k.binxetê.05.10.09.12.20.GMT


Tirkiyê serdana Talebanî erênî dibîne
Civîna "Welatên Cînarên Iraqê" di 2-3 sermawêzê li Stenbolê pêk tê. Tirkiyê, ji bo beşdarbûna welatên cînar, dewletên bi hêz û yekîtiyên eleqedar xebata xwe di pêşengiya Wezareta Karê Derve de xurt dike. Serdana Wezîrê Karê Derve Ali Babacan dawiya heftê dest pê dike. Di programa wî de serdana welatên cînar û Iraqê jî heye. Wezîrê Karê Derve Babacan duhî anî zimên ku, ew li benda Wezîra Karê Derve a Emerîkayê Condoleezza Rice ne ku beşdarî civînê bibe. Wezîrên Karê Derve yê welatên G8, G5 jî hatine vexwendin.

Li ser pirsa "vexwandina Serokomarê Iraqê Celal Talebanî" jî bersiva Babacan wisan bû: Nameyên me ji Wezîrên Karê Derve re hatine şandin. Lê dema welatek bixwaze bi rêvebiriyek e bilind beşdar bibe, li gorî xwestina wan mûmkûn e. Li ser pirsa "hilbijartina rêvebirên beşdar", welatên vexwendî serbixwe ne, ew biryarê didin. Dema serokwezîr an Serekomarê wan beşdar bibe, ev dê kêfxweşiyê bide me.

Li gorî nûçeyên belav dibin, Babacan di serdana xwe a Iraqê de dê bi ihtîmalek e mezin Serokomarê Iraqê Celal Talebanî jî ziyaret bike û mesaja Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gül ji bo "berdewama têkiliyan" bighêjîne destê Serokkomar Talebanî (Zarathustra News).
 
 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien