|
Dildar
Ismail
PEYVA TAZÎ 29
K.B.X.02.12.09 Xir
û cire roj wekî darên tire , îro yeke sib doye disbe
sêye , ax û eman leylê were leylê, rojê tû binêre kî
Şêre û kî Şivanê dewêre kî axaye û kî nav firaxaye, eman
leylê were leylê zalim leylê bê bext leylê eman leylê ,
her rojek partiyek gavekê bi ser welat parêziyê de
tavêjê ji nava xwe komekê derdixê , partiyê me bûne wekî
kîroşkên avis her çil rojî didizin ,lê xwiyaye wê rojek
bê her malbatek wê ji xwere partiyekê damizrênê , da ku
rizgariya kurdistanê çareser bibe bi hesanî,eman leylê
zalim leylê bê bext weylo û bê bext weylê,çiriyaye û
diçirvirê weka leystika çiryê bûye , kê lê da jêre
ma,eman leylê were leylê bê bext weylê û bê bext
weylo,here û wer û nekeve tayê wê navên nuh û şoreşgerî
wê ji ku peydakin da ku li va çêlîkê kîroşka kin,bê bext
leylê.... were leylê , heya ku du partî dibin yek . sê
ji nav bera wan tên der û here leylê welat li kû dimînê
û pirsa pîroz li kû dimîne , eman leylê,her partiyek
dibêjê emin ê ku miletê xwe rizgarkin ji bin zora dijmin
,eman leylê kî dijmine û kî doste kî welat parêze û kî
welat firoşe kî berpirsiyare û kî nexweş dare, kî bi
kîne û kî ne dîne û her kîroşk zengîne çil roje derman
dike hemî birîna , bê bext leylê zalim leylê werin em
herin govendê çend hindamin her partiyek ((ez
nizanim))da ku em bijmêrin û kesî li şûna xwe nehêlin bi
hevre herin dîlanê îro dîlane îro welat berdane eman
leylê nemayê leylê,here û were ji hev bêne der kî gewre
û kî esmere , kî reng zere û kî hevsar dere,were leylê
leylê leylê eman leylê,zalim weylê bê bext weylo,derd û
gazin ji kê ji parçebûnê an ji gola axê, eman leylê hemî
axane , pirs berdane roj diçê ava û roj tê der her ewin
û her ew dimînin ji çil rojiyê heya pîriyê were leylê
eman leylê bê bext leylê îro dewrane û pirs li kû
berdane xir û cire ne diberdin û ne parçebûnê digrin
here û were li hev vegere,eman leylê were leylê kî bê
bexte û kî dibê newexte windaye ji hev ne cûdaye kî
evîndare û kî birîndare .peyv taziye an parçebûn rastiye........
dildarismail@hotmail.com
01-12-2009 |