|
|
|
k.binxetê.01.10.07.10.50.GMT |
Serokwezîrê Awusturyayê Gusenbauer:
Ez li dijî endametiya Tirkiyê a EU me
Serokwezîrê Awusturyayê Alfred Gusenbauer di şeva niqaşa bi
nivîskarê navdar Salman Ruştu re bi şêweyekî pir vekirî qal kir
ku, ew li dijî endametiya Tirkiyê a Yekitiya Ewropayê-EU ye.
Nûçeya li ser pirsê bi firehî di rojnameya Kronen Zeitung de
hate weşandin. Gusenbauer, di dema axaftina xwe bi Ruştu re wisa
axifî: Gelek kes bi teybetî li welatên olîslamî dibine qurbana
terorê. Musilmanên li wir dewletek e îslamî naxwazin. Daxwaza
wan ew e ku, li welatek e mîna Hindîstanê laîk û rêza xwe ji
mafê kêmnetewan re heye, bijîn. Jiyanek e bi huzur û bê problem
dixwazin. Pêwîst e em îslamê di nava cîhana modern de bi cî
bikin. Em wê ji îdeolojiyên kevnare dur bixînin. Nimûneyek e
wisa heye, Ewro-Îslama li Bosnayê ye.
Gusenbauerî vekirî qal kir ku ew li dijî endametiya Tirkiyê ye û
sedema wê wisa anî zimên: Di nava pirsgirêkên bêne qalkirin de
pirsa mafê mirovan heye. Kurdên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne îro
jî ji bo bidestxistina mafê penaberiyê têne Awusturyayê. Ew ji
aliyê dezgehên serbixwe yên penaber ve têne qebûlkirinê. Dema
pirsên wisan berdewam bike û Tirkiyê li ser pirsa mafê mirovan
raneweste, tê wê wateyê ku Tirkiyê normên EU yê bi cî nayêne
(Zarathustra News)...
|
|
. |
|
|