|
Daxwaz
birayên hêja
min nirînek heye, û di nava va nirîna min de jî tisht û tishtik
hene. yanê di dema ku seredarên Kurdan li Amerîka û Auropa
digerin û doza me pêshnasdikin li aliyê din rêjîma Toraniyan
dixwaze bi çi awayî be hest û ziman û gotina Kurd û kurdewariyê
ji holê rabike .
di va dema dawî de êrishiyeke mezin û bê EXLAQ dibe ser ROJ
TV .û tê bîra me gishan ku çawa her carê Televizionekî
Kurdan vedibû ...
dewleta Tirkan weke xeter li ser berjewendiyên xwe yên neteweî
didît û dibîne .
birano hêvîdarim ku win jî nirînên xwe wek heval û mirovin
serbixwe û xwedî doz bidin , ta em bikaribin bi awayekî
Shehreza û sivîl dengên xwe bighînin hev û Formaleke nameyî
çêbikin û ji Hukumetên dinyayê re bishînin û tê de daxuyanî
bikin ku ROJ TV rûyekî ji rûyên Kurdane , çi bi awayekî
rewshenbîrî be an miletî be an jî civakî be. û em di wa nameya
xwe de dawetî hemo dost û nas û xerîb û ne xerîban bikin , û bi
nav û îmzeyên xwe û wan em wek nameyeke protestiyê li dijî va
plana han bikin . û ji kîjan miletî be ne xeme Ereb , Tirk Ecem
Auropî ...thd . ji ber ku ger ROJ TV çibe an çi nebe wê bimîne
yek ji bencereyên Kurdan yên rengareng , wek wa regarengiya bax
û gulistanên Kurdistanê .
û ji ber ku Roj TV roleke bilind û giran biha di doza
Serhildana pîroz de lihîst li Kurdistana Sûriyê, bi dokument û
deng û reng û hevpeyvîn bi hemo aliyên rewshenbîrî û serbixweyî
û civakî û siyasî re li dijî
rêjîma al-ba,ath .û ji ber ku bi dergehek bû ji bo xortên me yên
serbixwe tê de li dijî rêjîma Sûriyê nirîniên û nirxên xwe
gotine û dibêjin .
di vir de giringiya netewî pêwîste li ser me û li ser hemo
mirovên bi ramana azad re xebat û mijûl dibin ku helwesteke
netewî bistînin , bê ku em dakevin nava damar û teqa req û
kefteleftiya siyaset û partiyan .
di li dawî wê bash be ger win karibin çi E-Mail ên mirovên
xwedî raman û doz ji me re bi rêbikin , ta em karibin tev we û
bi awayekî ji awayan va nirînê pêsh de bidin û nirîna me hemiyan
bibe pishtgirî û
girîngiyek ji bo roj TV tême çavên we birano
inayat diko
dikoo@hotmail.com |