewnên Ehmedê Xanî,Hacî Qadirê koyî,Mîr Bedixanê Azîzî,Mîr
Mihemedê Rewandozî, Barzaniyê nemir (Mele Mustefa
Barzanî),Pêþewa Qazî Mihemed,Mîr Celadet û Kamîran Bedirxanê
Botî,Mûsa Enter ,Pîremêrd,Goran ,Bêkes û Cegerxwîn... pêk anîn...
we pêk anîn...Bi hêviya ku hûn kurdistanê tevî hembêz bikin.Hûn
kurdistanê bikin Siwêsra Rojhilata Navîn ...Ji mêj ve em li
hêviya vê gava dîrokî bûn...
Ehmedê Xanî ! Êdî bes bibêje:
Kurd bi temerid û þiqaqin...
Pîroz be li me û we Kurdistaniyên bi rûmet..Mijde bo we
pêþmergên þehîd û tev kesên ku xwîna xwe di ber xaka kurdistanê
de rijandine...
Her bijî kurd û kurdistan.
Konê Reþ
Qamiþlo 08/05/2006
|