|
|
|
|
|
|
|
. |
|
|
|
|
|
K.B.X-29.05.08.08.45.EU |
Pariyê Berdemayî” ya Wezîrê Eşo
Li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû
Besam Mistefa-Hewlêr
Ji
nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî
ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba
nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê
Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û
pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê
Boyîk hatiye nivîsandinê. Esker bi dûrûdirêjî ronahiyê dixe ser
jiyan û berhemên Wezîrê Eşo û naveroka pirtûka wî. Ew behsa
jînenîgariya Wezîr dike û dibêje: “Nivîskar, rojnamevan, zaniyar,
wergervan, karkirê civakî yê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşoyê
Hûtî 1ê mijdarê sala 1934a li paytexta Gurcistanê– Tivlîsê ji
dayik bûye. Piştî temamkirina dibistana gundê Pampê (niha-Sîpan)
li nawça Ermenistanê ya Axbaranê (demekê jî ya bi navê Elegezê
ya heft sale û ya Tivlîsê ya navîn ew sala 1953a fakulteta
tarîxê da ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê–Yêrîvanê da tê
qebûlkirinê û gava ewê temam dike salên 1958-1961ê gundê xwe yê
Kurda-Pampê da wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961-1963a
wek berendamê doktorayê beşa Kurdzaniyê ya înstîtuta
Rojhilatzaniyê da li Lêningiradê (niha-Pêtêrsburg)di nava tarîxa
Kurdistanê da kûr dibe. Salên 1964-1983a wek rêdaktor û pişt ra
jî rêdaktorê sereke di radiyo û têlêvizyon, her wa weşanên
Ermenistanê yên dewletê da yên çapkirina kitêban da kar dike.
Salên 1983-1994a karê rêdaktoriyê û wergervaniyê di beşa weşanên
Kurdî ya Radiyoya Ermenistanê da bi cî tîne. Wezîrê Eşo xwedanê
çend kitêbên novêl (çîrok) kurteroman, lê her wa yê lêkolîneriyê
û wergeranê: (Mizgînî), (Dengbêj kal bibû), (Pamp-Sîpan) (Xaçatûr
Aboviyan û berhemên wî yên Kurdzaniyê yên bi ser navên (Kurd) û
(Ezdî) (Xebera dosta), ku salên cihê–cihê bi tîpên kîrîlîk li
Yêrêvanê hatin weşandinê. Bilî wana novêl û wergerên wî ser
rûpelên berevok, antolojiya bi navê (Bahar) jî hatine çapkirinê,
ku weke berevoka berhemên şaîr û nivîskarên Kurd salên 80î salê
carekê li Yêrêvanê dihat weşandinê….”
Her weha, Eskerê Boyîk balê dikişîne ser naveroka çîrok û
novêlên Wezîrê Eşo û dibêje: “Emê di vê beşa nivîsa xwe da bi
giştî ser komêntarkirin, şîrovekirin û nirxandina wan novêl (çîrok)
û kurteromanên Wezîrê Eşo rawestin yên ku di vê berevokê da
hatine bi cîkirinê. Di destpêkê da em pêwîst dibînin bêjin, ku
piraniya berhemên vê berevokê cara yekemîn tên weşandinê û bi
ser de jî cara yekemîn bi tîpên latînî. Û cara yekemîn, ku ew li
welatê nivîskar tên çapkirinê û ber wê yekê jî gorî xwendevanên
li Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê, ku jimara rûniştevanên Kurd
nagihîje mîliyonekî jî vê carê xwendevanên Kurd yên bi jimara
bêtir û bi goveka berfirehtir dikarin feydayê ji berhemên W.Eşo
bistînin.
Piraniya berhemên vê berevokê bi naveroka xwe va yên
avtobiyogirafîkin, yên bûyerî û hetanî dokûmêntarin jî, yên
derheqa wê jiyanê û wan bûyeran da, ku nivîskar bi xwe dîtiye û
di nava wan da jiyan kiriye û ber vê yekê jî, weke ji naveroka
wan berheman kifş dibe, ewê jiyanê bandorek, tehsîreke mezin li
ser wî hiştiye. Û emê metelmay nebin, ku ewê, rasttir, naveroka
wan berheman wê tehsîreke mezin ser bîr û bawerî, û hest û hisên
xwendevanan jî çê bike. Lê xwendavanên, ku haya wan ji dîrok û
sîstema welatê Sovyêtiyê kêm yanê jî qet tune nikarin, weke
dibêjin, ser naveroka hinek berheman va vebin, ser va herin, tê
bigîhîjin kanê sebebê nîşandana hinek bûyeran û pêrsonajan çiye.
