عربي

 

 

Komelgeha Kurdî li Yonanistanê Cejna Newrozê Geşkirin
Peyamnêr / K.Binxete / 23.03.05 / 19.00
Dilcan Kurdaxî / Etîne

 
 

Roj despêka Buharê ku gelê Kurd li her deverekê li Cîhanê bi vê rojê şabûn, herweha komelgeha Kurdî li Yonanistanê jî bi hatina Cejna Newrozê şabûn, li roja 21.03.2005a bi sedan ji xelkên Kurd li Etîna paytexta Yonanistanê berê xwe dan rûyê sirûştê û bi hatina cejna Netewî keyf û şad bûn.

Şahîyê bi rawestana xalek bê deng li ser giyana pakrewanê Kurd û Kurdistanê û xwendina sirûda Ey Reqîb despêkirin û piştre şahî bi mûzîka foliklora Kurdî Def û Zirne yê geşbû û her weha şanoyek jî hate pêşkêşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn care ku şahîyek weha xweş û geş li derve li ser rûya suriştê bi boneya Cejna Newrozê li Yonanistan dihête li darxistin û herweha kesên beşdar keyfxweş bûn ku di roja 21ê de bi Cejna xwe şabûn ê hêvî dikin ku salek din hîn û hîn geştir bibe.

 
 
 

 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي                      ©  ***     ©                       Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye

 

Veger ØØØ

الرجوع ×××

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Syrische Kurdistan