|
|
|
binxetê.19.04.07.12.25.GMT |
Dosya ser Barzanî di sindoqa Stalîn ya
polayî de- ya Wezîrê Eşo derket
Hewlêr–Besam Mistefa
Ji weşanên Yekîtiya Nivîserên Kurd-Dihok, bi jimara (106)ê ji
rêza weşanên yekîtiyê, kurte pertûka bi navê (Dosiya Barzanî
sandoqa Stalîn ya polayî da) ya nivîskarê Kurd Wezîrê Eşo derket.
Dosya ser Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da, kurtaya
lêkolîn-pirtûka nivîser e ya bi heman navî ku niha nivîskar wê
bicî tîne û dê paş du sê salan tewaw bibe, û nivîskar têde basa
karûbarê Barzaniyê nemir û 11 salên mayina wî li Yekîtiya
Sovyêtiyê Berê dike, û sedem û ar mancên
çûyîna Nemir bi 500 çekdarên xwe re berev Yekîtiya Sovyêtiyê
Berê, û derbaskirina efsanewî ya çemê Aras û rewşa siyaseta
navneteweyî û kurdistanê wê demê, û nêrîna dewletên mezin yên
cîhanê bi giştî û Rûsiyayê bi taybetî ji pirsgirêka kurdî.
Wezîrê Eşo di destpêka lêkolîna xwe de dibêje ku :"Her çiqasî jî
ser jiyana Barzaniyê Nemir, ser kar û barê wî di warê rêvebirin,
serkirdayetîkirina Tevgera Azadîxweziya Kurd da gelek lêkolîn û
bîranîn hatine nivîsandinê û weşandinê, lê zemanekî kar û barê
wî yê kifş bin siyê da maye, tam û temam nehatiye ronîkirinê û
nemaze nirxandinê.Gotina min derheqa 11 salên Nemir dane li
Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê."
Wezîrê Eşo kiye?
Xudanê vê biroşûrê nivîskar, dîrokzan, rojnamevan û wergervanê
Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşo sala 1934 a li payîtextê
Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê.Piştî temamkirina dibistanê ew
di sala 1953 a fakûltêta dîrokê ya zanîngeha payîtextê
Ermenîstanê-Yêrevanê da tê qebûlkirinê û gava wê temam dike
salên 1958-1961 ê wek serokê dibistana gundê Pampê(niha Sîpan)
li nawça Axbaranê kar dike.Salên 1961-1963 a li Lênîngiradê (niha
Pêtêrbûrg) wek berendamê doktorayê dibe pisporekî dîroka
Kurdistanê.Salên 1964-1994 a li Yêrêvanê weke berpirsiyarekî
çapemeniya Ermenîstanê, redaktor-wergervanê beşa weşanên bi
kurdî ya radiyoya Ermenîstanê kar kiriye.Werke 40 salan xizmeta
van weşanên kurdî kiriye wek wergervan-rêdaktor,
komêntator(şirovan), nûçegîran û asîstanê derhênanê şanoyên
radiyoyê yên bi kurdî.
Wezîrê Eşo li Yêrêvanê 5 pertûkên xwe yên novêl û kurteromanan,
lêkolîneriyê-wergeriyê dane weşandinê.Berhemên wî yên edebiyata
bedew berevokên nivîskarên kurdan, rojname û kovarên edebî yên
kurdî, ermenî û rûsî da ji sala 1958 da hatine weşandinê.
Wek rojnamevan bi sedan gotarên wî ser pirsgirêkên edebyet û
çanda kurdî, ser dîroka kurdên Sovyêta Berê û Kurdistanê hatine
weşandinê.Ewî bi eynî babetan bi sedan sêmînar dîsa li wan deran
li dar xistine.
Wek karkirê civakî yê êgin û aktîv hatiye hilbijartinê wek
cîgirê pirêzîdêntê Şêwira ronakbîrên Ermenîstanê yên kurd,
pirêzîdêntê şerefê yê Rêxistina kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
Wezîrê Eşo yekemîn nivîskar û zaniyarê kurde, ku hêjayî xelata
bi navê Erebê Şemo bûye.
Vê gavê ji bona çapkirinê amadene:du cildên çîrok û kurteromanên
wî, kitêba bi sernavê "Edebiyeta kurdî li Ermenîstanê".Niha ser
amadekirina pertûkeke zaniyariyê ya ser kar û barê Barzaniyê
Nemir li Sovyêta Berê, her wa ser amadekirina bîranînên xwe,
çend pertûkên berhemên edebiyeta bedew, çend pertûkên zaniyariyê
kar dike.
|
|
. |
|
|