|
Vê daxuyanîya di 09 Nîsan 2006 an
de ji berpirsîyarên PDK-Bakur re hat şandin. Tevlî ku di ser wan
nivîsên ku hatibûn nivîsandin re heyvek derbas bûye û bi hêvîya
vê şaşîya kirêt bê rastkirin ku di ser dema ku me daxuyanîya
şandîye du hefte derbas bûye, ji alî berpirsîyarên PDK-Bakur
hîna jî tu daxuyanî nehatîye dayin. Loma em vê daxuyanîyê
pêşkêşî rayagiştî dikin.
Jibo Berpirsîyarên PDK-Bakur
Jibo Rayagiştî ya Welatperwer
Di 27.03.2006 de, di Sîteya PDK-Bakur de, di bin sernivîsa DI
TEKOŞÎNA RIZGARÎYA NETEWA KURD DE WENDABÛNEK MEZIN di derbarê
REMEZANÊ HAŞIM de daxuyanîyek hat weşandin. Di paragrafa dawîn
ya vê nivîsê de waha tê gotin:“Remazanê Haşim ji alî kesên ku
ketibûn nava TKDP û piştre ku daxwazên xwe nikarîbûn pêk
bianiyana jê veqetiyan û KUK avakirin û mixabin hinek provakator,
mêrkujên kirêkirî ku di nava vê avahîyê de di 27 Adar 1979 an de
bi dagîrtinek li ser mala wî hat şehîdkirin. Di vê êrîşa kirêt
de kurê Remezanê Haşim yê KAWA`yî Sadûn jî hatiye şehîdkirin.”
Di nivîsê de, yên ku rêxistina KUK avakirine wek “provakator” û
“mêrkujên kirêkirî” tên rêdan. Ji rêxistina TKDP-KUK re dervî
şêweya ehlaqê sîyasî sûcdarîyên giran tên kirin. Em li hêvîya
berpirsîyarên PDK-Bakur bûn ku bi daxuyanîyekê vê şaşîya kirêt
rast bikin, berevacî vêya di heman sîteyê de bi nivîsên din ku
li dû hev derketin, van sûcdarîyana hatin berdewamkirin. Ji van
nivîsan yek jê jî bi îmza PDK-Bakur hatîye weşandin ku lênerîna
wê ya rêxistinî rê dide. PDK-Bakur, di heman sîteyê de bi
daxwîyanîya di 29.03.2006 an de bi îmzeya “PDK-Bakur Sekreterya
Ragihandinê” werê dibêje:”Şehadeta Remezanê Haşimî mixabin bi
destê hin xernexwazê ji nav KUKê hatiye kirin, ew bêbext bûn
sedemên êş û dijminatîya navxweyî jî. (…) Ev tişt baş dide xwuya
kirin ku di nava KUKê de kesên pravakator ne xwedî tesîr bûn û
hejmara wan kêm bû. Lê mixabin cardin jî wê demê bi vê kiryara
qirêj zererek mezin gîha PDKê.”
Nivîs bi gelemperî bi îmzeyên kesan hatibin nivîsandin jî, di
dawîn de di sîteyek ku bi fermî nûnerîya PDK-Bakur dike de
hatiye weşandin û ji bo ku PDK-Bakur di nava helwestek ku vana
dipejirîne de ye, ji alî me de wek helwestek partîyê ya fermî
hat dîtin. Dîsa di van nivîsan de xalek hevbeş jî, hinek belkî
bi nezanî, lê berpirsîyarên PDK-Bakur û hinekên din bi zanîn,
hin rastîyên dîrokî yên li ser demajoya TKDP-KUK berevacî dikin.
Tu mirovekî Kurd ku hişê wî li serê wî be dîyar nake ku ew kesên
yek ji rêxistinê Kurdisatanî ku di seranserê dewrekê de, di
tekoşîna demokratîka netewîya Kurdistan de cîh sitendîye û mohra
xwe li vê demajoyê xistîye avakirine, wek “provakator” û
“mêrkujên kirêkirî” rêbide. Bi serde li ser îstismarkirina
şehîdan vêya tê kirin. Di vê bê zanîn ku di bîranîna şehîdan de
rewiştîyek bilind heye. Bê gotin ku rêxistinek welatperwer ji
alî “provakator” û “mêrkujên kirêkirî” hatiye avakirin, tu alîyê
wê yê ku di edeba sîyasî de bi cîh bibe nîn e.
Wek ku di nivîsê de tê gotin KUK ne rêxistinek piştre çêbûye.
KUK, ne rêxistinek ji TKDP veqetîyaye, ne jî yên KUK avakirine
ji TKDP veqetîyane. Navê rêxistinê yê fermî jî tenê ne KUK e. Di
nava salên 1978-1981 de navê rêxistinê yê fermî TKDP-KUK e.
TKDP-KUK, rêxistinek berdewam û xwedîyê TKDP ye. TKDP-KUK di
Konferansa xwe ya 1. de bi biryarekê navê TKDP hiltîne, xebatên
xwe yên rêxistinî hetanî Gulana 1996 an ku PYSK (Partîya
Yekîtîya Sosyalîsta Kurdistanê) avabû bi navê KUK berdewam
kirîye. Piştî felişandina PYSK ya ku ji alî yekîtîya polîtîk ya
pênc rêxistinan (Kawa, KUK, Têkoşîna Sosyalîst, TSK ve YEKBÛN)
ava bûbû, li ser esasê domandina yekîtîyê, KUK, Tekoşîna
Sosyalîst, Tevgera Sosyalîsta Kurdistan (TSK) û bi beşdarîya
hinek kadroyên ji kevneşopîyên din hatibûn di 16-17 Rêbendan
1999 an de bi hevre RSDK (Rêxistina Sosyalîsta Demokratîka
Kurdistanê) avakirin. RSDK, di konferansa 7-8 Îlon 2005 an navê
Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) stend. Loma KUK bi
kevneşopîyên din re, îro mîrasa xwe ya polîtîk, dadwerî û dîrokî
di nava TDK-Tevger de didomîne. TDK-Tevger, rêxistinek li
derbasbûna hemû kevneşopîyên ku berdewam û bermayîya wan e yên
erênî û neyênî, li bermayî û rûmetên wan bi xurtî xwedî
derdikeve û ji van rêxistinan li kîjanê neheqî were bila were,
li hemberî her şêwe neheqîyê derdikeve.
Ji dema ku TKDP-KUK avabû û heta ku KUK di nava PYSK de cîh
girtîye, di her astê de vê rêxistina bi giranî kadroyên ku ji
dema TKDP hatibûn birêve birin. Wek tê gotin yên KUK avakirine,
ne kesên ku berê ketine nava TKDP û piştre jê veqetîyane,
berevacî vêya di ser ji sedî heyştêyî re rêvebir û girseya TKDP
bixwe bû. Yên kêm-zêde hayê wan ji dîroka nêz ya tevgera
demokratîka netewa Kurdistan heye, di Kongra 3. ya TKDP ku 1977
an de çêbû, baş dizanin ku yên piştre xebata xwe bi navê
TKDP-KUK meşandin, yên çep bi giranî rêvebirîya TKDP girtin dest
xwe. Yanî yên rêvebirîya TKDP-KUK dikirin, ew kadirên ku di
1973, 1975 û 1977 de beşdarî Kongre û civînê TKDP dibûn bixwe
bûn. Di Kongra TKDP ya 1977 an de tu veqetandin çênebû. Piştî
Kongra 1977 an hinek kesên li hember îradeya piranîyê serî
hildan, çend heyv piştî Kongrê bi navê TKDP-Komîta Miweqet belav
kirin, eşkere kirin ku partîya xwe avakirine.
Di daxuyanîya PDK-Bakur de, demajoya gengeşîya îdeolojîk û
polîtîk ya nava TKDP jî tê tahrîfkirin. Li vê dera, em nikarin
dudrêj behsa gengeşîya nava TDKP ya îdeolojîk û polîtîk bikin.
Lê em dikarin bi kurtî bêjin ku tevlî hinek mijarên îdeolojîk,
di bingeha vejinandin û gengeşîyên me de daxwaz û armancên
şoreşa Kurdistanê yên (wek serxwebûn-otonomî, yekîtîya
Kurdistanê, rêxistinî û hwd.) stratejîk hebûn.
PDK-Bakur, di daxuyanîya xwe de, tevlî ku tu têkelîya wê pê re
tuneye, bûyera Remezanê Haşim, dixwaze wek delîlekî neyartiya li
hember Barzanî (Ji aliyê din ve bi kuştina Remezanê Haşim, bi
cureyek şerê bîr u ramanê Barzanîyê nemir hat kirin.) rê bide.
Gelo rêvebirên PDK-Bakur yên vê daxuyanîya nîvîsandine ji bo çi
serî li rêyek wanî didin? Ji bo ku mesaj bidin derekê û KUK`ê
gilî bikin, ji îstîsmarkirina rahmetîyê Barzanî jî xwe bi şûnde
nadin. Ya rastî herkes dizane ku barê herî giran yê şoreşa
Kurdisatna Başûr û bi taybetî tevgera PDKI-Komîta Miweqet him yê
polîtîk û him jî yê pratîk, li Kurdistana Bakur TKDP-KUK da ser
milê xwe. Di wê demê de ji ber vê helwesta, TKDP-KUK bûbû hedefa
êrîşên polîtîk yên wek “Dûvikê PDKI-Komîta Miweqet”, “peyayên
Barzanî” û “yên dixwazin bibin eyaleta Emrîka ya 51.”. TKDP-KUK,
di weşana xwe ya fermî ya bi navê Xebat-Jibo Rizgarîya Kurdistan
de, piştî mirina rahmetîyê Barzanî dîyar kir ku ew “Qahremanekî
netewî û serokekî netewa gelê Kurd e” ku hîna wê demê cîyê wî yê
dîrokî xwanê kir. TKDP-KUK di wê demê de bêşik vatinîya xwe ya
netewî û dîrokî pêk tanî. Vêya ne li ser navê ku em xwe bi
hinekan şêrîn bikin an ji xwedî bêtir xwedîtîyê bikin dibêjin.
