|
Girtina
çalakvanên kurd li Sûriyê berdewam dike
Rêcîma partiya Baas li Sûriyê girtina çalakvanên kurd li
Kurdistana Sûriyê berdewam dike.
Li pey daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovên Kurd li Sûriyê (MAF),
hêzên ewlekariya leşkerî li Qamişloyê, seat 2.30 sibeha roja
18.11.2005 bi yekîneyeke çekdar êrîşî mala çalakvanê kurd Mehmûd
Yûsiv Seyid Yûsiv kirin. Piştî ku hêza istixbaratan dîwarê hewşa
wî herfiandin, ew bi şêweyekî hov derbasî malê bûn, mal ser û
bin kirin û Mehmûd Yûsiv girtin.
(MAF) di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku bi tenê piştî hiştina
wî bi çend seatan di girtîgeha Qmişloyê de, hêzên ewlekariyê
girtiyê kurd Mehmûd Yûsiv rakirin beşê lêkolîn û lêpirsînê li
paytexta Sûriyê Şamê.
Ta nuha tu agehdarî derbarey rewşa Mehmûd Yûsiv ya di girtîgehê
de negihiştine destê malbata wî.
Mehmûd Yûsiv çalakvanekî kurd û endamê Partiya Çep ya Kurdî li
Sûriyê ye. Ew di sala 1969ê de ji dayik bû ye, zewicî ye û bavê
çend zarokan e.
Ji hêleke dî ve, di 17.11.2005ê de hêzeke çekdar ji beşê
ewlekariya dewletê li Qamişloyê çalakvanê kurd Nesreldîn Ehmê li
cihê karê wî li başûrê bajêr girt. Piştî girtina wî bi nêzîka
seatekê hêzêke çekdar ya istixbaratan êrîşê mala wî kir, mal ser
û bin kirin û hin wêne û belgeyên şexsî bi xwe re birin.
Nesreldîn Ehmê di sala 1971ê de ji dayik bû ye, zewicî ye û ew
bavê 3 zarokan e. Ew bi taybetî di komên folklorî yên kurdî li
Qamişloyê çalak bû. Di dema dawî de bibû birêvebirê Koma Qamişlo
ya Folklora Kurdî:
Girtina herdû çalakvanên kurd nîşana tundî û hovîtiya rêcîma
Sûriyê ye û rastiya wê yekê ye jî ku ev rêcîm dê qet tu gavan
ber bi misogerkirina mafê kurdan de neavêje.
Û her weha Istixbaratên Sûriyê
lêkolînê bi zarokekî kurd yê 8 salî re dikin
Endamên istixbarat Sûriyê lêkolîn bi zarokekî kurd yê 8 salî re
kirin. Piştî girtina bavê wî bi rojekê, çend endamên dezegha
istixbaratên Sûriyê zarokê kurd Nesredîn Ehmê ( jidayekbûn 1997)
bi dizî, bê agehdarkirina malbata wî ji kolana ku mala wan lê ye
dibin û lêkolînekê pê re dikin. Endamên istixbaratan ji bo ku
bikaribin ragehandinan ji Raman bistînin, 1000 (hezar) lîreyên
sûrî dixin destê wî de û jê re dibêjin ku ew hevalên bavê wî ne
û wî ev pere jê re birêkirine. Di nav lêkolîna bi Raman re,
endamên istixbaratên sûrî çend wêneyan nîşanî wî didin û jê
dixwazin ku navê kesên di wêneyan de bibêje.
Bavê Raman Ehmê, çalakvanê kurd Nesredîn Ehmê di 17.11.2005ê de
ji aliyê hêza ewlekariya dewletê ( yek ji bêtirî 17 beşên
ewlekarî û istixbaratan li Sûriyê) ve hatibû girtin
|