.

 

 
 
KBX.02.12.2009

Kongreya Giştî ya Kurdocide Watch – CHAK:
”Parastina tevkûjiyê dê bibe bela serê CHP ê”


K.B.X.02.12.09 Kongreya Giştî ya Kurdocide Watch-CHAK ê di 28-29 ê mehê de li Danîmarka, bajarê Asnesê pêk hat. Di kongirê de, endamên komîteyên rêvebir yên şaxên CHAK ê, li welat û derveyî welêt beşdar bûn. Şaxên amade bûbûn ev in:
Swîsre, Danîmarka, Swêd, Norvêc, Holanda, Beljîka, Fransa, Ingilîztan, Awusturya, Almanya, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û bi rêya têla zindî Finlandiya û Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.

27 ê mehê, bi xêr hatina mêvanan, belavkirina program, bi kûrbûna ferdî ya li ser ser destûrê derbas bû.
Kongre 28 mijdarê saet 9 an, bi xwendina programê dest pê kir. Piştî pêşkêşkirina rapora Komîteya Kargêr û şaxên endam, navbêrek ji bo xwarinê hate dayîn. Piştî nîvro destûra CHAK ê hate niqaşkirin. Di wê rojê de hejmarek pêşnîyaz hatin pêşkêşkirin û beşdarên kongrê li ser pêşnîyazan dîtinên xwe anîne zimên.
29 mijdarê, çend grubên cewaz li ser mijarên hatine pêşnîyazîkirin kûr bûn. Paşê tevayên pêşniyazan ketin dengdanê. Kongre, piştî guherandinên desturê, dayîna biryarên giring, û pejirandina raporên Komîta Kerger dest bi diyarkirina berendamên nû, heft (7) kesan jibo Komîteya Karger ya nû kir. 11 kes weke berendam hatin pêşniyazkirin. Piştî dengdayinê Komîteya Kargêr ya Kurdocide Watch-CHAK ê hate hilbijartin.

Li gorî destura CHAK ê, Komîteya Karger têra xwe berfireh e. Berpirsiyarên yekem yên komîteyên welat û derveyî welat, endamên xwezayî yên Komîteya Kargêr in. Ji bilî endamên xwezayî, heft (7) kesên din jî di kongreyê de têne hilbijartin. Kesên têne hilbijartin rêvebiriya xebatên CHAK ê û navenda wê dikin.

Biryara Ziman: Kurmancî, Soranî û Dimilî

Pêşnîyaza ji aliyê şaxê Bakurê Kurdistanê-CHAK ê hatibû pêşkêşkirin û ji awira erênî ve hate niqaşkirin. Teklîfa CHAK-Bakur wisa bû: ”Li Kurdistanê, bakur, başûrê rojava, û beşek mezin ji rojhilat û başûrê welêt, bi giranî kurmancî axêf in. Gelê Kurd bi giranî tîpên latînî bikar dihêne. Kurmancî û Dimilî di serî de, divê CHAK bersiva Gelê Kurd bi giştî bide. Ne tenê Soranî be, her wisa dewlemendiya diyalektên Kurdî bi giştî hemêz bike…”
Kongreya CHAK ê biryar da ku, bi tevayên diyalektên Kurdî xebata xwe bike. Xebat dê gav bi gav pêk were. Edîtoriya Kurmancî û Soranî di kongreya CHAK ê de hate pêşnîyazkirin. Li ser edîtoriya diyalektên din xebat didome.

Biryara li ser Dêrsim û Helwêsta CHP ê

Axaftina Onur Oymenê CHP yî li ser qirkirina Dersimê, di Kongreya CHAK ê de bû cihê niqaşên mezin.
Komîteyên CHAK ê qala civînên xwe yên berfireh li tevayê Ewropayê li ser ”qirkirina Dêrsim û Amûdê” kirin. Ji bo ku qirkirinên li Dêrsim û Amûdê weke ”qirkirinên li dijî Kurda” ji aliyê dezgehên navnetewî bê pejirandin, pêwîstiya CHAK ê bi hevkariya hevbeş ya komîteyên xwe û dezgehên din yê Kurda heye. CHAK dê ji bo vê bixebite.
Nijadperestî û jenosîd parastina CHP ê nikare bê pejirandin. Em ê bêdeng nemînin. Em ê bi taybetî li derveyî welêt, bi rêya têkiliyên xwe yên navnetewî ruwê wan yên reş nîşanî cîhanê bidin. Her wisa dê ji Sosyalîst Enternasyonal û hêzên polîtîk yên navnetewî bi şêweyekî fermî daxwaz bikin ku, CHP ê, bi taybetî Oymen mehkûm bikin.
Li Dersimê jenosîd pêk hatiye û divê ev yek ji aliyê cîhanê ve bê dîtin û kesên sucdar bêne mehkûmkirin.
Komîteya Kargêr ya Kurdocide Watch-CHAK

Kongireya 3 em ya CHAK ê ku di navbêra 28-29 ê mijdarê li Danîmarkayê pêk hat. Kongre heft (7) endamên nû yên Komîteya Karger bi daxuyaniyeke fermî diyar kir. Rêvebirên Navenda Organîzasyona Kurdocide Watch-CHAK ê ev in:
Elî Mehmud, Gabar Çiyan, Goran Halabjayî Najîba Mahmud, Newzad A. Qadir, Hîwa Nasih, û Pistiwan Germiyanî.

Kurdocide Watch-CHAK

Organîzasyona “Kurdocide Watch-CHAK” di 2002 de li Helebceya Şehîd ava bû. Armanca CHAK ê ya sereke ew e ku, li her çar aliyê Kurdistanê qirkirinên (Jenosîd) li dijî Kurdan pêk hatine bi rêya lêkolînan derêxîne hole. Pirsa qirkirina Kurda, li welat û derveyî welat bike cihê niqaşê. Navnîşan û cihên kesên qatil û gunehkar peyde bike, rêya dadgehê veke ku ew bêne cezekirin...

CHAK heyanî nuha, bi taybetî li ser pirsa Enfalê, karên hêja kiriye. Pirsa Enfalê li welat û derveyî welat weke “tevkûjiya kurda” îlan kiriye, kesên qatil nîşan daye. CHAK xebatên mezin daye ku Enfalê weke “Jenosîdsek li dijî Kurda” di parlemenetoyên welatên ewropayê û dezgehên navnetewî bide qebûlkirin. CHAK, niha jî bi giranî li ser qirkirinên “Dêrsim” û “Amûdê” kur dibe…

EuroKurd News – eurokurd.net
 




 

.

 


Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien