|
ELMANYA,
7/10 2003 — Îro dana êvarê Parlemena Tirk biryar da ko leşker
rêke Iraqê. Ji 543 parlamenterên amadebûyî 358 kesan ji
daxwaznameya hikûmetê ra “erê” 183 kesan jî “na” deng dan. Du
parlementer jî bêalî man.
Ev biryara
dewleta Tirkîyeyê, wê çi tesîrê bikê û gelo ê ti qîmetek xwe
hebê, emê binêrin û bibînin. Lê ji nuha ve em dikarin bêjin, ev
biryar û hewldan û niyet û armancên dewleta tirk ji bo miletê
kurd, ji bo doza kurd û Kurdistanê tiştên ne bixêr in. Ji bo
selameta dewleta Kurdistanê û emirdirêjiya wê, divê ev biryar bi
cîh neyê û niyetên desthilatiya tirkan bi sernekevê. Jiber ko
çavê dewleta tirkan, li destkeftîyên Kurdan e û lê digerin ka
çawa hêlîna Kurdan xera bikin.
Çuyîna
leşkerên tirkan bo iraqê û başurê Kurdistanê metirsiyek mezin e.
Eger ordîya tirk biçe Iraqê ê li wan deran zêdetir bêîstîqrarî
peyda bibe. Generalên tirk nikarin xizmeta bicîhkirina modelek
demokrat û pirdengî bikin. Vê yekê herî baş, nivîskar û
stratejîstê amerîkî Ralph Peters di rojnameya New York Postê da
nivisîye. Rojnamevanê tirk Cengîz Çandar jî gotinên wî di
quncika xwe da neşir kir. (18 îlon 2003)
Ralph
Peters, ji bo eskerrêkirina tirkan dibêje: ”Divê em marê jehrî
bernedin dergûşa (bêşîga) azadîyê li Iraqê.”
Biryara
îro merov dikare wisa binirxîne: marê jehrî serê xwe bilind
kiriye û berê xwe daye hêlîna kurdan. Divê em nehêlin ev mar
nêzîkî hêlîna me bibe.
Meha adarê
îslamî dûdil bûn. Wan nedixwest tevî şerê Iraqê bin. Ordîyê jî
biryara eskerrêkirina Iraqê, bi hesabên siyaseta hundir sipart
hukumetê. Ordiyê dixwest îslamîyan bi vê biryarê qels bike. Baş
e ev biryar îro çawa hat dan. Em hinekî li ser van bûyerên dawî
rawestin.
Ev çend
meh in li Tirkîyeyê derheqê pirsa Iraqê da muneqeşeyên berfireh
çêdibû.
Dewleta
tirk li rê û dirban digerîya, ka çawa bikare peywendîyên xwe û
Dewletên Yekbûyî Amerîkayê cardin sererast bike û tevî prosesa
Iraqê bibe.
Dewleta
tirk gellekî aciz bû, ko biharê di dema şer da nekarî leşkerê
xwe bixwe axa Iraqê û bi taybetî başûrê Kurdistanê.
Ordîya
tirk û hevbendên wan zêde ditirsiya û hêj ditirsin ko derveyê
projektên sîyasî yên jinûveavakirina Iraqê û Kurdistanê bimînin
û ti tesîr û giranîyek wan nemîne.
Carna
hinek rojnamevanên tirk bi eşkere dinivisînin û dibêjin: ”Eger
em bi Amerîkayê ra li hev nekin û leşkerên xwe neşînin Iraqê, ê
Amerîkî wekî xwe bikin û ”li ber derê me” Dewleteka Kurdistanê
îlan bikin. Divê em destên xwe bilezînin, dilê Amerîkanîyan xweş
bikin û wan ji bo berjewendîyên xwe millî qane bikin.”
Rojnamevan
Fîkret Bila (Milliyet), peymana ko meha sibatê Tirkan bi Amerîka
ra îmza kiribû eşkere kir. Cihê dilxweşîyê ye ko ew peyman hûkmê
xwe nema û pûç bû, piştê ko roja 1ê adarê 2003 di Parlemena
Tirkîyeyê da ”tezkereya” alîkarîya Amerîkayê û vekirina rê di
ser Tirkîyeyê da hat redkirin,. Di wê peymanê da Tirkîyeyê hinek
mafan bi dest xistibû.
Stratejîst
û rojnamevanên tirk yên meyîldarên ordîyê û MGKê (Komîteya
Ewlekarîya Millî), bi aşkere AKPyê û îslamîyan sucdar dikin û
dibêjin: wan bi biryara redkirina alîkarîya Amerîkayê, di
siyaseta Iraqê da hêz û giranîya Tirkîyeyê şikestin.
Ev nêrîn
bi temamî ne rast e. Rastî ew e ko ordî û Reîsêcumhurî li
alîyekî, hukmeta AKPê ya îslamî jî li alîyek din dijayetîya
yekdu dikirin û nekarîbû siyasetek yekgirtî bimeşînin. Hêzên
îslamî nu hatibû ser hukm û nabeyna wan û ordîyê da şerekî
veşartî, bêdeng hebû. Ev şer îro jî bi temamî nerawestîye,
berdewam e. Herdu alî jî ji hev şik û gumanan dikin.
Hukmeta
îslamî-muhafazakar û ordîya laîsîst-kemalîst diranan li hevdu
diçiqînin. Ordî û hevalbendên xwe li fersendan digerin AKP ya
îslamî û hukumeta wan bê hêz û lawaz bixin û wan bînin ser xeta
xwe.
Vêca AKP
jî dixwaze bi piştevanîya Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê li ser
pîyan bimîne û desthilatdariya xwe bidomîne. Gelek caran ew bi
gotinên ordîyê û kemalîstan dike.
Îslamî ji
alîyekî ve dixwazin siyaseta xwe bimeşînin, profîla xwe ya
îslamî-„demokrat“ wenda nekin, lê ji alîyê din ve di bin tirs û
xofa leşkeran da ne. Ew ditirsin ordî fet û fitnan bi serê wan
bîne û hukumet ji destê wan derkeve. Di Tirkîyeyê da ev tişt
dibin. Di sala 1998an da jî desttêwerdaneke eskeran çêbû.
Hêzên
Îslamî bi vê tirsê, her tim bi ordîyê ra li lihevhatinê digerin.
Ji bo berjewendîyên millî yên Tirkîyeyê amade ne bi ordîyê ra
tefaqê jî bikin. Ev biryara îro encamek ji lihevhatina ordîyê û
îslamîyan e.
Li
Tirkîyeyê pirsa kurd, wisan pirsek e, hêzên dijberên hevdu jî
dike “dostê hevdu”. Vê rastîyê em di vê bûyera eskerrêkirinê da
carek din dibînin.
Mixabin,
hêzên Îslamî jî, yên nîspeten lîberal û muhafazakar, hemî di
pirsa kurd da wekî dewleta xwe difikirin. Nêrîneke wan demokrat
hê tune. Ev handîkapek dijwar e.
Bi biryara
îro, îslamî xwe xistin bin emrê ordîyê û Kurdan kirin qurbanîyê
tirsa xwe.
Îro
çûyîna/şandina eskeran, ordî û hevalbendên wan dixwazin. Yanî
evên ko hebûna miletê kurd înkar dikin û bi hemî îmkanên xwe
seferber in, da ko dewletek Kurdistanî neyê ava kirin.
Li Iraqê,
kes eskerên tirkan naxwaze.
Konseya
Iraqî naxwaze û wan îro bi yekdengî biryar dan. Kurd naxwazin.
Amerîkî jî, bi şêwek ko tirk dixwazin werin Iraqê û têkevin
Kurdistanê, ew jî naxwazin. Li Tirkîyeyê li gor encamên
lêkolînan, piranîya gel jî naxwaze. Sazîyên karbendan, sazîyên
pîşeyî û demokrat û komeleyên mafên mirovan jî naxwazin.
Lê dewleta
tirk bi îsrar dixwaze leşkerê xwe bişîne Iraqê û başûrê
Kurdistanê. Armanca wan jî ew e ko bibin şirîkê paşeroja Iraqê,
yanî nehêlin ko Kurd bibin xwedî dewlet. Dixwazin li Bexdayê jî
dewleteka merkezî, ûnîter wekî ya Enqereyê ava bikin û kontrola
başurê Kurdistanê jî bikeve destê Bexdayê.
Tirk pir
dixwazin ko rejîmekî wek yê Saddamî li Bexdayê were ser hukm.
Vêca ev dê alîkar bin ko li Iraqê demokratî saz bibe? Eger
Amerîkî li Iraqê rê bidin dewleta tirk, ewê bê wê maneyê, ko ew
berxan teslîmê gur û deleguran dikin. Em Kurd divê bi gumanek
mezin çavdêrên vê peywendîyê bin.
Hêzên
welatparêz divê piştî vê biryarê li gor rewşa nu li bakurê
Kurdistanê siyaseta balansê bixin dewrê û çavên wan her tim li
ser ordîya tirk be, ka ewê li Iraqê çi bike?
Pirsa herî
girîng, divê Parlemena Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê, Hêzên
fermî û peşmergeyên Kurdistanê, partîyên Kurdistanê, lê kar
bikin ko Dewleta tirk, di reşayîyê da ser axa Kurdistanê
“korîdorek eskerî” ava neke. Û divê bi hemî îmkan bête kar kirin
ko eskerên tirk û îstîxbaratên wan ji Kurdistanê bêne dûrxistin.
Biryara
Parlamena Kurdistanê, bo federalîyek dilxwazî, rêya herî rast e.
Di vê rê da îsrar ê leyistikên dewleta tirk jî xera bike. |