Û ji bona naveroka hinek berheman, rasttir, hinek bûyerên, ku di
wan da çê dibin xwendavanên va weke paradoks, weke tiştekî sêyr
û ecêb kifş nebe emê ser naveroka du kurteromanên vê berevokê
rawestin, wana komêntar bikin ber ku têgihîştina naveroka wan ji
bona xwendevanên Kurd yên dervay Sovyêta Berê dijwartir dibînin.„
Pariyê Berdemayî ji van çîrok û kurteroman û novêlan pêktê:
Girtiyê Hepsa Diyarbekirê
Pariyê Berdemayî
Her bi tenê dayika min zêndî bûya
Ez Başim
Îbrahîm Beg
Kumreş
Vagona Sexletî da
Mîsak Sîsakîç
Ew çûyîn bû- çû
Jina No
Xezal û Kûsî
Hey babam hey dadam
Gaziya dû gur
Malê kanê nanê gavîn.
Pirtûk ji 415 rûpelan pêktê û bergê wê bi tabloya hunemend Dr.
Mihemmed Arif hatiye xemilandin. Eve jî çîrokek ji yên pirtûkê:
“Gaziya dû gur”
( Çîroka ser vê gotina gelê Kurd)
Go, zemanekî buhûrî da gurekî har li çiyayên Kurdistanê peyda
dibe, ku rojê carekê xwe diavêje nava kerê pezê gunedekî, carê
sî -çil pezî pê qîlên xwe şerjê dike, cendekê wan li çolê dihêle
û pişt ra hêja pezekê dide ber sîngê xwe, didefîne dibe derdixe
cîkî dûrî xewle û li wir vediçirîne û dadibelîne. Ecêbeke reşe
giran: kelbên şivanan yên here dir û gurêx newêrin xwe bidin ser
wî gurê har. Carina jî wisa tele tel tê, ku hetanî şivan bi
hatina wî dihesin, hetanî <<hoce –hoca>> dikin, kelban berî wî
didin ew pê ra digihîne pir pezan şerjê bike. Go, gava pezek jî
dida ber xwe – didefand dibir û kelbên her gurêx dû wî diçûn –
ew cî da radiwestiya û gava digirijî kelba saw jê digirtin,
dêlên xwe dikirin nav lingên xwe, dibû kaste kasta wan û şûn da
dizivirîn. Go, sawa wî haqas pir bû.
Eynî zemanî da, go, li Kurdistanê kalemêrekî deng dabû,
extiyarekî dinêdîtî û aqilmend û bi pê ra jî bihûrtî, ne xalî,
Xwedêdayî. Go, wî zimanê har û mara, zimanê hemû terewil, rawir
û teyredên cîhanê zanibû û her yekî ji wan re bi zimanê wan
diaxivî. Go, mezin, gire girên gundên hewîrdor li hev dicivin,
şêwira xwe datînin û biriyarê distînin, ku çend merivên xwe bi
rê bikin bal vî kalemêrê aqilbend û bihûrtî belkî ew çare,
îmkaneke xilaskirina wan ji vî gurê har dibîne. Tên bal wî
kalemêrî û jê ra dibêjin, erê, welleh, hal û hewalê me û gurê
har eve û rica jê dikin çareke xilasbûna ji vî gurî ji wan ra
bibîne. Kalê guhdariya wan dike, dilê wî bi wan dişewite û soz
dide wan, ku wê alîkariya wan bike, çarekê ji wan ra bibîne.
Sivetirê nan û pêxwarina xwe dixe hevanekê, davêje milê xwe,
wekazê xwe hildide û berê xwe dide çiya û baniyan, çol û
çolistanan. De, merivekî bihûrtî bûye û ciyê ku gur wî zemanî lê
bûye, zanibûye. Pir diçe, hindik diçe li serfêza gundekî rastî
vî gurê har tê. Bala xwe didê zikê gurê har piştê va qemitiye û
çavên xwe berdaye kerekî pêz ku li berpala çiyakî bilindî hasê
yê serfêza wî gundî diçêriya. Kalê bi gurekî silavê dide gur û
jê ra dibêje:
Guro!
Hi, kalê, gotina te çiye?– Gur jê dipirse, lê çavên xwe jî ji
kerê pêz nabire.
Guro, - Kalê jê ra dibêje, - ez îro hatime ricakê ji te bikim û
şîretekê li te bikim.
Bêje, lê her bi tenê zû,-gur bersiva kale dide , lê çavên wî
dîsa li wî keriyê pêze, ku bi çêre çiyayê bilind va hêl dide û
ranêzikay heçê wî ra kiriye.
