|
|
|
k.binxetê.04.10.09.09.10.GMT |
Sernivîsa rojnameya DENG (*) – hijmar 86 – oktobera 2007ê:
ÇARE NÎNE JI BILÎ KARÊ HEVBEŞ
Dîtinên devera rojhilata navîn ji têkoşînên tûj û şaxşaxîn di
navbera hêz û biwarên têvel de, ji tu kesî nayêne veşartin, roj
bi roj bazineya wan berfireh dibe… Dûriyên herêmî û cîhanî
distîne,.. taku tevarandineke bi rastî di navbera hêzên guhertin
û veguhêztina dîmuqratî ji hêlekê de, û hêzên tarîger û gunehkar
û stemkarên dijî wan ji hêleke dîtir de bi durf bike, û xuyan
dibe ku ev rawe hîn û hîn asêtir dibe, heye ku astengî an
pêjorên (berhemên) sosretî ku nabexşin jê peyda bibin, bêguman
ev rejîmên zorkar û bedrewişt di vê deverê de ew berpirsiyarên
evan berhem û gunehan yên hîmdeyîne ku bi serî hat û bûn,…
Û li ber evî rewşa lihevketî û girêbendkirî, û di pêvajoya
têkoşînên tevderbas ên ku Sûriya di wan de ciyê sereke standiye,
erk û berpirsiyên nû bi şax û paxên xwe ve dikevine ser millên
hêzên niştîmanî û dîmuqrat tevlî tevgera kurd bi leq û tîreyên
xwe, çiku ew e perçeyek ji tevgera niştimanî û dîmuqrat û tevlî
taybetiya wê ya netewîn, û di despêka evan erkan de
rasterêzkirina mala niştimanî di hevpeyvîna (diyaloga) birastî û
berpirsyar re, li ser rêya avakirina lihevkirineke niştimaniyî
berfireh, armanc ew be ku bingehên pirbûna pêwîstiyên hewdeliyê
bi rêkariya guhertin û veguheztina dîmuqratî re dînin, û hêrsên
wê bi gavên firehtir û bileztir berbi pêşde bibin, û welêt ji
zortengî û bobelatan biparêzin, û bi dadperwerî û beranberiya bi
giştî bêyî birnederiya regezî an olî an hezyariya konevanî, û
misogerkirina beşdariya bi giştî di ber welatî û pêşketina wî
de…
Lê , necîwaze ku hebûna hêzên konevanên niştimanî û dimuqrat di
welêt de ji amedebûna giring e boîy bersivdana demê û rewşên wê,
di binya tixûbê nizim re ye ku em ne qetilmeyî wê bibêjin, çiku
ev hêz pêdivêyên hevpeyvînên kûrî servirazkirî ji helwestên
derbasin, an ji dawerêvên ramanên kawîne, an bandora çanda
zordestî ku rêbirrî û astengîiyan di rêya berdewamkirina erkan û
bicîkirina lihevkirina xwestî ya ku pêdivêye bilez li gora
karînê pêk bê… peydadike.
Der vê raweyê, hevkarî di warên netewî û niştimanî de divê
vehillor bibe, tevgera kurdî li sûryê tevdî û nemaze hersê
bernas (hevkarî- enî "ber" hevpeyman "hevbendî") ji çi demên
bûrî bêtir vexwendîne boyî lihevkirinê û berdewamkirina
hevpeyvînan bi hêz û aramî dûrî çirr û lîstikan ta ku merc û
bingehên avakirina lêvegêra kurdî tekûz bibin û yên kutabûyî yek
bi yek daxwiyan bikin û di destpêkê de daxwiyana nêrînên hevra
ku hêlên xwestî pêk anîne, li gora destpêkê û daxwiyana
amedeweriya rûniştina hevbeşa yekemîn di vî warî de ya ku
reşpela dîtinan boyî gengeşê û erêniya daxwaza lêvegêreke kuedî....
