|
|
|
k.binxetê.05.10.09.11.45.GMT |
Efûya li Iraqê didome
Ji destpêka meha ramazanê hetanî niha efûya li Iraqê hatibû
îlankirin hîna jî didome. Li gorî daxuyaniyên arteşa Emerîka, ji
destpêka meha ramazanê hetanî niha 707 kesên mehkûm azad bûne.
Kesên hatine berdan çi tehdîtekî li hemberî ewlekariya welêt pêk
nahênin. Kesên azadbûyî dê bêne perwerdekirin û ew dê li gorî
baweriya xwe bi berpirsên olî re rûnin. Her mehkûmekî azadbûyî
kefîlê xwe heye û kefîl dê raçavkirina wî li derve bike.
Li girtîgehên di bin îdareya Emerîka de zêdeyî 20 hezar girtî
hene. Li gorî programa efûyê, ji destpêka ramazanê hetanî roja
dawiyê, her roj dê 50 kes bêne azakirin.
Li Herêma Kurdistanê jî hejmarek e mehkûmên ji derveyî sucê
terorê hene. Dezgeha Mafê Mirovan Human Rights di rapora xwe a
berî niha de bi firehî li ser rewşa girtîgehên herêmê
rawestiyabû. Ji ber miameleyên xirap, berpirsên girtîgeha
hatibûn rexnekirin.
Li Sûriyê qala derketina efûyekî hat kirin. Li Iraqê efû derket.
Li Tirkiyê niqaşa efûyê di rojevê de ye. Lê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê heyanî niha qala efûyê ji bo girtiyên derveyî sucê
terorê nekiriye (Zarathustra News).
|
|
|
|
. |
|
|