Pirtûkên bijarte
-6-
Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê
xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne.
Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez
hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê
rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.
Kaniya
klasîkên me: ”Filîtê Quto”
Gabar Çiyan
Kilamên
kurdî beşek ji rûpelên dîroka me parastine. Em bi saya wan li
ser gelek buyerên giring dibin xwedî zaniyarî. Her yek ji wan li
ser dema xwe ji aliyê çandî, civakî, ziman û hwd gelek nirxan di
xwe dihilînin: Li ser lehengiya şexsiyetan li dijî dewletê, li
ser şerê birakûjî û xiyanetê, beşek ji wan jî li ser evîndariyê
hatine gotin. Hinek ji wan kesan weke mîsalên xirab û nebaşiyê,
şexsiyetin ji wan dibin nimuneyên merdî û lehengiyê.
Berhemên wisa
giranbuha pêwîstiya xwe bi parastinê hene. Divê bêne nivîsîn.
Bibin naveroka fîlm û lîstikên şanoyî. Bi rêya helbestan derbasî
neslên nû bibin. Xebatên wisa dikarin nirxên me biparêzin û li
ser nigan bihêlin…
Kilamên
me û lehengên wan...
Em têra xwe di bin
bandora wan de mane. Ketine xewnên me. Em bi hineka serbilind
bûne, carna ji şexsiyetna pir hêrs bûne û helwesta wan, nefret û
kîna me zêde kiriye.
Serpêhatiyên
evînî jî bandora xwe li me kirine. Dilketinên ku sînora nas
nakin pir in, yên ku tixubên olî û toreyan hildewîşînin îro jî
têne gotin û guhdarîkirin.
Em gelekî hez ji wan
dikin. Ew beşek ji jiyanê ne…
Apê
min Ehmed. Evîndarê kilamên lehengiyê bû. Meta min Ferha dayika
şehîdan û ji awira buyerên herêmî ve kitêbxaneyek zindî bû.
Eywana me, anku mala mêvanan. Ew bûn kaniya min. Sohbetên li wir,
ji kilam, serpêhatî, çîrokan dirêjî siyaseta rojane dibûn. Wana,
ji hevaltiya polîtîk bêhtir avakirina dostaniyên xurt pêşniyar
dikirin. Giringiya xurtkirina pêwendiyên erênî dane min.
Hezkirina xelkê xwe û girêdana bi cihê xwe li min ferz kiribûn.
Wan şikil dane min.
Gelek spas.
Çîrokbêjên
aliyê Botanê, ji herêma Sêrtê balkêş bûn. Çîrokên wan ber êvarkî,
piştî şîvê dest pê dikir. Carna du rojan berdewam dikir. Dengbêj
dibûn mêvanê me.
Di ber ribabê de
anjî bê instrument dest bi kilamên xwe dikirin. Ez zarok bûm.
Min fêm nedikir. Fêrbûna peyvên bijarte û zimanê bilind ne karê
rojekê bû. Wan ez nexweş xistim. Bûm nexweş û evîndarê zimanê
bilind. Peyvên pîroz...
Kilam hene min
dihejînin, serxweş dikin. Mîna pêlên deryayê, min li ber xwe
dibin. Hîsên wisa jiyanê bi watetir dikin.
Ez bêhtir hez ji
kilama serîhildana Mala Eliyê Ûnis dikim. Spas Kevirbîrî ku te
piralî cî daye vê serpêhatiyê.
Mala Eliyê Ûnis anku
”Qewmê Çiya”. Peyva Qewmê Çiya,
bi gelek siran barkirî ye. Gelek tiştan ji min re dibêje. Peyvek
kin e, lê koka xwe dirêjî dîroka me dibe.
Mala Eliyê Ûnis,
şerê dewletê dikin û di navbêra 1925-1930 de mecbûr dimînin ku
jiyana xwe li çiyê derbas bikin. Lewma peyva ”Qewmê
Çiya”, dostaniya çiyayên me û parastina kurdan li wir, ji
me re ne xerîb e...