tuxûb kir. Çiku zerera daxwiyanê (agahdarkirinê) nîne, û dibe ku
daxwiyan gaveke rêxweşkirinê an alîkariyek be boyî biserxistina
gaveke dîtirî mezin boyî tekeziya rastiya hêlên hevpeyvînkar, an
wê mercên pêşinde hebin an jî xebatên berbi zordana ditin û
helwestan, û ev jî boy pêkanîna xwestî dijî diyalog û
lihevkirinê ye, û j ibo dibîranînê ew mijara pevgirêdana
ragihana nerînên hevbeşî pêkhatî weke mercekî boyî erêniya
konfiransê niştîmaniyî ku pêdivê (li gora ditina wan) avakirina
lêvegêrekê tê re be, tev ku hên biryara konfiransekê weha weke
hilbijareke ferzand boyî avakirina lêvegêrê nehatiye standin,…
dibe ku mîna yek ji hilbijartina be, lê ji zanînê re binasin ku
em tu rojan neketine derbarê nakirina konfiransê… çiku giftego
li ser nebûye. Belê ya ku mirov matmayî dike ew e… girêdan an
pevreya tundî di navbera ragihandina nêrînê û erêdana
hilbijartina konfiransê bê dan û standin, di demekê de ku
bawernameya konevanî pêkhatiye, û tevlî vê jî em vînkarên
hevbeşên xwe yên kar û encamêne ku em tev bixebitin boyî
pêkanîna karînên xwe di vî warî de… bi hêzeke bala û rastiyeke
bi kizwet, ji alîkî dîtir de dibe ku pêkanîna çi karê bi serketî
di navbera hêlên nêztirîn di hevpeyvînên hevaso de… alîkariya
hevnêzkirina navbera tevayên hevpeyvîner, bi wateya ku dem ji me
diçe û karmendî û berpirsyarî li hêviya me ne, çiku tu hêl an
leq eger çiqas xurtasê bin bi tenha neşê ne ku li ber rabin,
belê hevmillî û yekdestî di canê berpirisyariya gelemperiya
peymankirî de pêdivê ye.
Lê tevgera niştimaniya dîmuqratî bi hêzên konevanî û bizav û
çalakiyên sivîl (şarî) û mafgêrî û afretî (jinî) û karkerî…. Yên
ku berfirehiya dista bişêva niştimanî çêdikin, çiku barhilkgêrên
karmendiyên rêkeftîne, guhertina bi aştî û dîmuqratiyê
daxwazdikin, belê li gora nerînên hin zîrevan û bişêvkaran
pêwîst e xurtkirina helwestan di hîmdekirina çanda guhertinê re
ya ku bi me tevan re kême, dêmekî civandina karê boy guhertinê û
têkiliya çanda zordestiyê ya daweravtî û bi bandor ku berbi
windahiyê deye… nabe, herwekî ku govkirina nakirina zordestiyê û
tunekirina mafan… nemaze yên netewî ji bilî xwe re… ew jî nabe.
Ji vir de û ji bo xwestekên delîveyê, û ji heyina têkoşîna ku li
jor hatiye… ya germî ku berbi guhertina dîmuqrat ve diçe,
hevbeşiya xebat û karînan pêdivê dike di rêya hevbeşiya netewî û
niştimanî re,… bi rêbazeke ravekirî û hûrbînî û bernameyê xîzên
pehn yên ku maf dinasînin û parastina yasayî jê re peyda dikin û
erkan tuxobdar dikin û ewleya azayên dîmuqratî û ji dewleta maf
û yasayê re avahiyê dikin, zordestî û pozbilindiya netewî tune
dikin, û damezrandina jiyaneke konevanî nûvar li ser bingeha
venasîna bi curbecuriya netewî û olî û konevanî, û danîna
çareseriyên durist boyî hemû astengiyên niştîmanî, û venasîna
destûrî bi hebûna gellê Kurd li ser xaka wî ya dîrokî, û
çareserkirina kêşeya wî ya netewî di bazineya yekbûna welatî de
û çi yê hevpayê pêşketin û pêşveçûna wî …
----------------------------------------------------
(*) Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û
ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê.
|
|
. |
|
|