Guro, -Kalê jê re dibêje,-tu rojê xwe davêjî nava kerê pezê
gundekî, sî-çil pezî şerjê dikî, cendekê wan li erdê dihêlî û
dawiyê hêja yekê didî ber sîngê xwe, didefînî, dibî û dixwî.
Gava her bi tenê pezek ji te ra pêwîste, gava bi pezekê tu têr
dibî û bi ser da jî nîvê cendekê wê bêtir ber te dimîne – îdî tu
çima haqas pezê xelkê badilhewa, bêxeda şerjê dikî. Te gotineke
gelê kurd bihîstiye?
Çi gotine? –Gur jî bi pirsiyarkirin bersiva kalê dide.
Kalê hêja wê gotinê jê ra eşkere dike:
Ewa dibêje. << Gur hate dîhara–weyî li halê sêfîl û jara>>.
Lê tu çima vê gotinê ji min ra dibêjî? – Gur ji kalê dipirse.
Awa ji ber çi, - kalê bersiva vê pirsiyara wî dide. – Xizan loma
xizane, çimkî, weke dibêjin, Xwedê jê standiye, qismet ser wî
biriye, qismetê wî qelandiye. Loma jî, gava gurên weke te
dikevin nava kerê pêz–bêtir pezê xizanan ber wî dikevin. Carina
jî sê pezên xizanekî hersê jî tên serjêkirinê. Çimkî ew miyên
doşanîne, zayine bi wê yekê şîr, mast, penêr û rûnê devê zarokên
mala xizan yên hûr ser wan tê birînê. Ew birçî dimînin, dikin
zare zar, lê dê û bavên wan jî hew dikarin zikê wan têrkin. Lê
ev zarok ne gunene, ne webalin. Qet gunê te bi wan nayê?Gelo
baştir nabe, ku tu vir ha da her bi tenê pezekê ji bona xwe ji
nava kerê pêz veqetînî, ku ne ku bi tenê wê têra te, têra
têrxwarina te bike, lê bi ser da jî wê ber te bimîne. Baştir
dibe, ku ew pez, ew mih jî ya malbateke zengîn ya xudanê çend
sed pez be ber ku bi yekê ew mal zerareke mezin nakeve, doşaniyê
wê têra zarokan dimîne û zêdetir jî.
Kalê, - gur got, - eger ez ya te bikim, li peza mala zengîn
bigerim, hetanî vir da, hetanî wê da şivanê bi kelbên xwe va
dorê li min bigirin. Lê eger ez bi rev sax û silamet ji nava
çembera wan derkevim jî ez ê wê rojê birçî bimînim.
De qet nebe, - kalê bi mecbûrî ji gur ra got, - pezekê bi tenê
ji xwe ra bibe, ew ya kê jî dibe bera bibe, ewên dinê badîhewa,
cîkî boş û betal neke berete.
Ez wê yekê jî nikarim bikim, - gur gote kalê, - ber ku hetanî
sî-çil pezî şerjê nekim goştê wê peza, ku ji xwe ra dibim, ber
min da naçe.
Lê wê çawa be?– kalê ji bêçariya xwe ji gur ra got.
Wê çawa be, - gur bersiva wî da, - tê li vê tangê şîretên xwe
bidî birînê, herî mala xwe, lê ezê jî hewil bidim xwe, ku xwe
kerê pêz ra bigihînim, ber ku, eveke, ewê piş çiyê da biqulibe,
lê di min da jî ji birçiya haqas hêz û hereket nemaye, ku ez
hetanî heçê çiyê hêl bim û wê wêdetir jî, kî zane, çiqasî
bimeşim.
Got û ji bal kalê çing kir, banizda, berê xwe da hevrazê çiyê.
Kalê çend cara deyî li wî kir, dû wî kire gazî, ku wî ser wê rê
bide rawestandin, şûn da vegerîne, lê gur nerawestiya û ne jî
piş xwe va zivirî.
Kalê por û poşman vegeriya mala xwe.
A ji vî zemanî da, piştî vê bûyerê ev gotina:<< Gaziya dû gure>>
nava gelê me da tê bikaranînê, bîranînê, gava şîretên li merivên
serhişk û xirab weke tiştekî bêfeyda, boş û betal dibînin, gava
bûyereke xirab îdî ji zefta meriva derdikeve û îdî ne mûmkûne
pêşiyê li wê bigirî, bi cîhatina wê nîvî da biteribînî.
|
|

|
|
. |
|
|
|
Çapkirin
ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye |
© |
جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي |
|
Kurdistana Binxetê
|
كردستان
سوريا
|
Kurdistan Syrien
|
|