Di
Edebiyata Kurdî de:
Dîmenên
erotîk û etîk -3-
Gabar Çiyan
”Di
Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring
e. Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin
pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê
dipejirînin û dîlana xwe dikşînin.
Bandora çandên
biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û
tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî
ser rûpelan bibe.
Divê em tevayên
pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên
exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û
sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî
û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast
bikin.
Li ser vê bingehê,
em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay
dikin…
Nivîskar
Evdile Koçer:
Erotîk
verêsandina şehweta eşqê ye
- Ji
kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn, Evdile Koçer
kî ye?
E.
Koçer:
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye
dinyaye. Di gelek kovar, malper, rojname û antolojiyan de nivîs
û çîrokên wî derketin.
Heta niha bi navê
‘Govendistan’ û ‘Mirin’ du pirtûkên wî derketine. Her wiha
pirtûka ‘Koçername’ jî ji çapê re hazir e. Wekî din vêga li ser
‘Çîrokên Kûçikan’ pirtûkeke nû hazir dike!
-
Di stiranên kurdî de, di çîrok û serpêhatiyan de, di romanan de
dîmenên erotîk piralî hene. Lê hosteyê dîmenan têra xwe xurt in,
serkevtî ne. Dîtina te li ser "hezkirina kurda ji bo dîmenên
erotîk" çi ye?
E.
Koçer:
Hezkirina kurdan bi tenê pala xwe dide hezkirina wan ya dirûtiyê.
Her kes bi tena serê xwe an jî di wê „zindana xwe ya tarî“ de
wekî birçiyên xelayê van dîmen û vegotinên erotîk dixwîne û
dadiqurtîne, lê çi ecêb e ku dema ev kes têne cem hev jî van
dîmenan wekî bêexlaqiyekê an jî wekî xayîntiya nivîsê bi nav
dikin. Helbet ev jî pala xwe dide çanda nîvfeodal ya cemaetbûna
civakekê!
Di wêjeya devkî
bi taybetî di stranan de dîmenên erotîkî li gorî tevnsaziya xwe
xurt û lihevhatî ne. Mesela, Miradko dema ku di straneke xwe de
distre, „Sing û berê gula min xweş e…”, meriv ji herîkin û
çîroka stranê fêm dike ku gelek lê hatiye.
Ev yek di gelek
stranên kurdî hema bêje wisa lihevhatî ne.
Sedema vê yekê;
1- Kurdiya van dîmenên erotîkî gelekî tîr û kûr e. (Min lihêf û
doşek xwar, min serê memikê te xwar… -ji devê Miradko-) 2-
Vegotina van dîmenên erotîkî xwe her dem di devê stranbêj û rihê
civakê de parzûn dike heta ku tê digihîje îro. (Memê wê bûye
firo…Miradko) 3- Awaza dîmenên erotîkî û awaza dengê stranbêjî
gelek caran hevûdû temam dikin û dimeyînin.
(Serê singê zêrê zer e… serê memika xurme ye… Miradko)
Li
hêla din, xwendevan fêrî çanda nivîsê nebûye. Mesela, dema ku
dengbêj û stranbêjên wekî Miradko, Hiseynko, Emînê Erbanî û hwd.
behsa ‚ Serê memikan’ dikin, guhdêr xwe hildavêjin û govendê
digirin, lê rihê xwendevan eleqeyeke zêde ji vegotina nivîskarî
re nîşan nake, an jî gelek caran li dijî vê yekê dertê,
gotegotiyê dike û dev davêje şexsiyeta nivîskar bixwe!
-
Dîmenên erotîk ku di edebiyata devkî de hene, di dema
derbaskirina ser rûpelan de, bi sansurê tê beramberî hev.
Nivîskar pirsê bi tirs derbasî ser berhema xwe dike. Çima?
E.
Koçer:
Ev sansûr, mixabin ji hişê sansûra siyaseta kurd tê! Xwegirtin û
muhafazakariya siyaseta kurd ya van 30 salên dawî xwe berdaye
ser pêlên wêjeya kurdî ya nûjen jî. Hin berhevkar û nivîskarên
ku edebiyata gelêrî berhev dikin, xwe gelek caran wekî nobedarê
namûsa civakê dihesibînin û xwedêgiravî li ser navê paqişkirin
pêşketin û modernîzmê hin dîmen şayes gotin û vegotinan
dikesixînin û datînin ser aşê nivîsa kurdî; lê piştî demeke din
jî tê dîtin ku ev aş bi vî aqilî nagere.
Ji ber ku ew kes
kêm zêde ji ilmê filoloji û folklornasiyê dûr an jî bêpar in!
Mesela em bêjin camêrek dema ku bixwaze li Afrîkayê li ser ziman
an jî çîrokekê lêkolîn bike, berî her tiştî hewl dide ku wî
zimanî fêr dibe. Lê li cem me rewşeke pir trajîk heye: aqilê
tirkmancî, korezaniya welatparêziyê, stûnên ronesans û
modernîzmê li cem me şaş şîn dibin.