Îro jî TDK-Tevger, bêyî ku şelafîyê bike û xwe bi derekê xweş
bike, destketinên Kurdistana Başûr yên dîrokî wek destketinên
hemû netawa Kurd dibîne û piştgirî dike. Vêya li ser bingeha
berjewendîyên netewî yên gelemperî dike, ji rastîyê re dibê rast
e û piştgirî dike, li hember şaşîyê dertê û rexne dike. Li gorî
me helwesta rast ya welatperwer ev e.
Ku em bên li ser mijara Remezanê Haşim: Konferansa 1. ya KUK`ê
ku 1981 de civîya, bûyera kuştina Remezanê Haşim tevlî ku ji
dervî zanîn û îradeya Komîta Navendî ya KUK pêk hatibû, eger û
ûştên wê çi dibin bila bibin, piştî Kongra TKDP ya 1977 an di
navbêna herdû alîyan de kuştin û birîndarkirinên li hemberî hev
hatin kirin û rûdanên neyênî yên di vî warî de li ser sekinî û
van bûyerana bi tundî mahkûm kir. Konferasa 1. ya KUK`ê, di vê
mijarê de bi cesaret û helwestek zelal li hemberî gelê xwe rexne
li xwe girtî ye. Hemû rayagiştî ya welatperwerên Kurd vêya
dizane. Yên van şêwe nivîsên ku bêhna kîn û nefretê jê tê
dinivîsin û yên di nava PDK-Bakur de cîh digirin ne gengaze ku
vana nizanibin. Wekî din jî bûyer ne yekalî ne. Ji her du alîyan
yên şehîd bûne, birîn bûne (bêtir ji KUK`ê), yên hatine
wendakirin û hwd hene. Baş e, kî wê hesabê vana bide?
Em Remezanê Haşim û kurê wî Sadûn şehîdên Kurdistan û yên
TKDP-KUK û îro jî yên TDK-Tevger dibînin. Lê ji alî din ve
kadroyên TKDP-KUK`ê yên giranbuha Mihemed Emîn Ant (Nîsan 1979),
Abdullah Bîlen û kurê wî Emîn yê 12 salî (23.05.1979) jî şehîdên
Kurdistan in. TKDP-KUK, hîna di ser bûyeran re du sal û nîv
derbas nebûbû di demek kurt de, di koferansa xwe ya pêşî de, van
bûyerên trajîk yên dîroka me ya nêz bi zimanekî tund mahkûm kir
û hesab da gelê xwe, yên van nivîsa dinivîse û rêvebirên
PDK-Bakur, tevlî ku di ser bûyerê re tam 27 sal derbas bûye,
gelo karin cesareta ku Mehmet Emîn Ant, Abdullah Bîlen û kurê wî
Emîn jî wek şehîdê xwe bibînin rêbidin? Heger li hemberî gel û
dîroka xwe berpirsîyarî his dikin û karibin kamilîyek sîyasî
rêbidin, divê ew jî di derbarê van bûyeran û encama wan de çi
dihizirin ji gelê me re eşkere bikin. Ger bi rastî li hemberî
provakasyona bin, em ji wan hêvî dikin ku vêya bikin. Berî bi 27
salan bûyerek werê trajîk bûye, bi ziman û awakî werê anîna
rojevê, di nava rêxistinên demokratîk yên netewîya Kurdastan de
ji xeynî geşkirina hestên kîn û nefretê û rêvekirina
provakasyonên nû ji tu kesî re fêdê nîne. Di demek werê ku
tevgera Kurdistan ya netewîya demokratîk di demajoyek gelek
hesas re derbas dibe, ku gelê me şerekî hebûn û tunebûnê dide,
di demek werê awarte de ku di navbêna hêzên welatperwer de di
her astê de yekîtî û hevkarî bûye pêwîstîyek misoger, weşandina
nivîsên werê û destûrdana vana, rewşek ku her Kurdek lêpirsîna
wê bike.
Em bang dikin ku rêvebirên PDK-Bakur li hemberî kiryarên werê
hestgîr bin, berpirsîyarîya xwe pêk bînin û vê şaşiya kirêt rast
bikin. Bêşik, di rewşek ku rêvebirîya PDK-Bakur vê vatinî û
berpirsîyarîya xwe pêk nîne, yê doh û îro cîh û rewşa wî/wê ya
sîyasî çi dibe bila bibe, her mirovê di demajoya TKDP-KUK de cîh
girtîye, bi egera ku li hemberî derbasbûna xwe ya sîyasî û
dîrokî berpirsîyar e, mafê wî/wê yê bersîvê bide vêya hey e.
09.04.2006
TEVGERA DEMOKRATÎK A KURDİSTANÊ
(TDK-Tevger)
|