k.binxetê.11.10.07.13.00.GMT


Amnesty International:
Cezayê Îdamê ji holê rakin

10 ê Çiriya Pêşîn, roja rawestandina cîhanê a li dijî cezayê îdamê ye. Dezgeha Efûyê a navnetewî-AI ji Yekîtiya Netewan-UN daxwaz dike ku, bang li tevayê welatan bike. Da ku UN bi munasebeta vê roja giring de, biryarekî navnetewî derxîne ku cezayê îdamê ji holê rabe, nemîne.

133 dewletên endam, cezayê îdamê rakirine. Tenê 25 welat cezayên îdamê bikar dihêne. Ji % 91 ê van kesên hatine cezekirin, ji Çîn, Îran, Iraq, Pakîstan, Sûdan û DYE ne. Di 2006 an de 1 591 kes hatine îdam kirin. Li gorî salên derbasbûyî, ji % 25 hejmara xwe kêmtir bûye.

Roja navnetewî a li dijî cezayê îdamê, ji aliyê hereketa "World Coalition Against the Death Penalty-WCADP" ve tê organîze kirin. AI bi 63 dezgehên din yê navnetewî re piştgiriyê dikin. Ji bo rakirina cezayê îdamê, li tevayê cîhanê kampanya berhevkirina nav û îmzeya dest pê kiriye û Amnesty International bi xurtî beşdariya vê kampanayê dibe.

Kampanya dezgehên navnetewî li dijî cezayê îdamê, 10 ê mehê dest pê kir û dê hetanî 13 ê mehê bidome. Di wan rojan de, dê gelek çalakî bêne kirin (Zarathustra News).
 
 

.

   

Hebijî Şehîdên serhildana 12 Avdara 2004 a
 
 

 

Çapkirin ji Hiqûqê Kurdistanabinxeteye 

© 

جميع حقوق الطبع محفوظة لدى كردستانا بنخَتي

 Kurdistana Binxetê

    كردستان سوريا  

 Kurdistan Syrien