Di vê stiranê de li
ser pirsa ”di şer de hedefên eslî”
mesajên zelal hene. Îro jî dikarin ji me re bibin alîkar. Rêya
me ronî bikin. Wisa dibêje Denbêjê hêja Salihê Qubînê:
”Bavêminbûno
li nefera nexin / heçî nefer in, emirqûl
in
Çavê dê
û bavê wan e li riya wan e / Hûn ê çavê xwe
bigerînin
Li
şewqemezinan li terfîliya / Ay yildizî li ser mile wan e
Xweyê miaşê giran e / Çavê wan li aferiman e
Em ê
îro hilînin heyfa / Feqîr û meqirên Omeriyan e…”
Mîrê Ribabê
Miradê Kinê bi kilama xwe, ne tenê Serîhildana Mala Eliyê Ûnis
ronî dike, her wisa jibo îro jî gelek tiştan ji me re dibêje. Ew
tirka weke “qisasê serê me”
dide danasîn. Nêzîkbûna li wan bi xeter dibîne. Û Enqerê navenda
çareseriya pirsgirêka me nabîne. Peytextê Kemal û mêjiyê wî,
jêdera fermana me kurdan dibîne.
Kinê, egîdî û
fedekarîya gelê Kurd tîne bîra me. Li ser tifaqê radiweste û bi
vê yekê me mecbûr dike ku jibo çareseriyê, em li ser rêyên nû
hizir bikin:
“…Bi
sê telaqên berdana
Go
emê sere xwe nekin şewqana
Emê
destê xwe nekin kelemçana
Emê
berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira
emê tu cara destê xwe nakin
Destê wan bêbavên tirkan a
Bira
heçî ew in, ew qisasê serê me bi xwe na
Bira
bîra we nayê wextê ku Şêx Seîd
Li
devê Ulu Camiya Diyarbekirê xeniqandin
Û
stuwê wî avêtin şerîtê
Bûkên serbizêrî
Bi sere
mala xwe ve dageriyana…”
Kilama ”Bavê
Fexriya” jî li ber dilê min şêrîn e. Min bi dehan caran
lê guhdarî kiriye. Ez îro ji dikim. Ji evîna yek alî pêk tê
çîroka wê. Hezkirininek wisa pîroz û bi hîsên zelal barkirî
nehatiye dîtin. Em kurteçîroka evîna keçka Mesîhî, ji nivîskar
Salihê Kevirbirî guhdarî bikin:
Dilê
keçikek fileh li ser Bavê Fexriya hebûye. Keçik bi hisnê dinyayê
wekî ronahiya heyvê delal bûye. Her çi qas keçik ji Bavê Fexriya
hez dike û bi dehan kilaman li ser wî çêdike û dibêje jî, haya
Bavê Fexriya jê tuneye. Keçika fileh bi salan di kilamên ku
çêkiriye de navê Bavê Fexriya bi lêv kiriye. Li gorî dengbêjên
herêmê, keçikê bi deh meqaman kilam li ser bavê Fexriya
çêkirine. Piştî ku di ser çêkirina van kilaman re sal derbas
dibin û nav dengê vê kilamê bi saya dengbêjan belav dibe, Bavê
Fexriya nû tê derdixe ku keçikê kilam li ser wî çêkirine. Ya
rastî, bi van rêzikan wekî, Bavê Fexriya, Kekê Yeho, Torinê Mala
Ezo Sebrî tê derdixe ku kilam li ser wî hatiye çêkirin. Bavê
Fexriya piştî ku ji vê yekê haydar bûye, wisa gotiye: Heger min
bizanibûya ku ew çend dilê wê li ser min heye, min ê ew miheqeq
ji xwe re bianiya…
Em beşekî ji kilama
wê pêşkêşî we dikin:
Bavê
Fexriya, heyra li min hatî êvara înê
Ez ê
rabim ciyê Bavê Fexriya, Kekê Yaho, Torinê Mala Ezo
Deynim
li koçka jorî li eywanê li şaneşînê
Ez ê
xwe bavêjim tor û bextê Helakerê File vî hekîmî
Bejim,
li bextê te û Xwedê me birînên Bavê Fexriya bikewîne
Ber û
memikê min evdala Xwedê
Ji
birînên Bavê fexriya re
Bike
melhema li ser birînê
Bavê
Fexriya, heyra bejna te zirav e
Ji xoxa
xemilandî
Min
rojê sê cara pê girtî ji eşqa dilê rezîl
Bi ser
xwe de daweşandî
Rabe
sala îsal bi destê min xemşê min karxezala
Ji xwe
re bigire birevîne
Bavêje
Xeta Sûrî nav ereban lêvdeqandî…
Serpêhatiyên mîna
Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê,
Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in.
Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên
îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze. Wan vejîne.
