|
|
|
k.binxetê.02.10.09.12.20.GMT |
Di bilindbûna îxracata Tirkiyê de rola kurda
Komara Tirkiyê di dîroka xwe de cara ewil bi îxraca malê xwe
digihêje 100 milyar dolarê emerîkî. Meclîsa Îxracatkarên Tirkiyê
dide nîşandan ku bilinbûna îxracatê a meha tebaxê ji % 22.6 e û
gihiştiye 98.9 milyar dolarê emerîkî.
Malên hatine firtin bi giranî cil û konfekisyon e. Paşê hesin û
timobîl û beşên teknolijê tê. Welatên ku ji Tirkiyê kirîne, di
serî de Iraq, Almanya, Ingilîztan, Rusya, Fransa, Italya,
Emerîka, Hollanda û Romanya ye. Pisporê aboriyê qal dikin ku,
şîrektên Tirkiyê ji awira hesin, avakirin, xwarin û konfeksiyonê
li Iraqê paya xwe mezin bûye û li herêma kurda jî ev têkilî pêş
ve diçe. Dema Tirkiyê kalîteya malê xwe bilind bike û polîtîka
xwe a hişk bi kurda re li dawî bihêle, dikare têkiliyên aboriyê
pir xurtir bibe (Zarathustra News).
|
|
. |
|
|