|
Pirtûka "Licê" û roja danasina wê
Gabar Çiyan
Nivîskarê hêja Amed Tigrîs
ronakbîrek pir rengîn e. Bi programên xwe yên tv yî mîna "Rojbaş
Mamoste" û "Dibistana Kurdî" cihê xwe di dilên malbat û zarokên
kurda de çêkir.
Weke mamosteyê kurdî û
ronakbîrekî kurd di dezgehên kurdî de xebatên hêja û bêwestan
kir.
Wî, pirtûkxaneya kurdî ji
gelek awiran ve dewlemend kir. Carna bi tenê, carna jî bi
nivîskarên din re berhemên hêja pêk anîn. Ken û Girîn,
Kurterastî, Nîşan û Dawet û Cografya Kurdistanê beşek ji wan in.
Tîgrîs, demek e dirêj di
medîa kurdî de nivîsên xwe belav bû. Li ser gelek mijaran reng
da rûpelên kovar û rojnameyan. Hinek kovar û rojnameyên ku
nivîsên wî tê de hatine weşandin, ev in: Berbang, Armanc,
Kurdistan Press, Avaşîn, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûn...
Hêja Tigrîs wextek e bê deng
bû. Lê derket holê ku ev bêdengiya wî sedema xwe hebû. Ew,
wextekî dirêje li ser berhemekî nû dixebitî. Bingehek xurt ji vê
xebatê re amade dikir. Bi wêneyên ji duhî dirêjî hetanî roja me
dibe, xebata xwe zindîtir kir. Ji gelek kesan û awiran ve
zaniyarî berhev dikir û bibîranînên xwe û derûdora xwe pirtûk
tekûztir kir. Kitêb, valahiyek mezin li ser herêmek ji yê
Kurdistanê dê dagire. Bi vê hasasiyetê, bi dehan car zimanê wê
kontrol kir. Û pirtûka ku bi salan e li ser dixebitî bi dawî
hat. Kete ber çapê...
Bajarê Şewitî Licê, di dîroka
Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye. Amed Tigrîs yek ji wan
kesan e ku bi vê yekê baş zane. Ew bi xwe jî ji vê herêmê ye. Bi
vê berpirsiyartî û zaniyariyê kitêba "Licê"
nivîsî. Weşanxaneya APEC ê ku bi salan e ji çand, ziman û dîroka
kurdî re xizmetê dike, gavekî din davêje û çapa vê xebata hêja
dike.
Pirtûka giranbûha Licê, li
Stockholmê, li navenda Kitêbxaneya Kurdî de, roja 6 ê nîsanê bi
nasandinek berfireh dê bikeve destên xwendevanên xwe.
Min û Tirgîs cara ewil, çend
sal berê, hev li Instîtuya Kurdî li Stockholmê dît. Wî, bi
disîplîna xwe û xebata xwe ya rêkûpêk, bi gavên ji bo xebatên
kolektîv, carna bi henek û nukteyên xwe, bi dîtinên xwe yê
dewlemend û dostaniya ji dil, hezkirina xwe li cem me tevan
çêkir. Bû mamosteyê me.
Mamoste Tigrîs...
Spas ji bo vê xebata te ya nû
û hêja. Yezdan jiyanek dirêj û bisihet bide te. Ji bo ku Tu
gavên mezintir bavêjî û bi dehan kitêbên din binîvisî.
Spas APEC, ji bo xebata we, ji
bo xwedîderketina li çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe...
Zarathustra News
-
zarathustra_news@comhem.se
|