Weke ku çawa hin
kes dixwazin ji jor ve demokrasiyê bînin civakê, her wiha
dixwazin bi vî rengî wêjeyê jî ji jor ve bihûnin û ava bikin.
Loma gelek caran bêhna werger û zimanekî din ji berhem û nivîsên
wan tê.
Jixwe ev tirsa
ku tê dikeve hiş, ji nezantî û korezaniyê tê û gelek caran navê
wê dibe, „sansûr“ an jî qaşo nûjentî an jî tişteke din.
Çawa ku mirov
qurmê darekê bêyî ku kor bike neqilê erd û bexçeyekî din dike,
her wiha divê ew dîmenên erotîkî yên di nava wêjeya devkî de jî
bi vî awayî neqlî ser kaxizê bibe, nexwe em ê nikaribin rihê
civakekê jî neqlî pêşeroja xwe bikin.
Helbet meseleya
me ne çawayî û hêjayiya vegotinê ye, mesele berdewama şopa doh û
îro û sibe ye!
- Çine
ew sînor ku dîmenên erotîk dike, berhemek porno? Ji bo çîrokên
kurdî sînorek çawa dikare bê danîn?
E.
Koçer:
Helbet sînoreke kifşkirî ji bo
vegotina erotîk û porno tune. Ev sînor ji fahmkirin û
têgihiştina edebiyatê ya nivîskar û xwendevanan dest pê dike. Bi
ya min divê sînorek jî neyê danîn; bi balixbûna wêjeya kurdî re
dê dîmen û vegotinên stewîyayî yên erotîkî vî sînorî kifş bikin.
Weke sînorê di
navbera eşq û seksê de, sînorê erotîk û pornoyê jî gelek caran
tên digihîjin hev û dîsa ji hev vediqetin. Têgihiştina insanî
van sînoran bi nav dike û ji hev vediçirîne.
Erotîk, bêyî ku
meriv rasterast behsa seksê bike, vegotin û verêsandina şehweta
eşqê ye. Xeyal-bêjî û estetîzekirina jihevûduhezkirin û
hevûduxwestinê ye! Tahmjêhilanîn û avjeniya rihê eşqê ye.
Lê porno bêtir
rontgen-kişandin û tazîkirina bedenê ye. Rol-dizîn û vehûnandina
edebî ya req û beloq e. Tir li ku, das li ku’bûyîna vegotina
dîmenên erotîkî ye. Lê helbet ev sînor dîsa dimîne li ser
vegotin û têgihiştina nivîskar û xwendevanî.
Jixwe li gorî
maneya wê ya ferhengî jî (li google-yê binêrin!) erotîk,
çîrokbêjiya eşq û hezkirinê û porno jî pala xwe dide çîrokbêjiya
fahîşetiyê.
- Di
berhemên te de rewş çawa ye?
E.
Koçer:
Ev bersiv bila bimîne ji xwendevanan
re, dê baştir be. Lê di hin çîrokên min de -li gorî kompozîsyon
û mijara çîrokê!- ez gotinê dispêrim qehremanên xwe. Exlaqê
mijar û qehremanên min, ji exlaqê civakê bêtir mûhîm e! Ez bêjim
heke ku nivîskarek ji ber baweriyên xwe rojê pênc danan nimêj jî
bike, divê bikaribe ‚nimêj’a pênûsê jî baş bike û divê bikaribe
mesela çîrokeka lezbiyenekê jî baş bihûne.
Di çîrokên xwe de
heke ku ez keçikekê/zilamekî bi vegotineke erotîk ve tazî bikim,
ez dixwazim ku rihê xwendevan jî bêyî ku bi xwe bihese bi vî
awayî tazî bikim.
-
Bikaranîna dîmenên wisa di çîrokan de giring e, an na? Çima?
E. Koçer:
Ev mesele bi ser kompozisyon û
tevnsaziya hemû çîrokê ve ye. Heke ku mijar û vegotina çîrokê
biherike ser cihoka erotîk û şehweta eşq û seksê, bi ya min divê
nivîskar destê xwe jê nekişîne û berê vê cihokê neguherîne;
nexwe ev jî otosansûrek e!
Heke ku mijar ji
ser maseya xwarinê biçe ser odeya bihevşabûn û razanê, heqê
nivîskar tune ku deriyê odeya razanê bi ser çavê xwendevan de
bigire û behs neke, nexwe ev jî neheqiyek e li hemberî xwendevan;
helbet meseleya xweş(ne)vegotinê mijareke din e.
Meseleyeke din jî
em gelek caran jibîr dikin. Wêje, bixwe‚mê’ ye. Heke em dêna xwe
bidine zayenda çend gotinên wekî Wêje, Edebiyat, çîrok, roman û
hwd. jî, ev gotin bixwe jî ‚mê’ ne. Vêca dema ku dor hat ser
vegotina hin dîmenên erotîkî, divê rihê vê vegotinê bêtir ‚mê’,
nerm û zindî be.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se |