|
|
|
k.binxetê.11.10.07.13.20.GMT |
Yekîtiya Ewropa:
Em li dijî operasyonek e leşkerî ne
Li ser pirsa xwestina Tirkiyê a operasyonek leşkerî di xaka
Iraqê de, dengê nerazîbûnê zêde dibin. Îro Yekîtiya Ewropayê -EU
jî Tirkiyê şiyar kir û nerazîbûna xwe li hemberî planên şer yê
Tirkiyê anî zimên. Li ser navê niwênerê pirsa berfirehbûnê a EU
yê peyivdara Oli Rehnî, Kristina Nagyê wisan axifî: Pir giring e
ku Tirkiyê pirsa terorê bi hevkariya meqamên Iraqê re çareser
bike. Di vê çarçoveyê de, em peymana Iraq û Tirkiyê erênî
dibînin. Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê dubare kirine ku, ew
alîgirên yekîtiya Iraqê ne, rêz ji serxwebûn û desthelatdariya
Iraqê re digirin. Em li benda wê ne ku, Tirkiyê li ser bingeha
vê armancê rola xwe a erênî bilîze.
Cigirê serokê koma Sosyalîstan Jan Marinus Wiersma, dîtina xwe
di "Deutsche Welle" de wisa anî zimên: Dema bê îcazeya Iraqê
mudaxeleyek bê kirin, ev yek dikare krîzek e cidî di navbêra
Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê bîne holê. Îkaza me ji Tirkiyê re
wisa ye: Destpêkirina operasyonek wisa pir şaş e.
Serokê koma Lîberalan Graham Watson jî wisan axifî: Dema Tirkiyê
operasyonek wisa bike, dê bê wateya dagirkirina bakurê Iraqê.
Mirov dikare helwesta Tirkiyê fêm bike. Lê pirs bi mezinbûna
hêzê ve ne girêdayî ye. Bêhtir bi rêzgirtina hêza hiqûqê ve
girêdayî ye. Pêwîst e mirov rêz û hurmeta xwe ji qanûnên
navnetewî re hebe û wan raçav bike. Dema Tirkiyê bakurê Iraqê bi
hêza xwe îşgal bike, dê rewş pir neyênî bibe. Li EU, tevayê
endaman ji hêza hiquqê re rêza xwe heye. Dema Tirkiyê bixwaze
bibe endamê Yekîtiyê, divê helwestê xwe jî mîna ya endaman be.
Gelek kes di hundirê EU de li dijî endametiya Tirkiyê ne. Dema
Tirkiyê operasyonek wisan pêk bîne, dijîtiya li hemberî Tirkiyê
dê zêdetir bibe (Zarathustra News) .
|
|
|
|
. |
|
|