|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-06.03.08.20.10.EU |
Ez bişewitim:
Dûmanê min jî wê ji te hezbike
Cankurd
Wekî bendeke avê di destpêka beharê de herdem xumxum û nalîne,
geliyê dadigire û bi xwe re disojîne, wilo helbestvanê me yê
hêja Hêmen Kurdaxî jî bi ser hezkirên helbestê de dîwana xwe ya
sêyemîn, paş ku berê „Çêroka neynûkên şikestî“ û „Siwarên rejiyê“
weşan dibûn, davêje, tijî evîndarî û bi Kurmanciyeke asan û
zelal, bi wateyên nû û dîmenên wêjevanî yên xweşik..
Xebata Hêmen Kurdaxî, Ez bişewitim, dûmanê min wê jî wê ji te
hezbike, wekî herdu pirtûkên berê piçûk e (100 rûpel e), û di
nav de dora 40 helbestan hene, bi bergekî rengîn, ku bi xebatek
tablovanî ya Fehmî Balayî hatiye xemilandin. Çapa yekê li
Berlînê di Berfanbar a 2008 de, ji aliyê Han Graphîk ve, di bin
jimareya fermî de: ISBN 978-3-940997-02-9 derketiye.
Helbestvan ev pirtûk diyarî hevjîna xwe Ferîdê û hersê
qurnefîlên xwe, Şiyaro, Ciwano û Alano kiriye. Li navçeya
Kurdaxê li Rojavayê Kurdistanê, yek ji nîşanên welatparêzî û
zimanparêziyê ewe, ku navêd zarokan bi Kurdî bin. Hêmen jî
Kurdaxiyekî welatparêz û zimanparêz e…
Hêmen, wek hezkirê welatekî çeleng û wefadarê evîndariyek bêdawî
û bêsînor, firîşteyên qurnefîlê ji devê berbangê derdixîne, me
bi xwe re di nav bajêrên sar û basikşikestî re digerîne,
destanên revê ji me re dixiwîne, gerdoneke ji ramûsan avakirî ji
me re diafirîne, li ser kaxizê taziya tozê û li ser lêvên şevê
behiştekê ji bo zarokên me pêda dike, û her û her wefadarê
evîndariya dilê xwe yê ji rê mayî dimîne…Di nav helbestên Hêmenê
Kurdaxî de ronahî asîmanê parve dike, û tîpan riswa û tazî dike…
Ez naxwazim bêtir li ser va berhema wî ya ku bi Kurmanciyek hêja
hatiye lêkirin bipeyivim, tenha min xwast dîna we bikişînim ser
wê, heger hûn bi xwe bibînin, hûnê helbestvanê me û berhemên wî
hîn bêtir binasin û hîn bêtir jê hezbikin...
Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se
|
|
. |
|
|