Nivîskar Salihê
Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van
nirxên pîroz kiribû. Dengbêjiya Kevirbirî jî heye. Lê qet nebûye
cihê niqaşê. Kevirbirî bi xwe gelek kilaman zane û bi formek
modern dibêje.
Kevirbîrî bi berhema
“Filîtê Qûto”, 20 serpêhatiyên
klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên
gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine
bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê
dîtin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin:
1-
Kilamên
orîjînal li ser serpêhatiyê
2-
Pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê /senaryo…
Herdu form mecalê
didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fêm bikin. Xebata
Berhema Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî,
edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin jî deriyên nû
vedike.
Pirtûk, ji 170
rûpelan pêk tê.
Bi kurdî ye. Di
gulana 2001 î de di nava weşanên Perî de derket. Kesên bixwazin
dikarin ji vê navnîşanê re binîvisînin: Weşanên Perî, Mesrutiyet
Cad. Ankara Apt. no 48/2, Galatasaray-Beyoglu / Istanbul. Tel .
90 212 251 49 01.
Me xwe gehand
Kevirbirî û em pê re axifîn. Em bi we re pay dikin:
-
Ji kerema xwe re xwe bide nasîn. Salihê kevirbirî kî ye?
S. Kevirbirî:
Salihê Kevirbirî, di sala 1973-yan de
li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî
Batman, Farqîn, Misirc, Edene û Eskîşehîrê kiriye.
Di sala 1992-yan de bi derketina Rojnameya Welat re, ji zimanê
dayîka xwe haydar bûye. Li herêma Çukurovayê di rojnameya Welatê
Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û heta
rojname hatiye girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kiriye.
Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya
Azadiya Welat de berdewam kiriye.
Di destpêka sala 1997-an de hatiye Stenbolê, di heman rojnameyê
de bûye berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi
dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bûye.
Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat; nivîsar, hevpeyvîn û
lêkolînên wî di kovar û rojnameyên bi navê Ozgur Polîtîka,
Demokrasî, Ozgur Bakiş, Radikal 2, Milliyet Populer Kultur,
Esmer, Multîkultî, Çavreş, Çira, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen,
Avaşîn, Nûbihar û Nûdemê de hatine weşandin. Vê gavê di malpera
Netkurdê de, di quncikê xwe yê bi navê “Hevîrtirş” de bi domdarî
dinivîse.
Nivîskar, li ber qedandina “Antolojiya Dengbêjan” e û li ser
romana “Koçero” kar dike.
Kevirbirî, Endamê Navenda PEN-a Kurd, Endamê PEN-a Navneteweyî û
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.
-
Ji kerema xwe re ji xwendevanên mer e qala xebatên xwe bike…
S. Kevirbirî: Filîtê Quto
(kurdî), Weşanên Pêrî 2001,
Stenbol, Karapetê Xaço (tirkî), Weşanên Sî 2002, Weşanên
Elma 2006, Stenbol (Dawiya sala 2007-an, li kurdî hate
wergerandin, li ber çapê ye), Gera Pênûsê (kurdî)
Weşanên Sî 2003, Stenbol, Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler
(Ji kurdî bo tirkî werger: Mazlûm Dogan) Weşanên Evrenselê –
2004, Stenbol, Bir Dunya Ozani: Sivan Perwer (Ozanekî
Cîhanê: Sivan Perwer) (tirkî) Wesanên Elma 2004, Stenbol.
Romanên ji aliyê min ve hatine wergerandin ev in: Buyuk Dagda
Kuçuk Koy (Li Çiyayê Mezin Gundê Biçûk) Ji tirkî bo kurdî;
Orhan Çelîk, Weşanên Elma 2006, Stenbol, Sagırtaş (Kevirê
Ker) Ji tirkî bo kurdî; Orhan Çelîk, 2007, li ber çapê ye,
Agrı Dagı Efsanesî (Efsaneya Çiyayê Agiriyê) Ji tirkî bo
kurdî; Yaşar Kemal, 2007 Stenbol.
- Tu çima
bêhtir li ser berhevkirina serpêhatiyên kurdî dixebite? Çima bi
taybetî berga pirtûkê navê Filîtê Quto girtiye?
S. Kevirbirî:
Beriya
her tiştî gelek spas ji bo derfeteke wiha ku ezê bîr û boçûnên
xwe li ser mijareke wisa girîng bînim ziman…
Di
serpêhatiyên kurdî de; di kilam, lawje, stran, çîrok û
çîrvanokên kurdan de tarîxeke veşarî heye. Tarîxa ku bi sedanê
salan nehatiye nivîsandin, lê hatiye vegotin… Xasma di nava
kilam û destanên eşîrî, qehremanî, evînî de malkambaxî, sosretên
giran, evînên ku êdî li dewra me nemane dibin mêvanên dil û
mejiyên me. Ez we nizanim lê, ez bixwe dema guh didim van
serpêhatî, qewimîn û kilamên kevnare, çawa ku dikevim zikrê bi
min tê. Hewçend ku bandor li min dikin, dixwazim kesên din jî
hay ji vê xweşikahiyê hebin… Lewre ez hewl didim, van
serpêhatiyan binivîsim û bibim wesîle û navgînek ku kesên din jî
bixwînin…
Heger
îro kurdiya min pariyek tekûz be, ev bi saya van serpêhatî û
kilaman e ku bi saya dengbêjên me heta niha hatine… Bi destûra
we ez hinek behsa vê yekê bikim;
Zarokatiya min di derdoreke ku kurmancî lê hakim bû de derbas
bû. Wekî gelek kesên li herêmê ez jî li dibistanê hînî tirkî
bûm. Nayê bîra min ku ez heta niha ligel dê û bavên xwe tenê yek
gotin bi tirkî axivîbim. Ev feraset, di civaka ku ez tê de
dijiyam “şerm” dihate dîtin. Tirkî tenê zimanê dibistan û
eskerîyê bû û divê tenê li wan deran bihata axaftin. Tu caran jî
neketim nava komplekseka tirkîaxaftina xerab. Ji ber wê jî ez
minetdarê derdora xwe, nemaze jî spasdarê dê û bavê xwe me. Ji
ber ku ez bi zimanê xwe baş diaxivim û baş bikar tînim. Bi
zimanekî ku hin kes dibêjin “Ji 400 kelîmeyan pêk tê” ew 14 sal
in rojnamegeriyê dikim. Bi vî zimanî min heta niha ji 1000’î
zêdetir meqale, lêkolîn û hevpeyvîn kirine. Kitabên min berîya
bi tirkî bêne weşandin, bi kurdî derketin. Ango bi kurtî ez
bibêjim hemû gavan derdoreke min a “Kurdewar” çêbû.
Hêj di
15 salîya xwe de min dengbêj nas kirin. Di pêşîyê de min kilam
ji xalê xwe Dengbêj Salihê Qubînî bihîstin. Paşî jî bi serûwana
min a rojnamegeriyê min ligel 80-90 dengbêjan sohbetên dirêj ên
dengbêjiyê kirin, ligel hinan min hevpeyvînên dûrûdirêj kirin.
Min hinek ji wan weşandin hinan jî ji bo weşanê amade dikim.
Hindek ji wan dengbêjan ji nêv me çûn, kurdîya min a heyî bi
xêra wan dewlemendtir bû. Ji ber wê ez hinek ji pênûsa xwe
deyndarê wan hostayên deng û gotina kurdî û “Vebêjên Dîroka
Devkî” me. Lewra kurd milleteke wisa ye ku, tarîxa wan hemû
gavan bi destê yên din hate nivîsîn û gotin. Edebîyat û Tarîxa
Kurdan a Nivîskî pir kêm e. Lê edebîyata Kurdan a Devkî gelekî
dewlemend e. Edebîyata Kurdan a Devkî jî van dengbêjan heta îro
anîye. Ez bawer nakim ku em ji bin deynê wan derketine...
Ez
bême ser kitêba xwe ya bi navê Filîtê Quto;
Ev
kitêb di sala 2001-an de bi zimanê kurdî, li Stenbolê ji hêla
Weşanxaneya Perîyê ve hate weşandin. Di sala 2004-an de jî, ji
hêla Mazlûm W. Dogan ve li zimanê tirkî hate wergerandin û li
Stenbolê, ji hêla Evrensel Basın Yayinlari ve hate weşandin…
Kitêb
ji 20 kilam û 20 qewimînan pêk hatiye. Lê belê, yek ji wan
serpêhatî û kilaman navê xwe li kitêbê kiriye; Filîtê Quto. Ji
ber ku yek ji serpêhatiyên ku gelek navdar e, ji herêma xerzan e
ku ez lê hatime dinyayê û di nav 20 kilaman de kilama herî dirêj
e min xwest ku Filîtê Quto bibe navê pirtûka min…
Zarathustra News
– Zarathustra_news@comhem.se |